Diyako Şasiwar
Eta Kel û serdema pirsgirêga axa û reiyetî:
Eta Kel yan Seyîd Eta Kel, yek ji çirîskên di nav dîroka devkî ya Kurd de ye. Ew kesayetiye li sala 1897an li gundê Qelate Reşge yê ser bi Sinê ji dayîk bûye. Sala 1937an jî hatiye kuştin û li girê Seywan ê bajarê Silêmaniyê bi axê hatiye spartin. Seyîd Eta Kel kurê Seyîd Seidedîn ji seyîdên gundê Qelate Reşken e. Ev gunde li 60 kîlometreya bajarê Sinê hilkeftî ye. Çawa ye ku di wê navçeyê û wê serdemê de kesaytiyek wekî Eta Kel hildikefe ku navûbangên wî ji sînorên gund, bajar û navçeya wî derbas dibe? Eva pirseke bi cih e û pêwîst e bê bersivdan. Diyar e wekî hemû tevgerên wê serdemê, tevger yan serhildana Eta Kel tevgerek e ji aliyê kesên bindest ve li dijî serdest e. Çimkî destpêkê serhildana Eta Kel rûyeke siyasî nebû û wekî ku em ê di berdewamiyê de behs bikin, em dikarin bêjin ji ber sîstem û pêkhateya civaka wê demê û ew formasyona civakî di Kurdistan û seranserê Îranê de serdest bûye, serdemek ku Eta Kel tê de jiyan kiriye, serdemek bûye ku sîstema axa û reiyet li Kurdistanê adetî bûye. Di wê sîstemê de jî civak bi ser du beşên serdest û bindest de hatibû parvekirin.
Serdest wate axa, xan û derebeg û kesên xwedan zevî û bindest jî ew werzêr, kedkar û cotyar in ku li ser zeviyên xanan kar dikin. Di dawiyê de ewa kesên serdest, axa, xan yan begleriyên navçeyên ne ku diyarî dikin ew berhema ku werzêr yan kedkar berhem anîne, beşa wan çiqas bide. Tev dîrokên navçeyî behsa wê serdemê dikin û nemaze nûtirîn pirtûka “Dr. Emîrê Hesenpûr” yê mamosteyê zanîngeha “Otawaya Kandayê” ku li ser serhildana werzêrên Çoma Mecîdxan û her bi vê navê nivîsiye, wê rastiyê derdixe ku xwedan zevî yan axa heta çi astekê zilm ji wan kesan kirine ku li ser zeviyên wan kar kirine.
Eta Kel (çekdarê aliyê çepê) û hevalê wî
Xwediyê zeviyan ji xeynî wê ku hinek sîstemên sepandî yên adetiyên aborî bi ser xelkê de disepandin, bo mînak sîstema deh û du wate ji her tiştekî ku werzêr berhem anîbû ji deh beşan heşt beş yê axayan bû û du beş jî yê werzêran bû. Sîstema din ku paşgira “ane” pê ve bû bi rê ve dibirin. Ew yeka jî tev beşê jiyanê li xwe digirt. Bo mînak “firûcane, tepalane” û hwd, yanî hemû ew beşên ku xelkê berhem dianîn pişkek ber axayan dikevt bê wê ku axa ti beş yan sermayeyek di afirandina wê beşê de kiribe. Bi vî rengî “Eta Kel” li gundê xwe di çarçoveya ew sîstema axa û reiyetê de wek hemû werzêrên dinê mijûlê berhemanîn û karê bûye. Lê ew zeviyên ku li ser dixebitî, axayê navçeyê yê bi navê “Xuserw Xan” dixwast dagîr bike. Eta Kel ji ber ku her di zarotiyê de bavê xwe ji dest dabû û serpereştê malbata xwe bû û dibûya debara malbata xwe dabîn bikiriba, di hember wê daxwaza Xusrew Xan de radiweste û serê xwe natewîne.
Di hember de Xusrew Xan jî wek hemû axayên dinê yên ku xwe xwediyê mal û milkên hemû werzêran dihesibandin, di xwe de şiyan didît ku ne tenê milkê wî, lê hemû mal û milkên Eta Kel wek kesek ku reiyet e dagîr bike. Piştî wê yekê dest bi ser milkê Eta Kel de digire, destpêkê Eta Kel wekî nîşandana bertekê li hember serdestekî li gundê xwe êrîşî ser mala Xusrew Xan dike û hesp û beşek ji darayiya Xuserw Xan dagîr dike. Vê carê ji bo ku xwe ji berteka Xan rizgar bike, penaha xwe bo aliyê axayê bi desthilat ê Sinê “Hecî Muitemed” dibe, lê di vê sîstemê de qata xan an axa di dabeşkariya civakî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê de piştevanê hevdu bûn. Ji ber ku ew wekî torek desthilatdar bi hev re dixebitin. Wan li seranserê Kurdistanê wek toreke desthilatdar piştgiriya hev dikirin. Her lewma, ew her zû pê hesiya ku penahbirin bo aliyê xanekî mezintir ku bi xanê berê re girêdayî ye, yek din ji xisarên civaka wê serdemê ya Kurdewarî ye û ti destkeftek wî nabe. Ew neçar ma ku ber bi Merîwanê ve biçe û penaha xwe bo aliyê “Mehmûd Xanî Kanî Sanan” bibe, ku zilamekî bi desthilat û yek ji wan efserên ku bi şêweyekî şanazî pile jê re hatibû danê û li herêmê destçûyî bû.
Mehmûd Xanê Kanî Sanan
Mehmûd Xanê Kanî Sananî hem ji bo ku wî ji toleya Xusrew Xan û destûpêwendiyên wî biparêze û hem jî destê wî gîr be bi sîstemekê ve û bikaribe jiyana wî ya rojane bi rê ve bibe, karekî nû pêşkêşî Eta Kel dike. Mahmûd Xan ku pê hesiyabû Eta Kel çekdarekî jêhatî û zîrek e, wî wekî serokê binkeya leşkerî ya gundê “Sêwer” dest nîşan dike ku hereketa xelkê di navçeyê de kontrol bike. Lê piştî demekê ew tora desthilatdarî ya ku wî di pêkhatina axa û reiyetê de rêk xistibû, şûna pêyê Eta Kel hildigire û li pey kar û kiryarên wî dike.
Xusrew Xan bi rêya Hecî Muitemd ve ku berê Eta Kel penaha xwe bo biribû, çend kesan dişîne cem Mehmûd Xanê Kanî Sananî ku penah dabû Eta Kel. Di hevpeyvîna bi Mahmûd Xanê Kanî Sananî re ku dibe, axavtinên wan hev nagirin û sivikatiyê bi wî kesayetiyê dikin. Eta Kel wek serokê binkeya keşkerî van sivikatiyane dibîne û li hember wan bê deng namîne.
Çimkî wekî kesekî ku Mehmûd Xanê Kanî Sanayî penah dabûyê û piştevanî jê kiribû, başiyên wî ber çav digire û di hember wan sivikatiyan de bêdeng nabe û êrîşî ser şandiyên Hecî Muitemd dike û bi wî şandiyê re jî efserekî hikûmetî hebû û herdukan dikuje. Bi vî rengî destpêka dewrek din ji jiyana Eta Kel tê destpêkirin. Wate eger heta wê demê Eta Kelê ciwan ê dijberê sîstema axa û reiyet û xanê navçeya xwe serhilda bû, piştî wê yekê ji wê sîstemê tê derê û mijûlê erkek dinê ku çekdar û fermanberê binkeya leşkerî bûye, bi rê ve dibe. Niha xwe di hember yasaya hikûmeta navendî de dibîne ku ew jî her di berjewendiya dewlet û xan û begzadeyan de ye, serî hildide û serhildana çekdarane ya xwe dest pê dike.
Ev gotarê dom heye…