Çi demekê nabe ku mirov ji zarokên xwe daxwaza lêborînê bike?

Dema ku wan tiştek şaş nekiriye, nabe hûn daxwaza lêborînê ji zarokên xwe bikin.

 

Hewar Nûr

 

“Têgehên girîng yên lêborîna ji zarokan”

Lêborîna ji zarokan pir girîng e. Ew wan fêr dike ku berpirsiyariya kiryarên xwe bi stûyê xwe bigirin. Lê lêborîna ji zarokan dema ku wan tiştek şaş nekiriye û ji ber nerehetiya xwe ji wan tûre dibin, bê sûd e.

Gava ku hûn nikaribin berpirsiyariya bêbextî û diltengiya jiyanê (ku hûn nikarin jê birevin) bigirin stûyê xwe, hûn nikarin alîkariya zarokan bikin ku fêrî aramiyê bibin.

Lêborîna ji zarokan dema ku we bi awayekî tundûtûjî bi wan re reftar kiriye, ji bo wan û ji bo we pir girîng e. Bi vê karê, mînakek bihêz a qebûlkirina berpirsiyariya kiryaran araste dikin. Ev jî tê wê wateyê ku hûn dixwazin gavekê paşde bavêjin. Li ser encamên kiryarên xwe bifikirin û li ser (Self-Regulation Skill) bikin: (Zîmêrmen wiha rohn kiriye ku ew raman, hizr, hest û kiryarên ku ji aliyê kesekê ve ji bo bidestxistina armancên takekesî têne pêkanîn) wate birêveberiya bîr û hest û kiryarên xwe bikin. Ewa emraza herî girîng e ku dilovaniya we û zarokên we xurtir bibe. Bo mînak zarokek ku di lîstinê de negihaye bi encamên xwe yên xwestî û ji bo şaşiyên xwe diya xwe tawanbar dizane; An jî zarokek ku bavê wî tawanbar e ku dema ew li dibistanê bûye û çûye dûre ku bîne, li refên mezinan li pêşiyê nesekînandiye; An jî dayikekê sûcdar dike ku keykek bo daniye ku bi şêweyekî rêkûpêk nehatiye çêkirin.

Di van rewşan de, zarok aciz dibin ji ber ku tiştê ku wan hêvî dikir an dixwest pêk nehatiye. Zarok di derbarê awayê tiştan de nerînên negur hene û gava ku hêviyên wan pêk nayên tevlihev dibin. Zarokek 2 salî dema ku diya wê\wî porê xwe bo aliyê serê girêdide tûre dibe û xwe aciz dike ku divê bo aliyê xwarê bê girêdan. Dayîk bi vê yekê razî dibe ku stresa zarokê kêm bike û aram bike; Her çiqas ev bertekane yan daxwazane nemaqûl bin jî, ewa tiştek e ku zarokên we di wê demê de ezmûn dikin, û hûn jî dixwazin bi carekê hemû hevderdên cîhanê nîşan bidin û jê re bibêjin ku gava ew nikare pêşiya her tiştî bigire, hesteke pir nexweş dibe. Lê gava ku hûn di van rewşan de daxwaza lêborînê ji wan bikin, hûn ji zarokên xwe re wê rasparteyê digihînin ku ew pirsgirêke li stûyê we (an kesekî din an jî tevahiya cîhanê) ye, ji ber ku we tişta ku zarokên we bîr jê dikir, bo wan dabîn nekiriye.

Ev yeka ti alîkariyekê nade zarokên we, çimkî hunera kiryarî, “nermînîşandan”a wan zêde nake û nerînên şaş dide wan ku: Ewa şêwazek e ku cîhan li ser wê bi rê ve diçe. “Gava ku bûyereke nexwestî diqewime, kesek tê û hemû tiştekê çê dike.” Ew bi tevahî şaş e. (Li cîhana derve wiha nîne, ger mamosteyek pariyeke nan bide zarokekê ku qewareya nan bi şaşî hatibe birîn, êdî pariyeke din a nanê nade zarok.)

Hûn naselmînin ku zarokên we şiyana wê yekê hene ku dikarin nerm û aram bin. Belkî li ser wê bawerê ne ku wan hemû demekê hewcehî bi kesekî ye ku xwe bigihîne wan û pirsgirêkên wan çareser bikin.

Ji ber wê sedemê ji cihê ku bibêjin “bibore cano, ez ê niha porê xwe li xwarê girêbidim” dikarin bibêjin: “Ez dizanim ku tu hez dikî ku ez porê xwe li xwarê girêbidim, lê min ew şêwaza girêdanê hilbijartiye, bi wê modeylê fêr bûme. Heyran can eger pora min her cureyekî be, ez her diya te me. An jî li şûna ku hûn bibêjin, “ez pir mixabinî me ku keyka te bi vî rengî derket” û careke din keykeke dinê çê bikin, hûn dikarin bibêjin, “ez dizanim ku keyeka te baş nîne û tu jê hez nakî, lê hemû demekê ew tiştane ew cureyê ku em dixwazin dernaçin, bêje hesteke nexweş e lê her tama caran heye, were bi dilê xwe û her şêweyekî te pê xweş e bibire û ew kare xwarina we ji we re hêsantir bike. Yan jî tu dikarî her nexweyî û biryar bi destê te ye.

Herekatên wiha di wan deman de, tiştek e ku zarokan pêwîstî pê ye, ji ber ku:

Ew kare baweriyê dide bi ezmûna wan a vejîner û wan neçar nake ku li ser hestên xwe yên vejîner danûstandinê bikin. Şêwazên danûstandinê gelek kêm encamên baş li pey xwe tînin û zêdetir dibine sedema wê ku zarok bezman nîşan bidin û bi zexta zorê bixwazin axaftinên xwe bidine qebûlkirin.

Ew kare bi şêweyekî dilsozane, hin sînoran diyarî dike ku bingeha nîşandana nermbûnê û pêkhatina di zarokan de destnîşan dike. Ew fam dikin ku dinya bi me re nayê pêkanîn û ewa em in ku divê bi vê yekê re xwe biguncînin.

 

Çavkanî:

Lêkolîna “Jessica Schreider”

KURDŞOP
400 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!