Tendirustiya tak bi tendirustiya civakê re wekhev e

Roj Qadirî

 

Bi berçavgirtina tendirustiya takî ti pêwendiyek bi temen re nîne û divê her kesek di jiyana xwe de hertim xwe di hember van mijarên tendirustiyê de bi berpirsiyar bizane û di vî warî de kesên dinê agehdar bike. Ger em hemû girîngiyê bidine tendirustiya xwe, tevî wê ku em şahidê jiyaneke baştir dibin bo xwe, em dikarin di warê tendirustî de bibine hevkar bo kesên derdorên xwe jî. Belkî piçûktirîn karekê ku em bo berçavgirina tendirustiyê encam didin, pêşiya gelek ji nesaxiyan bigire.

Li welatên ku di warê tendirustî de rewşeke negunxaw heye, xelkê jî tendirustiyek baş nîne û kalîteya jiyana wan nizim e, lewma tendirustiya takî rasterast pêwendî bi tendirustiya civakê re heye. Helbet bi pêşketina zanista pizîşkî, berdewam şêwe û hewlên nû di vî warî de têne danê û pêwîst e em jî zaniyariyên xwe yên tendirustî biroj bikin.

Ewa ku em xwe bi berpirsiyar bizanin da ku hin adetên tendirustî bêne nav jiyana me, kareke dijwar nîne û di hember de em laşê xwe li hember gelek nexweşiyan vaksîne dikin. Herweha her gav tê gotin ku pêşîgirtin ji dermankirinê çêtir e, û bêguman yek ji rêyên herî girîng ji bo pêşîgirtina nexweşiyê nihêrandina tendirustiya takî ye. Ger di vî warî de me zaniyariyên baş nînin, baştir e ku em bi rêya pirtûk, semîner û torên civakî ve xwe nûjen bikin.

Her kesek divê li gorî berçavgitina tendirustî û birêvebirina çalakiyên guncaw û dirust, bi berpirsane hereketê bike da ku kalîteyê bibexşe bi tendirustiya xwe û derdorên xwe. Bi berçavgirtina rêkarên tendirustî yên takî, bi awayekî bandordar dibe hevkar ji bo temendirêjiyê.

Em divê hewl bidin hemû ew mijarên ku pêwendiya wan bi tendirustiya endamên nav laş, pîst û por, dev û diran û xwarina me ve heye, bidine naskirin. Heta ew hewlên ku di rastaya baştirkirina rewşa xew û tendirustiya derûnî de têne encamdan, wek tendirustiya takî têne hesibandin.

Eger heta niha me xwe di hember parastina tendirustiyê de xwe berpirsiyar nezanîbe, dema wê hatiye ku em xwe biguherînin. Mixabin gelek kes heta ku tendirustiya xwe ji dest nedin, girîngiya tendirustiya xwe nizanin. Tendirustî girîngtirîn beşa jiyana me ye û divê em ji bo parastina wê jî hewl bidin û bi vî rengî jî me hevkariya tendirustiya civaka xwe daye.

Em di mal de bi parastina tendirustiya xwe, dibine sedema pêşîgirtina gelek nesaxiyên xwe û yên endamên malbata xwe. Bo mînak eger endameke malbatê ji ber piştguhavêtina rêkarên tendirustî yên takekesî tûşê nesaxiya pîst bibe ku egera tûşbûna kesên din hebe, tendirustiya endamên din ên wê malbatatê dikeve metirsiyê. Lewma bi berçavgirtina tendirustiya takî, bandorek zêde li ser kalîteya jiyana me heye.

Ji bo amadebûn di nav kombûnan de jî divê em girîngiyek zêde bidine parastina tendirustiya xwe ya takekesî. Bo mînak kesekî bîne ber çavê xwe ku di nav taksiyekê de ye û ti yek ji mijarên tendirustiyên xwe berçav negirtiye, bo mînak bêhna devê wê\wî tê, sebrkirina kesên wiha di nav teksiyê de heta bo heyameke kêm jî zehmet e. Renge ew kese bi xwe nezane ku çima xelk wiha mêze dikin yan xwe jê dûr digirin, Lê bê guman mirov tevlihev kiriye. Lewma eger em vê yekê naxwazin, divê tendirustiya xwe bi awayekî rêkûpêk berçav bigirin.

Divê her ji temenê kêm ve zarokan digel bingehên tendirustî û berçavgirtina tendirustî di mal û nav civakê de hevnas bikin. Zarok di temenê kêm de kêmtir pêbendê bingehên tendirustiyê ne û ev mijarane dibine sedema wê ku bi hêsanî rastî nesaxiyan bên. Renge zehmet be ku em zarokên xwe têbigihînin ku bi hûrî tendirustiya xwe biparêzin, lê divê di vê karê de em tevahiya hewla xwe bidin û me haya wan hebe; Herwisa zarok karên me dubare dikin û pêwîst e ku em bi xwe jî bi rêkûpêkî ve tendirustiya xwe biparêzin, da ku bibine mînakek baş ji bo zarokan.

KURDŞOP
299 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!