Keyhan Mihemedînijad
Zarok di pêvajoya netewesazî û parastina nirxên netewî de zêdetirîn bandor hene, belkî ji bo gelek kesan ev yeka pirsyar be, axo zarok çi tiştekî fam dikin da ku bikarin li ser mijareke wiha girîng bi bandor bin. Lê di rastî de ew zarok in ku paşeroja rohn a neteweyekê diyarî dikin.
Ger zarok bi şêwazek dirust bêne perwerdekirin û agehdarê nirx û buha, kultûr û bi giştî folklora netewa xwe bin û fam bikin ku girîngiya zimanê dayîkî çi ye, ewa li ser bingehek dirust hatine perwerdekirin û dikarin di paşerojê de zêdetirîn bandorê li ser pêvajoya netewesaziyê hebin.
Girîng e ku zarokên Kurdan di temenê zarotiyê de bi çîrok û nivîsîna Kurdî re bêne perwerdekirin, wate bi cihê wê ku di niha de mobaylekê bi dest bigirin û hînê zimanê bîhanî û dagîrker bibin, bila bi mêzekirina enîmeyşinên çîrokên Kurdî yên zarokan û fîlmên Kurdî werine perwerdekirin.
Ev zarokane ger di bingehê de wate di temenê famkirinê de bi çanda xwe re bêne perwerdekirin, ger mezin bibin ewa wekî îdolojiyekê di hişê wan de dimîne û zêdetirîn hewlê di warê netewezasiyê de didin.
Di nav civaka me de gelek kesên hişyar û ageh di warên cuda de têne xuya, lê em mêze dikin ku zarokên wan du pîtên Kurdî jî nizazin binivîsînin û bixwînin, lê zimanê bîhanî wekî bilbilê diaxivin. Her lewma jî ger mirov zarokên malbatên wiha dibîne gelek pirsên girîng ji bo mirov têne pêş; Axo tu bêjî dayîk û bavên wan di riwalet de Kurd bin û îdiaya Kurdbûn û nasyonalîzmê bikin, yan her hewla agehsaziya zarokên xwe nedane? Çima zarokên kesên wiha hişyar an lêkolerên Kurdolojiyê bi zimanê bîhanî diaxivin? Ew pirs û gelek pirsên dinê têne pêş û belkî ji bo kesên nehişyar yên derdor û zarokên wan bibe lasayiyek ku zarokên wan çîrok û fîlmên zimanê bîhanî mêze bikin da ku wekî zarokên wan pare nemînin!.
Lê berevajiya mirovên wiha, gelek zarok û nûciwanan jî têne dîtin ku bi şêweyekî dirust hatine perwerdekirin û di niha de li ser gelek mijaran û heta çanda xwe bi bandor in. Ev jî dibine mînakek baş ji bo gelek zarokên welatê me.
Zarokên xwe di pêş de hînê zimanê dayîkî bikin û bila bikarin fam bikin û bixwînin. Ger zimanê dayîkî bizanin dikarin mêzeyê “enîmeyşinên” zarokan ên Kurdî hatinî afirandin di nav torên civakî û TViyan de bikin. Di nav wan “enîmeyşinên” de hem nirxên netewî hatine behskirin û hem jî çanda netewî tê xuya û ewa jî dibe sedem ku ew zarokane bi bê wê ku bizanin, têne hişyarkirin. Di niha de ku Kurdistan ji aliyê welatên koloniyalîstî ve hatiye dagîrkirin (perwerdeya Başûrê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bi rê ve diçe) û perwerde di dibistanan de bi zimanê serdest û dagîrkerî bi rê ve diçe, li rex perwerdeya dibistanê hûn dikarin zarokên xwe di warên çanda Kurdewarî de bi gelek awayan perwerde bikin.
Îro rojê serdema teknolojiyê ye û her kesekî mamostayek di berîka xwe de heye (wate mobayl û teblêt)! Telefon û teblêt mamostayên her takekî ne (ger bi şêweyê dirust ew teknolojiyane bêne sûdwergirtin). Di nava You Tube û platformên dinê de gelek rûpelên baş hene ku hewla hişyarkirin û fêrkirina zarokan didin, heta hin sazî û encumen hatine avakirin ku bi awayekî xwebexşane hewla hişyarkirin û perwerdeya zarokan didin. Mirov dikare ji wan rûpel û saziyane sûd werbigire bo agehsaziya zarokan.
Zarok ger bi zimanê xwe yê resen bêne perwerdekirin û fêrê rênivîs û rêzmana zimanê xwe bin, wê demê dikarin bi rêya wî zimanî re li pey gelek tiştên dinê wek dîrok, çand, kultûr û hwd bikevin. Min gelek zarok di demên berê de dîtine ku bi şêweyekî dirust hatine perwerde û hişyarkirin û di niha de kesên herî bi bandor in li ser hişyarkirina kesên derdorê xwe û heta civaka xwe.
Lewma jî ew zarokên ku bi çand û kultûra xwe re werine perwerdekirin, dikarin li her cih û welatekî vê cîhanê bin, bibine kesên bi bandor li ser pêvajoya netewesazî, nîştimansazî û heta agehsazî. Her ew zarokane ne ku mezin didin û dibine sembola netewî.