Rêkarên birêvebirin û heyama bikaranîn û sûdwergirtina telefon û teblêtan ji aliyê zarokan ve

Hewar Nûr

 

Dayîk û bav dikarin ji rêkarên cuda sûd werbigrin ji bo ku zarokan baş fêr bikin ku di çi demekê de telefon û teblêtê bikar bînin. Bo mînak beriya wê ku zarok dest biavêjin bi lîstina li ser telefon û teblêtê, demê bo diyarî bikin û ewa yek ji wan rêkarane ye ku zarok gelek bi kêmî di hember de tekeziyê dikin. Pênc xulek beriya ku dema diyarîkirî bê qedandin, zarokan agehdar bikin ku dem ber bi dawî ve diçe, pêwîst e eger di nîveya lîzê de be dest lê hilbigire, eger guncaw bû qonaxa lîza xwe paşket bike û di dema îznpêdayiya paşerojê de, biçe ser lîzê û hêncet bo nemînin û heyama hatî diyarîkirin neyê zêdekirin.

Lê ew yeka ji bîr nekin ku ji reftara bi zarokan re we desthilata guncaw hebe, bo mînak hekî ji bo bi dawîanîna qonaxa lîzê ji wan re 2 an 3 xulek hewce be, destûrê bidin ku ew berdewam bin. Hûn dikarin ji wan re bibêjin ku her xuleke zêde ya ku hûn wê demê dixwazin, dê 5 xulek ji dema paşerojê kêm dibe. Herwiha hûn dikarin ji bo zarokên bin 6 saliyê demjimêrek zengdar amade bikin. Demjimêran bo wan kok bikin û li ber destê wan danên bo wê ku zarok lê binêrin û bizanin kengê divê telefon yan teblêtê dabinên. Pêwîst e zarokên xwe hîn bikin û nîşanê wan bidin ku her mîlîdemjimr li ser wê hejmarê hatiye sekînandin, ewa zengê lêdide û divê mijûlê tiştek dinê bin, bila hîn be beriya zenglêdanê lîza xwe biqedîne.

Ji wê yekê piştrast bin ku zarok bi rastî û dirustî ji encama neaxaftina di dema lîza bi telefon û teblêtê re agehdar e.

Di îro de hin nerme amêr hene ku îznê bi dayîk û bavan re didin ku pêşiya detpêregihîştina zarokan bigirin heta ku hemû cure pirogram û lîz ji ber dest nebin û li gorî temen û fama xwe sûdê ji lîzan wergirin; Heta ku bandora neyînî li ser ruh û derûna zarokan danenê û wan rastî pirsgirêkan neyêne. Ger telefon û teblêt zêde di destê zarokan de be, rastî pirsgirêka geviyê û pişt tên û gelek bi hêsanî gelew dibin û heta dikare xewa zarokan jî têk bide.

Rêkarên baş ji bo wan peyda bikin bila cihgirê telefon û teblêtê bin. Yek ji rêyên herî baş û pesend, sûdwergirtin ji pirtûkê ye û dikare baştirîn rêkar be bo kêmkirina lîzên bi telefonê re û zanyariyên zarokan jî zêde dikin û kevirê bingehîn ê heza zarokan bi pirtûkxwendinê ye. Divê pirtûkên têne hilbijartin li gorî balkêşandin û fama zarokan bin.

Wênekêşan yek ji wan rêyan e ku dikare pê zarokan bixafilîne û mezinan jî, ji şiyan û behreyên zarokan agehdar dike. Dayîk û bav dikarin zarokên xwe bibine fêrgeha nîgarkêşiyê bo wê ku bi awayî îroyî û taybet hîn bin û bihevrebûna zarokan bi xwe jî hevkar e bo wê ku hevaltiyê ezmûn bikin, ji ber ku beşeke zêde ji zarokên niha di mal de bitenê ne û ezmûna bihevrebûna digel zarokên dinê nînin. Herwisa di paşerojê de jî destê wan bihêz dibe û ji bo nivîsîna di dibistanê de çêtir hîn dibin.

Jiyana îroyîn û nebûna hevş bûye sedem ku zarok nekarin bi kêfa xwe tevbigerin û ew neçar dibin ku yan li bin fîlm û enîmeyşina rûnin yan jî bêtaqetiya xwe bi lîstikên telefonê re bişkînin. Yek ji rêkarên herî baş ew e ku zarokan bibine navendeke werzişî ku zarok bi tevahî normalîze dike û ji hêza xwe ya derûnî û laşî bi başî bikar tîne û saxlemtir e jî.

Divê mezinên malbatê ji bo zarokên xwe bibin mînak. Zarok wek neynûkê ye. Îro yek ji şaşiyên herî zêde yên dayîk û bavan di mezinkirina zarokên xwe de ew e ku hertim telefon di destên wan de ye, ger zarokek mezinên xwe di nav malbatê de bibîne ku haya wan jê tine ye û her kesek bi şêweyekî mijûlê telefonê û sîstemên îroyîn yên cîhana moderne, zarok jî her ew çavnihêriye ji xwe heye û lasayî wan dike.

Perwerdeya zarokan eger baş û bi şiyan be dikare paşeroja xwe û civaka xwe ber bi geşe û baştirbûnê ve dibe.

Dayîk û bav di serdema îro de divê çaveke xwe bikine çar çav û dema ku zarokên wan bi telefon û tablêtê re mijûl in, divê aghedarê wan bin; Ji ber ku her roj ji çar aliyên cîhanê xeber tên ku zarok bi lîzên onlayn ve têne xapandin.

Di encamê de divê em ji dayîk û bavan bipirsin ku hûn çend demjimêrên jiyana xwe bi şev û roj li ser soşyalmedyayê bi heder derbas dikin? Pêdivî ye ku li ser wê yekê were bîrkirin.

KURDŞOP
409 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!