Rewşa kirîzî ya tendirustiya derûnî ya ciwanan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê

Roj Qadirî

 

Tendirustiya derûnî

Çemka tendirustiya derûnî ji rehendên cur bi cur hatiye pêkanîn ji wan rehenda “hestyarî, derûnî û asayişa civakî”, bi curekê em dikarin bibêjin ku ew bandorê li ser awayê bîrkirin, hest, şêweya reftarên me li dema rûbirûbûba bi bûyerên jiyanê re, çawahiya birêvebirina strêsê, şêwaza pêwendîgirtin bi xelkê re û biryarên me di jiyanê de dadinê. Lewma tendirustiya derûnî di her qonaxeke jiyanê de, ji zaroktiyê heta kesên bi temen û pîran gelek girîng e. Di vê gotarê de em ê li ser tendirustiya derûnî ya ciwanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û lêkeftên girîng ên wê bisekinin.

Berê Serokê Encumena Derûnpizîşkî ya Îranê gotibû: “Nêzî 30% ji ciwanên Îranê pirsgirêkên derûnî hene, ev nayê wê wateyê ku ji sedî 70ê dinê di rewşa derûnî ya baş de ne”. Herçiqas amarên ku ji aliyê Îranê û rêxistinên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve têne weşandin, di ti warekî de mirov nikare pişt bi wan girêbide, lê di heman demê de ev amara ku me behs kir, bi wateya kirîzê ye.

Encama lêkolînekê li Îranê nîşan daye ku, adetirîn nexweşiya derûnî di nav ciwanan de xemokî ye. Mijara xemokî di nav ciwanan de xwedî girîngiyek mezin e ji ber ku xemokî di warên derûnî, reftar û civakî de çavkaniya gelek pirsgirêkên dinê ye.

Li gorî heman lêkolînê, pişka ciwanan di xemokî de digihe ji sedî 3.1. Piştî vê yekê nexweşiyên din ên derûnî yên di nav ciwanên Îranê de pêk hatine ji: Şerxwazî ji sedî 2.9, paranoîd yan gumanên xirab ji sedî 2.7, weswaseyî ji sedî 2.4, hestiyarî di têkiliyên dualî de ji sedî 1.9, û perîşanî ji sedî 2.1 û tirs ji sedî 1”. Di vê lêkolînê de cudahiyeke watedar di navbera kur û keçan de nîne, lê keç ji kuran bêtir tûşê xemokî dibin û kur ji keçan bêtir rastî paranoîdê tên.

Li gorî amaran, nexweşiya derûnî piştî nexweşiyên dil û damarê duyemîn nexweşiya herî berbelav li Îranê ye û rewşa aborî û civakî li ser berfirehbûna nexweşiyên derûnî bandorek zêde heye.

Civaknas jî li ser wê bawerê ne ku berfirehbûna dudilî, xemokî, şerxwazî, û reftarên dijî civakê di piraniya mînakan de ji pirsgirêk û astengiyên civakî ve çavkanî digirin.

Sedemên herî girîng ên têkçûna nehevsengiya derûnî ya takan, sepandina civakî û aborî û zora cihkirina kesan di nava îdeolojiyek diyarkirî de ye. Wek mînak, gelek keç û jin li Îranê neçar dibin ku li derveyê malê hicabî bin û ji yasayên pêwendîdar in ku bi zorê bi ser wan de hatine sepandin ku peyrewî bikin, di halekê de ev yeka nayê wateya qebûlkirina wê rewşê û ji neçarî ve ye.

Xwekuştina ciwanan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê

Nexweşiyên derûnî yên ku pir giran dibin, dikarin encamên wekî “xwekuştinê” li pey xwe bînin. Amarên fermî yên Îranê nîşan didin ku rêjeya xwekuştinê di nav ciwanên Îranê de zêde bûye. Li gor van amaran, kesên ku hewla xwekuştinê didin, temenên wan kêmtir bûye û ji bo xwekuştinê ji şêwazên ecêb sûd werdigirin! Şêwazên ku ciwan ji bo xwekuştinê bikar tînin, bûne diyardeyeke nû ya civakî!

Lê çima ciwanên ku nûbihara jiyana wan hatiye destpêkirin bi destên xwe dawî bi jiyana xwe tînin?

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanê di amarekê de dibêje: “Li cîhanê xwekuştin 13emîn sedema mirinê ye di navbera ciwanên 15 heta 34 salî de. Her 40 çirkeyan de kesek li cîhanê xwe dikuje. Lê temenê xwekuştin li Îranê heta asta dibistaniyên destpêkî û navendî daketiye.”

Derbarê sedemên xwekuştinê di nav ciwanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, em dikarin îşareyê bi van xalan bikin: “Nexweşî û aloziyên pêwendîdar bi tendirustiya derûnî, nîgeranî û xemokî, guherînên jenetîkî, kirîza balixî, guhertinên hormonî, nexweşiyên laşî û êşên jiqasderçûyî, lawaziya bawerbixwebûn, hesta bêhêvî, kirîza nasname û xwenasîn û hwd.

Yek ji sedemên herî girîng ên xwekuştina di nav nûciwan û ciwanan de, pirsgirêkên bingehîn ên civakî û nebûna dûredîmena ne bo pêşerojê. Li Îran û Kurdistana di bin desthilata Komara Îslamî de, bi milyonan ciwan ti hêviyek wan bi paşerojê nîne û paşeroja karê wan rohn nîne. Ji aliyeke dinê ve ji hemû azadiyan hatine bêparkirin û îdyolojiya paremayî bi ser wan de hatiye sepandin, lewma bilindbûna asta xwekuştinê di welatekî wiha de dûr ji çavnihêriyê nîne.

Rojane li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rojane 300 ciwan tûşî madeyên hişber dibin

Organa Rêxistina Ciwanên Îranî bi belavkirina amareke dilêş a rewşa tûşbûn bi madeyên hişber ragihand, ku yek milyon kes ji tûşbûyên madên hişber li Îranê di bin temenê19 saliyê de û temenê tûşbûn bi madên hişber giheştiye 13 saliyê.

Li gorî nûtirîn lêkolînan, rêjeya girêdayiya ciwanan bi du madeyên nû û pir meyirsîdar ên bi navên “Krak û Şîşe”, bi şêweyekî gelek metirsîdar di bilindbûnê de ye. Pirsgirêkên civakî dibine sedema nexweşiyên derûnî û nexweşiyên derûnî jî dibine sedema xwekujî û bikaranîna madeyên hişber, lê bi kurtî û bi wate, sedema sereke ya zêdebûna van hemûyan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê zêdetir ji 40 salan e ku hemû beşên jiyana xelkê xistiye di bin bandora neyînî ya xwe de. Herwiha em dikarin bibêjin ku hem di vî warî de û hem di hemû warên dinê de, rewşa Rojhilatê Kurdistanê bi helsengandin digel parêzgehên navendî yên Îranê gelek xirabtir û kirîztir e.

KURDŞOP
521 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!