Hanî Murteza
Pêwendiyên civakî yek ji girîngtirîn aliyên jiyana me û bingeheke sereke ya çêbûna civakê ye. Kesên ku di warê civakî de bêtir pêwendiya wan bi malbat, heval, an civata xwe re hene, dilxweştir in û di warê fîzîkî de tendirustir in û temenê wan dirêjtir e û bi helsengandin bi ew kesên ku kêmtir pêwendiyek baş hene, pirsgirêkên tendirusitî yên derûnî kêmtir hene.
Pêwendiya civakî venagere li ser wan hevalên ku we hene, û herwisa ew yeka jî nîne ku hûn di têkiliyeke pabend de ne; belkî girîngiya kalîteya pêwendiyên nêzîk in. Jiyana rûbirûbûn an di nav pêwendiyeke jehrayî de ji tenêbûnê zirarîtir e.
Rûniştiyên taxên ku asta hevgirtina civakî ya bilind û pêwendiya wan bihêztir e, li gorî rûniştiyên taxên kêm hevgirtî, rêjeya pirsgirêkên tendirustiya derûnî kêmtir hene, serbixwe ne ji wê yekê ku taxekê çiqasî bêpar in an dewlemend in. Hevgirtina civakî ya taxan pêwendî bi kêmbûna nîşanên xemokiya kesên kal û pîr ve heye ku bêtir têkiliaya wan heye û kêmtir xemokî di wan de çê dibe.
Li gorî lêkolînekê, yên ku herî zêde dema xwe bi tenê derbas kirine, behsa wê yekê kirine ku hest bi xemokî û tenêbûnê kirine. Hevalên wan ên nêzîk û kesên dinê piştgiriya wan nekirine. Beşdarên vê komê meylek bo wê yekê hebûne ku di temenê navîn an jî malnişînkiriya wan de tûşê xemokî û têkiliyên lawaz bibin. Kesên kêm tenê ew bûne ku toreke civakî ya berfireh hebûne, di nav wan de têkiliyên nêzîk hebûne ku piştgiriya hestyarî pêşkêş kirine yan hatinûçûn û kombûnên malbatî û hevaltiya wan hebûye.
Pêwendiya di navbera tenêtî û tendirustiya derûnî de arasteyên bazneyî ye. Mînak behsa wê yekê dikin ku pirsgirêkên tendirustiya derûnî dikarin bibine sedema hestên tenêtiya zêdetir.
Rewşa tendirustiya derûnî şiyana bandora civakî kêm dike. Kêmbûna têkilyan dikare bibe sedema vekêşana civakî yan hestkirin bi qutbûna pêweniyan bi yên dinê re. Rewşa tendirustiya derûnî dikare bibe sedem ku xelk bi hêsanî hest bi westiyaneke zêde bikin ku bi yên dinê re pêwendiyê çê bikin. Herwisa rewşa giştî bo pêwendiya civakê dikare hest bi dijwariyan bike.
Rewşa tendirustiya derûnî bi hestên xwebimezin zanînê re tevlîbûn e û beşdar ji wê çewtekariyê ku belkî tûşê wan bibe, nigeran in, hekî pirsgirêkên xwe yên tendirustiya derûnî eşkere bikin. Herwisa hin rewş jî dikarin bibine sedema têgihîştina neyînî ya têkiliyên civakî, ku bibe sedema xemokî, kerb an bêsebrî li hember kesên dinê.
Piraniya deman rewşa dayîk û bavan bandoreke neyînî û demdirêj li ser têkiliyên civakî yên zarokên xwe çê dike. Berevajî vê, tendirustiya malbatê ya baş bi gelemperî bandorek erênî li ser têkiliyên pêşerojê yên zarokên wan dike. Ji bo baştirkirina têkiliyên zarokan di pêşerojê de, divê rewşa tendirustiya dayîk û bavan cihgir be.
Pîvanek din a girîng ji bo domandina têkiliyên civakî serdan û hevdîtinên bi xizm, heval û hezkiriyan re ye, ku li qadek berfireh a hundurê mirov xuya dike û bandorê dixe ser aliyên ruhî, meinewî û tendirustiya derûnî û laşî ya mirovan.
Mirov tenê bi xwarin û vexwarinê najî, pêdivî bi hezkirinê heye, pêdivî bi aramiya derûnî heye û ev ramiye jî, bi têkiliyên civakî yên tendirust ve çê dibe, ku tê de hezkirin were pêkanîn ku ew jî li ser bingeha rêz, hevfamkirin û asteke bilind a wekheviya bîrkirinê û dewreke baş çê dike.
Feylesofê Yûnanî yê navdar (Eresto 384-322) 2 hezar û 300 sal berî niha gotiye “mirov bi sirûştê re ajeleke civakî ye” û mehkûmê bi hev re jiyanê ye. Mirov di nav komê de nebe, nikare wekî mirov bijî, lewma divê mirov bi mirovên dinê re rojane danûstendinek baş çê bike.