Keyhan Mihemedînijad
Di guherinkariyên welatan de hin qatên cuda yên civakê hene ku bandorek zêde li ser guherinkariyan diafirînin û dibine sedema serkevtin an jî guhrinkarî di civatan de.
Qatên wek bazarî, kedkarî û ferhengî di nav civakan de hene ku di guherinkariyan de heta astekî bi bandor in û rabûna wan û mangirtina wan dibe sedema bihîstina dengê wan. Lê qatek dinê li rex wan qatan heye ku hem nifûza wan zêde ye û hem jî bi bandor e û eger ew jî tevlî meşa nerizayetiyan bibin, dikarin guherinkariyê misoger bikin, ji wê qatê re dibêjin “qata bê helwêst an jî qata gewir””.
Qata bê helwêst an jî qata gewir kîjan qat e?
Qata bê helwêst an jî qata “gewir” bi hin kesên civakê re tê gotin ku ne tenê guh nadin dînamîkên civakî, siyasî û heta çandî û li hember rewşa civakê xemsar in û girêdayî ti aliyên siyasî û hizbeke taybetî nînin, belkî her demekê çavdêriyê bi ser civakê re dikin û di dawiyê de xwe digel hereketên cuda yên siyasî û civakî diguncînin û bi bandor dibin.
Girîngiya qata bê hewlêst ev e ku ji piraniya civakê pêk tê û vegerîna vê qatê bo her aliyekê, çarenivîsa hereketê misoger dike.
Em ê naveroka vê gotarê derbarê qata bê helwêst vegerînine aliyê Îranê û em ê tekeziyê li ser wê yekê bikin, çima qata bê helwêst di Îranê de tevlî tex û qatên nerazî û dijberên hikûmetê nabe. Pirsek hin caran tê holê ku qata bê helwêst li Îranê nîne! Lê ez ê hin mînakan wir bînim ku bizanin axo qata bê helwêst li Îranê heye?
Di dema desthilatdariya Paşayetî li Îranê û heta dema şoreşa gelan a sala 1979an li Îranê li dijî dîktatoriya Paşayetî gelek hereket hebûn ku li ser hin qatên civakê kar dikirin ku bo aliyê xwe ve rabikêşin, lê alîgêrên wan kêm bûn; Bo mînak hereketên çepî li pey qata kedkar û werzêran bûn ku wan bo aliyê xwe rabikêşin û çendîn mînakên dinê yên wiha hene. Lê ya ku hat li ser qata bê helwêst kar kir, hereketa mezhebî bû ku karî bi xapandina civakê, xwe di nav wan de cihgir bike û yek ji wan qatên ku hejmara wan zêde bû û ber bi aliyê hereketa mezhebî ve çû “qata bê helwêst (gewir)” bû ku bi propagendeya hereketa mezhebî hate xapandin û şoreşa gelên Îranê bi qazancê wan dawî pê hat û xwe bi ser şoreşê de sepandin.
Îrana niha dabeş bûye bi ser sê aliyan de ku pêk hatiye ji alîgirên Komara Îslamî ya Îranê ku bi pare hatine kirin û destê wan bi xwîna xelkê sor bûye û nikarin dev ji hikûmetê berdin. Aliyê din jî pêk hatiye ji qateke nerazî û bêzarbûyî ji Komara Îslamî ya Îranê ku digel pêkhateya Komara Îslamî ya Îranê pirsgirêk hene û naxwazin ev hikûmete ser kar bimîne. Aliyê sê ku hem girîng e û hem jî metirsîdar e, ev jî qata bê helwêst e û vê gavê di Îranê de heye û naxwaze darayî û xweşiya wê têk here.
Em ê vir bêne ser bandora qata bê helwêst li ser guherinkariyên civakan û em ê bi çendîn mînakan rohnkariyekê li ser vê yekê bidin. Li vir em ê îşare bi serhildana xelkê Yugoslavî li dijî serkomarê vî welatî yê bi nave “Islobodan Mîlosêvîç” bikin.
Serhildanek ku wiha hate destpêkirin; Ev serhildan li 5ê Cotmeha 2000an pêk hat, lê dema wê ji mêj ve hatibû amadekirin. “Islobodan Mîlosêvîç”, Serokê Yugoslaviya berê, bi destpêkirina şerekî li vê komarê, tevî tûrekirina Ewropayê, welatê Amerîkayê jî neçar kiribû ku destêwerdanê di nav Sirbistanê de bike û vî welatî bombebaran bike. “Islobodan Mîlosêvîç” yek ji rêberên nasiyonalîstê Sirbî bû û Ewropiyan ev nasiyonalîste ji bo îro rojê ya parzemînê bi metirsîdar dizanî. Beriya hilbijartinên sala 2000an li vî welatî, dijberan bi piştevaniya rasterast ya derve li hev kom bûn û kesek bi navê “Vatislav Kuştonîtsa” wek berbijêrê xwe li dijî “Islobodan Mîlosêvîç” destnîşan kirin. Banghêjiya hilbijartinê nêzî 2 mehan dom kir û di wê midehê de şer û aloziyên di welat de zêde dibûn. Di dawiyê de hilbijartin li 24ê Îlonê hatine kirin û di demekê de ku dijberan serkevtina berbijêrên xwe li hember “Islobodan Mîlosêvîç” ragihandin, Komîsyona Hilbijartinan ragihand ku yek ji her du berbijêrên sereke nekarîne nîveya dengan bi dest bixin û ji ber vê sedemê jî hilbijartin bo dewra duyem hatine kirin. Li Montînêgro û Kosovayê xelkê ew hilbijartine boykot kirin, ji ber vê yekê jî Mîlosêvîç bi piraniya dengan di dewra duyemîn de serkevtin bi dest xist. Dijberan encam qebûl nekirin û serhildana xelkê hate destpêkirin û heta roja 5ê Cotmeha heman salê xwenîşander gihîştine Bêlgradê û dest bi ser avahiyên hikûmetî de girtin. Polîsan zêde li ber xwe nedan û wê rewşê dawî bi desthilatdariya Mîlosêvîç anî û dijberên navbirî dest bi ser hikûmetê de girtin.
Di vê serhildanê de xelkê serhildanek tûreyî dest pê kirin û digotin ku Mîlosêvîç zêdetir ji deh salan jiyana wan diziye. Lê di nav wê serhildanê de girûpek ji xelkê hebû ku tevlî xwenîşandana girseyî nedibûn û digotin, başe ger Mîlosêvîç biçe dê kê bê ser kar û çi hikûmetek desthilatê bigire dest. Lê dirûşma xelkê din ji bo wê qatê ev bû, “hûn werin, em ê serhildanê dest pê bikin û emê Mîlosêvîç ji nav bibin û wê demê em ê ji bo hikûmetek din li hev bigerin”.
Her ev bû ku ew qata tevlî hemû qatên din ên civakê bû û bi yekcarî desthilatariya Mîlosêvîç ji nav birin. Ev qata bi “qata bê helwêst” hate nasîn.
Mînakên wiha gelek hene ku em dikarin bînin. Di niha de tevlîbûna qata gewir bi hemû qatên neraziyên dinê yên civaka netewên di Îranê de dikare dema herifîna desthilata dîktator a Îslamiya Îranê zûtir bike.
Em gelek dûr naçin û em ê bi paş ve bizavirin û bêne dema serhildana Jînayê ku roja 19ê Îlona 2022an, çexmaxeya wê ji Kurdistanê ve lêda û paşê tevahiya erdnîgariya netewên di Îranê de li xwe girt. Serhildanek ku bi beşdariya gelek qatên civakê hate destpêkirin û qatên cur bi cur yên civaka netewên di Îranê de li dijî dîktatoriya di Îranê de serhildan kirin. Lê di nav vê serhildanê de qatek tevlî xelkê bêzarbûyî ji desthilatdariyê diyar nebû û tenê temaşavan bû, ev “qata bê helwêst” bû. Di nav torên civakî de bi berdewamî ew qate rastî rexneyên xelkê hatiye û gelek ji bikarhênerên torên civakî wiha li dijî wê qatê nivîsîne: “Binivîsin bê dengî, bixwînin xiyanet”. Di piraktîk de jî ev qate berdewam rastî rexne û berteka xelkê li ser şeqaman hatiye û heta gelek hunermend û kesayetiyên xuya yên civaka Îranê li dijî wê qatê axivîn û nekarîn bê deng bimînin.
Di rastî de beşdarî nekirina wê qatê di nav xwenîşandana de, bi curekê “xweşderbaskirin”a wan e. Ew naxwazin dahat û xweşiya ku tê de ne ji dest bidin û ewa ku ji bo wan girîng e sermaye û bazara wan e. Ew demekê têne nav qada şoreşê an jî serhildanekê ku alxahîn bin dê ew serhildane serbikeve û sermeya û xweşderbaskirina wan di metirsiyê de nebe û rastî dana nirxan neyên.