Tiştên bênirx di nav torên civakî de û bînerên wan li Kurdistanê

Aso Esedî

 

Di cîhana îro de gelek caran sînorê di navbera bênirx û girîngî de bi qasî tayeke porê zirav dibe, her lewma jihevcudakirina wan ji bo hemû kesî hêsan nîne. Di her welat û civakekê de mînakên bênirx pêka kultûr, bawer, resm û adetên wê civakê tê pênasekirin, her lewma gelek caran em dibînin ew tişta ku li cem me bi bênirxî hatiye naskirin di cihek dinê ya cîhanê de bênirx û qedexe nîne û berevajî ye.

“Milan Kundera”, nivîskar û feylesofê Çekoslovakî bi vî rengî behsa bênirxiyê dike: “Bênirxî diyardeyek e di civakê de ku ji bo her kesî gelekî balkêş e”. “Kundera” vê diyardeyê bi dilrakêşa haşahilnegir a bênirxiyê bi nav dike.

Li gorî vê nerîna “Kundera”, xelkê hezeke taybetî ji bo her tiştek astnizim, kevneperestî û netemam hene. Bo mînak fîlmên giryanî, xemgîn, bêwate û bêbingeh mîna piraniya berhemên Tirkî, perawêzên asayî yên jiyana sêlêbirîtiyan û werzişvanan, ji bo kes û malbatan dibine mijarek balkêş.

Rewş li vir krîztir dibe ku cîhan di niha û nemaze dehika borî de ji ber geşeya “dinyaya xazeyî” (dinyaya mecazî) û hatina holê ya “layk û falowêran”, di wî warî de gelek aloztir bûye. Balkêşiya bênirx tenê di yek tiştî de ye, ku ew jî kêfa demkî ye. Mixabin gelek kes, bi taybetî ciwanên Kurd, ji bo bîstek xweşiyê ti tiştekî berçav nagirin û girîngiyê didine komek kesên pêkenok, sivik û bênirx. Di dawiyê de, pêşbirkêya bênirxiyê dest pê dike, û her çiqas bênirx be, bêtir tê hezkirin û alîgirên wê zêdetir didin. Her lewama ew tiştên ku em di îro de dibînin, tenê bênirxî nîne, belkî maratoneke bênirxiyê ye, helbet jiyankirin di niha de mebest ji wateya wê ya erênî nîne, belkî jiyanek e bo revîn û bîrkirin ji paşerojê û xweveşartin di derbasbûyî de.

Ji berhemanînê ve bo bikaranînê;

Bênirxî du ser heye, yek berehem tîne û yek din jî bikar tîne. Di torên civakî yên weke Instagram de, evên ku mijûlê pêkenokî, xwesivikkirin û dijûnfiroşiyê ne, bi dehan hezar falowêrê wan heye, lê di halekê de ku navdar û zanayên Kurd û hunermendên rastîn ên Kurdewarî tenê rêjeyeke kêm wan nas dikin û alîgirek kêm hene. Em berdewam dibînin ku bînerên fîlmên bênirx ên Tirkî û bê wate û qur ku rojane têne belavkirin, çiqas zêde ne.

Ev mijare bûye metirsiyek mezin bo ser civaka Kurdewarî, bi taybet dema ku em dibînin dewletên dîktator û dagîrker ên wekî Îran û Tirkiye ev yeka bi derfet zanîne û ji bo berjewendiyên xwe û xapandina malbatên Kurd ku pêkhênerê Kurdistanê ne, sûd jê wergirtine. Ew ji wan kesan re derfetên çêtir peyda dikin ku di her warî de bibin xwediyê zêdetirîn berhemên bênirx da ku berhemên girîng û bi sûd bi tevahî ji ber çavan bêne wundakirin û bi taybet ciwanên civaka Kurdistanê di nav vê bênirxiyê de bêne xeniqandin.

Ji aliyek dinê ve hin caran hunermendên Kurd jî di bin bandora vê mijarê de dimînin û ji bo qezenca zêde berê xwe didin berhemên bênirx.

Axo em dikarin pêşiya vê karesatê bigirin?

Bêguman exlaq, kiryar û beşeke zêde ji kesayetiya her takekê di zarokatiyê de ji aliyê dayîk û bav û malbatê ve tê şikilgirtin, lewma perwerdehiya baş û pênasekirina rast a nirxan û buahayan û ji aliyek dinê ve jihevcudakirina bênirxî û buhayan heta astek zêde dikare di hişê wan de bê cihgirtin.

 

Lê em jî di hember xwe û civakê de divê xwe bi berpirsiyar bizanin û hîn bin ku girîngiyê bidine dem û jiyana xwe û rê nedin ku ew dema girêng ku me heye, bi xwendin, bihîstin û dîtina tiştên bênirx bi heder biçe.

Herwisa divê em hewl bidin gotarên binirx ku zaf in di fêrkariyên dirust û bi sûd de belav bikin û berevajî jî, ji belavkirina tiştên bênirx bi taybet li torên civakî xwe dûr bigirin, da ku xeleka dûr û dirêj a bênirxan dema ku digihine cem me bêne qutkirin.

Dawî;

Renge em bikarin bênirxan bi şêweyeke narasterast bi beşek ji şerê nerm ê welatên dagîrkerên erdnîgariya Kurdistanê bihesibînin, lewma hewce ye di hember de jî me bertekeke guncaw ji bo wan mijaran hebe ku di demdirêjiyê de û bi hebûna planên guncaw ji bo malbatan bi awayekî bingehîn li hember vî şerî derkevin.

Şerek ne ji bo dagîrkirina ax û erdnîgarî, belkî ji bo dagîrkirina dil û hişê takê Kurd.

KURDŞOP
595 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!