Kazîwe Reşî
Zarokên serdema îro piraniya demên xwe bi teknolojiyê re derbas dikin, û piraniya dem jî bi tenê ne, ji ber vê yekê wan demeke kêm heye ku tevlî endamên malbatê û kesên dinê bin.
Eger zarok di warê pêwendiyên civakî de şarezayiyên kêm hebin, dema ku ew mezin bibin, pêwendiyên wan yên civakî bi xelkê re lawaz dibin, ku ev jî zirarê dide jiyan û ew pîşeya ku dibin.
Piraniya teknolojiyên herî adetî ku zarok bikar tînin ji “lîstikên vîdyoyî, telefonên zîrek, televîzyon, kompiyuter, tablet, înternet, torên civakî, xizmetguzariyên axavtinê, amûrên hejmartinê” û hêj gelek tiştên dinê pêk tên.
Teknolojî di guhertina awayê perwerdekirina zarokan de rolek mezin dilîze
Di serdema îro de, bi helsengandin digel salên 1990an, zarok bi rêjeyeke zêde teknolojiyayê bi kar tînin. Piraniya kompaniyên warê teknolojiyê ji bo zarokan çendîn amûrên elektronîkî berhem anîne ku wisa kiriye hejmareke zêde ji zarokan pê ve mijûl bin.
Divê malbat wê yekê fam bikin ku zarokên îroyîn hez bi “Melabacêne, xweveşartin, Helmaqoyîn, Sê Riske û Quçe” yên ku berê ji bo wan kêfxweş bûn û niha ji bo wan bîranîneke pîroz e, nakin.
Lîstikên herî kêfxweş ên nifşa îro “PlayStation, Rollbox, Overcook, Minecraft, Angry Bird” û gelek lîzên dinê ne, ku di dawiyê de ev ji bo wan dibine bîranîn.
Pirsgirêkên herî diyar ên ku zarok ji ber bikaranîna zêde ya teknolojiyê rû bi rû dibin
1- Bikaranîna zêde ya teknolojiyê ji aliyê zarokan ve, wisa dike ku zarokan ji fêrbûna hest û hezkirina derdora xwe dûr bike. Serdema ku em niha tê de dijîn, serdema teknolojî û geşekirinê ye, nabe malbat di pêşketina bilez a teknolojiyê de kêm zanyarî û kêm ezmûn be, çimkî neşarezayî û hişyarnebûna dayîk û bavan ji teknolojiyê rola dayîk û bavê kêm dike.
Nabe kesê ku piraniya demên xwe bi zarokan re derbas dikin, amûreke bê can û bê ruh be û ji hemû hesta ku zarok hewcehî pê heye, bêpar be; Ev yeka wisa dike ku pir caran zarok bi pirsên li ser van amûran asta emeg û zanistî ya dayîk û bavan binirxîne, bi watayekî dinê, pirsek ji bo ceribandina mezinan, ne bi armanca hînbûn û famkirinê.
2- Zêde bikaranîna teknolojiyê dibe sedem ku zarok perawêzxistî bibe û xwe ji derdora xwe dûr bigire û bixwaze zêdetirîn dema xwe bi teknolojî û amûrên zîrek re derbas bike, ku ev yeka jî bandorê li ser pêwendiyên civakî dadinê û wisa dike ku ew têkilî lawaz bibe, çimkî heza zarokan bo tevlîbûna derdorê namîne.
3. Zêde bikaranîna teknolojiyê dibe sedem ku zarok hez nekin bi hev re têkel bin û ji derketina derve û lîstina li tax û kolanan xwe dûr bigirin. Înternet û lîstikên vîdeoyî ji bo piraniya zarokan bûye adet û piraniya zarokan bûne qurbanî û ji ber kontrolkirina wan ji aliyê înternetê ve rastî zirarê hatine. Hin zarokên din jî tûşê lîstikên vîdyoyê bûne ku wisa wan dike ku ti demek wan nebe da ku bi zarokên dinê re têkel bin, di encamê de tenêtî û bêzarbûn di nav zarokan de ber bi zêdebûnê ve diçe.
4- Derbaskirina demê bi ser şaşeyekê re dibe sedema qelewbûna zarokan, ew zarokên ku demeke zêde ji bo bikaranîna teknolojiyayê dadinên, demeke kêmtir dibin ji bo hereket û werzişkirinê. Ev cure zarokane xwarinên bilez ên wek “lefe, pîtza û hembergêr”, gelek dixwen, û eva jî dibe sedema qelewbûna wan.
Qelewî jî dibe sedama nexweşiyên wek “sistiya dil, herwisa dibe sedema bêzariyê û herwisa nesaxiya şekir jî li pey xwe tîne û eger ew nesaxiyane rastî zarokan bên lihemberderketina wan gelek zehmet e.
Dayîk û bav çawa bikarin zarokên xwe ji zêde bikaranîna teknolojiyayê bi dûr bigirin?
Pêwîst e dayîk û bav bi lîstin digel zarokên xwe dem derbas bikin da ku bi berdewamiya rojê, ji mêzekirina televîziyon û lîstin bi lîstikên vîdyoyî re biparêzin. Yek ji sedemên sereke ku wisa ji zarokan dike ku demeke zêde ji bo teknolojiyayê dabinên, vedigere li ser mijûlbûna dayîk û bavan. Pêwîst e ku dayîk û bav dudilî nekin ji birina zarokan bo “avjenîkirin, lîstina tenîsê, topa pê û qedemlêdan bi wan re di nav parkan de” û herwisa lîstin bi candarên malî re û ajotina bisîkilêtan bi wan re bin.
Herwisa pêşbirkeyên laşî di mal de bi wan re bikin ku ew çalak û dilşad bimînin û wan perwerde bikin da ku bikarin karê malê bikin bo wê ku her tim ji bo derbaskirina karên xwe benda dayikên xwe nebin ku karên wan bikin.