Xebata xwendekariyê li zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê

Roj Qadirî

Li Rojhilatê Kurdistanê hevşêweyên deverên din ên Îranê, bi hatina meha Îlonê û vekirina dibistanan, zanîngeh jî têne vekirin û sala nû ya xwendinê dest pê dibe. Li zanîngehan berevajiyê dibistanan, derfet ji bo çalakiyên xwendekaran zêdetir e û em dikarin bibêjin ku zanîngeh tenê cihê xwendina akademîsyenan nîne, belkî xwendekar dikarin di warê xwendina xwe de komek çalakiyên cuda hebin.

Çalakiya xwendekaran    çi ye?

Çalakiya xwendekaran ji   bo wan    hemû çalakiyên zanistî, çandî, medenî û siyasî tê gotin  ku xwendekar li zanîngehan encam didin û ev çalakî    bi giştî (ji xeynî xebatên zanistî) pêwendiyeke wisa digel warê xwendina xwendekaran nîne. Armanca sereke ya van çalakiyan    jî, bilindkirina asta hişyarî û zanyariya xwendekaran e û li arasteya berjewendî ya xwendekar, zanîngeh û civakê têne lidarxistin.

Bi giştî di van çalakiyan de, zanîngeh (wek beşa îdarî) kêmtirîn mudaxeleya wan heye û xwendekar birêveber û xwedan hizrên van çalakiyan    in. Helbet çalakiyên xwendekaran li zanîngehên cîhanê bi hev re cuda ne û li gorî pêkhateya civakî û siyasî aliyên cuda li xwe digirin. Em ê di vê gotarê de li ser çalakiyên xwendekaran ên li zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê bisekinin.

Çalakiyên xwendekaran    li zanîngehên Îranê

Ji ber ku Îran welatekî azad û demokratîk nîne û sîstema siyasî ya vî welatî sîstemeke îdolojî ya olî ye, vê mijarê jî bandoreke nerênî li ser sîstema perwerdehiya vî welatî daniye, bi taybetî di zanîngehan de ku hertim atmosfereke ewlehiyê    serwer e. Di zanîngehên Îranê de komek yasayên tund hatine danîn ku xwendekar di gelek waran de sînordar kirine û ne tenê bandoreke nerênî li ser çalakiyên xwendekaran    daniye, belkî bi dehan astengî jî li pêşiya warê xwendinê çê kiriye.

Di Îranê de her çalakiyek ku ji derveyî çarçoveya siyaset û îdolojiya Komara Îslamî ya Îranê be, neyasayî ye û di heyama temenê vê sîstemê de, hezaran xwendekar her bi van sedeman hatine girtin, kuştin û ji xwendinê bêpar bûne. Lewma    dema ku em behsa çalakiyên xwendekaran    li Îranê, bi taybetî jî çalakiyên siyasî yên xwendekaran dikin, di rastî de behsa çalakiya xwendekaran dikin ku xwendekarên Îranî buhayek zêde ji bo wan dane.

Çalakiyên xwendekaran    li zanîngehên Kurdistanê

Her kesê ku zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê bo rojekê jî dîtibe û hest bi atmosfera zal bi ser van zanîngehan de kiribe, dizane ku ew çalakiyên xwendekaran li van zanîngehan têne lidarxistin, bi rastî xebata xwendekarî ye û çalakvanên xwendekaran jî ku ji bo berjewendiyên netewî yên kurd û Kurdistanê çalakî dikin, xebatkarên xwendekar in.

Weke warên din, zanîngehên Kurdistanê jî, digel zanîngehên din ên Îranê ciyawazî hene, em behsa hin zanîngehan dikin ku di nav axa dagîrkirî de ne, lewma    desthilat li hember wan gelek hestiyar e û herdem helwêsteke tund nîşan dide. Atmosfera zal bi ser zanîngehên Kurdistanê de, zêde ewlehîtir e û sizayên ku bi ser xwendekarên kurd de têne sepandin ji deverên din ên Îranê gelek nemirovîtir e. Lewma    niha xwendekarên kurd bi helsengandin digel xwendekarên din ên Îranê, hertim herî zêde nirx û qurbanî dane.

Her ji dîtingeha dagîrkerî ve, hertim desthilat li hember çalakiyên xwendekarî yên xwendekarên kurd gelek hestiyar bûye û hertim hewl daye ku van çalakiyan kontrol bike yan jî bixe bin çavdêriya xwe ya tund û nehêle xwendekarên kurd ti sînorekî wan derbas bikin. Helbet hemû ev çavdêrî û hewl, nekariye çalakvanên xwendekarî yên kurd ji çalakiyên xwe dûr bixe û xwendekarên kurd her tim di qadan de bûne.

Xebatkarên xwendekarî yên kurd, tevî zextên dezgehên ewlekarî yên Îranê, hertim bi xebata çandî, siyasî û medenî li qadan bûne û ji bo berjewendiyên netewî yên kurd û Kurdistanê xebat kirine û armanca wan jî xizmetkirin bi netewe û axa xwe bûye. Di vê derheqê de cihê destê wan diyar e û nirxên zêde jî dane ku di vê gotarê de derfeta behskirina wan nîne. Wek mînak di dema şoreşa Jînayê li Rojhilatê Kurdistanê, xwendekarên kurd zanîngeh kirin bi çepereke qahîm ji bo hawara nasnamexwazî û sekinandin li dijî zilm û dagirkeriyê.

Hin çavdêrên siyasî û çalakvanên xwendekaran    yên berê, nerîna wan li ser wê baweriyê ye ku çalakiya xwendekaran li zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê ber bi lawaziyê ve çûye û divê xwendekarên kurd ên ku nû diçine zanîngehan, di vê pêwendiyê de bêne hişyarkirin û rênimayiyên pêwîst ji bo wan bêne kirin. Her çend ez li ser wê baweriyê me ku li gorî dem û rewşa civakî û siyasî, çalakvanên xwendekarî bi başî kar kirine û bi xwe bi başî dizanin çi çalakiyekê bikin, lê li gorî erk û ezmûnên ku min di vî warî de bi dest xistine, dixwazim behsa çend xalan ji bo wan xwendekaran bikim ku ji nû ve diçine zanîngehan.

Xebatkarên xwendekarî yên kurd di zanîngehan de dikarin çi çalakiyan    hebin?

Em bixwazin û nexwazin, her çalakiyek li Rojhilatê Kurdistanê siyasî ye. Bi giştî bi sedema reftar û helwêsta desthilatê, mijarek wiha hatiye gorê. Herwisa pêka vê ku pirsa siyasî li cem me kurdan, pirsa netewî ye û divê em li ser vê mijarê rijdtir bin û çalakî û xebata me di vê çarçoveyê de be, lewma    ji vê dîtingehê ve ez ê çend xalan    derbarê çalakî û xebata xwendekaran pêşkêşê we bikim û xwendekar dikarin ji van xalan sûd werbigirin û ez hêvîdar im ev xal    li cem we bîrokeyên nû çê bikin.

- Xebatkarê xwendekarî yê kurd divê derbarê hemû van mijana pêwendiya wan bi pirsa nîştimanî û netweyî ya kurd û Kurdistanê ve hebe û helwêstê siyasî nîşan bidin. Ev helwêst    dikare di çarçoveya weşana daxuyaniyan de be, yan kombûnên nerazîbûnê di zanîngehan de be. Bo mînak dema xwe, me di zanîngehê de ji bo rojên diyarîkirî yên wek boykota hilbijartina parleman û serkomariya Îranê    daxuyanî diweşand û me daxwaz ji xwendekaran dikir ku di proseyên wiha yên nedemokratîk û nimayişî de beşdariyê nekin, yan piştî binçavkirina çalakvanên xwendekarî, me kombûna nerazîbûnê li dar dixist.

- Xebatkarê xwendekarî yê kurd nabe zimanê xwe ji bîr bike û divê li hember projeya asmîlasiyona hikûmetî derkeve holê. Bo mînak dema xwe, me di zanîngehê de dersa zimanê kurdî bi awayê    xwebexşane bi rê ve dibir û me xwendekar hînê rênivîs û rêzimana kurdî dikir. Herwisa me berdewam di hilkeftên netewî de belavok di nav xwendekaran de belav dikirin.

- Divê lidarxistina konferansên wêjeyî û semînerên siyasî, çandî, zanistî û medenî her tim di bîra xwendekarên kurd de be. Bo mînak me her tim bi hilkefta 21ê Sibatê roja cîhanî ya Zimanê Dayîkî konferans an semîner li dar xist û bala xwendekaran bo aliyê vê mijara girîng radikêşa. Yan me li ser hin mijarên wek jîngeh, folklor, wêje, çand û ziman û hwd,  semînar bi rê ve dibir û me ji kesên şareza sûd werdigirt.

- Belavkirina kovara xwendekarî yek ji çalakiyên girîng e ku divê bi başî kar li ser bê kirin. Xwendekar dikarin mohleta weşana kovarê ji zanîngehê werbigirin û ji vê rêyê ve kar ji bo hişyariya netewî ya xwendekaran bikin.

- Avakirina encumen û binkeyê jî di zanîngehê de, yek  ji wan karên   din    e ku xwendekarên kurd dikarin encam bidin. Bo mînak dema ku em xwendekar bûn, me di zanîngeha xwe de du binke ava kiribûn ku yek ji wan binkeya jîngehê û ya din binkeya ziman û wêjeya kurdî bû ku me di wan waran de çalakî dikir û me bi heq karî karên baş jî bikin.

Encam:

Di vê derbarê de xwendekarê kurd dikare kar û çalakiyên zêde bike û nabe ji bîr bike ku zanîngeh tenê şûna xwendina akademî nîne. Di vê rêyê de jî, pêwîst e xwedan îrade û hesta bixwebawerbûna wî    bihêz be, heta ku zextên desthilatê nekare wan bixe qedeman û xizmeta xwe berdewam bikin. Herwisa divê di hemûyê wan karan de bi awayekî aqilane tevbigerin û nehêlin hîs bi ser wan de serwer be, da ku dagîrker wan şikeste bide.

KURDŞOP
680 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!