Sîstema perwerde û hînkariyê li Japonyayê

Dîrok ji me re dibêje ku her welatek ku bêtir girîngiyê dide perwerde û hînkariyê li gorî welatên din pêşkeftin hebûye. Her welatek jî li sîstema perwerdehiyê, ji bo sepandina îdeolojiya siyasî an olî ya xwe mifah wergirtibe û guh nedabe bi standardên perwerdehiyê, ev welat ne tenê pêş neketiye, belkî civaka wî welatî tûşî bi dehan kirîzên din bûye.

Di her beşek li Kurdistanê perwerde û hînkarî bi awayekê ye, weke mînak perwerde û hînkarî li Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku dagîrkirî ye, li gorî siyaset û îdeolojiya Komara Îslamî ye û tenê rêya çareseriyê, ji bo danîna sîstema perwerdehiya standard li wî parçeyê Kurdistanê rizgarî ye.

Lê, li Başûrê Kurdistanê, ku perwerde û hînkarî di destê desthilatdarên Kurd de ye, mirov dikarê pir karên baş encam bide. Weke mînak divê Başûrê Kurdistanê di warê perwerde û hînkariyê de ezmûna welatên weke Fînlanda û Japonyayê di warê perwerde û hînkariyê de mifahê werbigire.

Min berê di gotareke din de behsa sîstem perwerde û hînkarî ya li Fînlandayê kiribû û di vê gotarê de ez ê li ser sîstema perwerde û hînkariya Japonyayê binêrim.

Japonî di vê baweriyê de ne ku her zarokek xwedî şiyana fêrbûnê ye û têkoşîn û dîsîplîna mirovên serkeftî di xwendinê de misoger dike, ne şiyana zanistî. Sîstema perwerdehiya Japonya serkeftîtirîn sîstemên perwerdehiyê yên cîhanê ye, bi awayekê ku di wî welatî de ti nexwendevanek tine ye.

Perwerdehiya destpêkî ya serdemê zarokatiyê li malê dest pê dike. Bi vê mebestê pirtûk û bernameyên televizyonê yên curbicur hene ku bo alîkarî dan bi dayîkan bo perwerdekirina zarokên van hene. Perwerdehiya li malê di warê perwerdehiyê de li perwerdehiya dibistanê ti cudahiyek di gel tine ye.

Dersxwînên Japonî kincên taybet li xwe dikin û li dibistanê bi mamosteyê xwe re firavîna xwe dixwin û ev yek jî bûye sedema pêwendiyeke baş û dostane di navbera dersxwîn û mamosteyan de.

Dersxwînên Japonî pir hogirê dibistanê ne. Li gorî amaran, ji sedî 85ê dersxwînên li Japonê li dibistanê îhsas bi dilxweşiyê dikin û ji sedî 91ê dersxwîn jî dibêjin ku wan di jiyana xwe de ti carî gotinên mamostayên xwe pişt guh nexistin e.  

Di dibistanên Japonya de matematîk hefteyê 235 deqe tê gotin, ziman û zanist jî her hefte ji 205 û 165 deqeyan kêmtir tên hîn kirin.

Piraniya dersxwînên Japonî piştî dibistanê beşdarî kargehên fêrbûnê dibin da ku ew bikarin tiştên zêdetir hîn bibin. Hin kargeh li malê an li cihên ji bilî dibistanan tên lidarxistin.

Piraniya dibistanên Japonî xwediyê sîstemên destpêragihîştin bi pisporên tenduristiyê ne. Û Ji sedî 90ê dibistanan xwediyê lîstikgehên werzîşê û ji sedî 75ê wan jî hewzên avjeniyê hene.

Li vî welatî dersxwîn bi otobusê hatin û çûnê nakin û divê dersxwîn rêya malê heya dibistanê bimeşin an jî bi baskîlê herin dibistanê.

Di dibistanê de her dersxwînek xwedan refên pêlavan ê taybet e û tenê pirtûk û tiştên ku jê re hewce ne bi xwe re dibin bo pola xwe. Her dersxwînek jî bi pêlavên taybet ên werzîşê tê. dersxwîn dema dikevin dibistanê pêlavên nerm û rehet li xwe dikin ji ber ku rojê 8 demjmêran li dibistanê ne.

Li Japonyayê dersxwîn dibistanan bixwe paqij dikin. Ji bo vê armancê demek taybet hatiye diyarkirin. Di dema paqijkirina dibistanê de ji bo ku dersxwîn îhsasek baş hebin, muzîkê belav dikin. Ev şêwaza, di zarokan de hesta berpirsiyariyê çêdike.

Dibistanên vî welatî di seranserê sala xwendinê de du festîvalên mezin li dar dixin: Festîvalên werzîşê û festîvalên çandî. Festîvalên werzîşê di dawiya demsala Havînê de tên lidarxistin. Ev rikeberiyên han ji bo dersxwînan kom fersendên pir baş in bo xwe nîşandana dersxwînan û şiyanên van.  

Çalakiyên jêrê yên bernameyan di pola çaran de dest pê dikin û ev in: “Basketbol, ​​xwarin pêjandin, dirûman, lîstin, xebata bi nermalavan û lêkolînên zanistî û … hwd.

Yek ji taybetmendiyên sîstema perwerde û hînkariya Japonyayê "nasnameya bi komî ye. Dersxwîn di polê de bi hev re ne û polan bi hev re diqedînin. Di nav dersxwînan de ti cudahiyek tine ye û vê yekê ji destpêkê heya dawiya zanîngehê Japonî kêfxweş û saxlem kirine. Di dibistanan de, ew dersxwîn jî ji stres û hizran diparêzin û hesta xwebaweriya wan zêde dikin.

Bilindbûna şiyana berdewam, xwe kontrolkirin, peycûrî, têkoşîn û hesta xwebaweriyê bûye sedema vê ku zarokên Japonî heftê zêdetirî 10 demjimêran matematîkê hîn bibin û hest bi westan û nexweşiyê nekin. Ev îspat dike ku serkeftinê ti pêwendiyek bi IQ-ya bilind re tine ye.

KURDŞOP
632 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!