Karsazê Şirnexî navendekî ‘’Dûpişkan’’ ava kir: 3 hezar dûpişkan xwedî dike

Ridvan Kurt dibêje piştî nivîsa li ser dûpişkan xwendiye giringiya jehra dûpişkê zaniye û têgeheştiye ku di xebatên onkolojiyê de tê bikaranîn û ew jî ji bo karûbarên bijîşkî gelek giringe  û biryar daye ku navendekî ava bike.

Şadî

Kurdshop – Ridvan Kurt, ku xelkê Şirnex a Bakurê Kurdistanê ye, 3 sal berî naha Navendekî Berhemanîna Dûpişk û Jehra wê ava kir û naha 3 hezar dûpişkan xwedî dike.

Ridvan Kurt ê teman 42 salî ku derçûyê Zanîngeha Kocatepe ya Afyon a Tirkiyê û Fakulteya Fen Edebiyat beşa Biyoloji de lisansa bilind xwendiye û lisansa xwe ya bilind jî li ser lêkolîna dûpişkan temam kiriye, di sala 2006ê de piştî kul i ser dûpişkan nivîsekî dixwîne biryar dide lêkolînê bike û li bajarê xwe navendekî bi wî awayî veke.

Ridvan Kurt, piştî wê jî 3 sal berî naha li navçeya Cizîr a ser bi bajarê Şirnexê li herêma pîşesaziyê li ser qadeke 6 hezar û 300 metre çargoşe ya sergirtî Navenda Berhemanîna Dûpişk û Venom (Jehr) ango bidestxistina jehra dûpişkê ava dike û 300 dûpişkan li herêmê kom dike û wan bi rêbaza anîna ba hev û cotkirinê ve hejmara wan derdixe 3 hezar dûpişkan.

Herwaha 3 di wê navendê de 3 karmendên pisporê taqîgeh ango ezmûngehê bi giştî 4 kes kar dikin û her 25 roj carekî jehra wan dûpişkan tê wergirtin û ew jehra ku tê bidest xistin jî li cîhekî bin sifrê 86 dereceyî de tê parastin.

Jehra tê bidestxistin ji aliyê tibbî û bijîşkî ve gelek giring e

Ridvan Kurt dibêje piştî nivîsa li ser dûpişkan xwendiye giringiya jehra dûpişkê zaniye û têgeheştiye ku di xebatên onkolojiyê de tê bikaranîn û ew jî ji bo karûbarên bijîşkî gelek giringe  û biryar daye ku navendekî ava bike.

Herwaha li gel xebatên teorîkî, xebatên li qadê jî lê zêde dike û li herêmê cureyên dûpişkan lêkolîn dike û dibêje: ‘’Li herêma me cureyên dûpişkan ji aliyê tibbî û bijîşkî ve gelek giring in û em wî tiştî baş têgeheştin. Li herêmê dûpişkên reş û zer ku wek Androctonus Crassicauda tê zanîn em li ser kar dikin û ev cureya jehrê ji aliyê tibbî û bijîşkî ve giringe û kar li ser tê kirin.’’

Ridvan Kurt diyar kir: ‘’Li herêmên çiyayî û kawilan de me 2 salan de nêzîkî 300 dûpişkan kom kir û li navenda xwe û di labaratuvar ango lêkolînxaneyê de piştî lêkolînên pêwîst hatin kirin, me ew anîn ba hev û cotkirin û hejmara dûpişkên xwe me gehande 3 hezar dûpişkan.’’

Ridvan Kurt got: ‘’Li vê tesîs û navendê em têrkirin û jehr wergirtinê bi awayekî serkeftî pêktînin. Jehra dûpişkan em dikarin 25 rojan carekî pêkbînin. Dûpişkên ku bi nizamî û sîstematîk tên têrkirin dikare ji wan 25 rojan carekî jî jehr bê wergirtin. Tenê 3 meh xewa wan a zivistanê heye, lê salê 10 caran her dûpişkek dikare jehr jê bê wergirtin. Dema ku ew jehr jî em dikin toz, ji wê jî 5/1 dikare berhem bê bidest xistin. Armanca me pêşxistina vê sektorê ye.’’

Ridvan Kurt diyar kir, ew navenda wan dikare 20 hezar dûpişk lê bên xwedî kirin û got: ‘’Em bi awayekî sîstematîk berhemê jehrê ji dûpişkan werdigrin û ew berhemê jehrî jî em di cîhekî ku bin sifrê 86 dereceyî de diparêzin. Armanca me ji aliyê tibbî û bijîşkî ve ew zindiyên ku xwedî giringî ne û xwedî jehr in, bingehekî ava bikin ku ew jehr bê bidest xistin. Herwaha ji bo firotina wê jehrê jî li derveehr bê bidest xistin. Herwaha ji bo firotina wê jehrê jî li derveyî welat li gel 7 kompanyayan hevdîtinên me berdewam dikin.’’

KURDŞOP
775 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!