Pîskirina çavkaniyên avê wateya wê ziyangihandine bi me û jîngeya me

Roj Qadirî

Li hin navçeyên Kurdistanê parastina jîngehê heta astekê bûye çand. Lê mixabin li hin navçeyan ne wisa ye. Parastina jîngehê gelek warên cûda hene, herweha ziyangihandin bi jîngehê jî bi heman awayî ye. Di vê nivîsê de ez dixwazim behsa pîskirina çavkaniyên avê û bandora wê li ser jîngeh û mirov bikim. Sedema hilbijartina vê mijarê jî ev e ku mixabin li gelek navçeyên Kurdistanê bi kêmî giringî bi çavkaniyên avê tê dan û metirsî li ser çavkaniyên avê yên Kurdistanê heye. Divê em vê yekê ji bizanin ku Kurdistan yek ji herêmên dewlemende di warê avê de û çave gelek aliyan li ser e.

Pîskirina çavkaniyên Avê Çî ye?

Pîskirina çavkaniyên avê yek ji gefên herî giringe li ser êkosîstema avî. Ev pîskirin gelek ziyanên din weke têkdana jîngehê û ziyanên aborî jî hene.

Çavkaniyên avê di dabeşkirineke giştî de dibine sê deste (Cun), Avên sererd wek Rûbar û Gol, Avên bin erdê û avên derya û zeryayan

Di pênaseyeke giştî de pîskirina avê wate ziyanên jîngehê ku ji ber rijandina maddeyên pîs çêdibe. Madde û ew tiştên pîs ên ku dirjin nav avê de, guhertinekê di nava avê de çêdikin ku jêre dibêjin pîskirina fîzîkî, kîmyawî, jîngeyî û fîzyolojî.

Pîskirina avê bûyerek nîne ku ji nişkîve çêbe, ew ziyanên berdewam in, weke mînak, rijyana avrêj (Ava pîs a malan) bo nav avên xwezayî û herweha bandora baranên tirş (Asîdî), di nava ava pîs de cur bi cur bûna zîndeweran û êkosîsteman kêm dibe.

Her pîsiyekê sedem û çavkaniya xwe heye ku ew jî, Avrêj, hesin, Haydro Karbonên ku Haocîn pêre ye, maddeyên ku ji ber paqijkirin (Renîna rûbaran) qayîş, germa û petrolê û …".

Ava pîs çi bandorekê li ser jîngeh û zîndeweran dike

Dema ku maddeyeke kîmyawî dirije nav avekê, weke mînak goleke avê, bi hêsanî dikare jiyana di nava vê gola avê de biguhere. Ev rûbarê ku avrêj û paşmayên kîmyayî yên kargehan tevlî dibe, zîndewerên xwe wenda dike, masî dimrin û jîngeha wê têk diçe. Dema ku ajeleke din wan masiyan dixwe ku mirar bûne an hinek maye mirar bibin ew jî nexweş dibin. Tevahiya wan bi hev re girêdayî ne, dema ku av pîse bandorê li ser ajelên nav avê û derve dike. Ava pîs dibe sedema jinavbirina şînkatî û giya û herweha daran jî hişik dike.

Hin caran ji ber ava pîs, gelek masî nexweş dibin, lê dibe ku nemirin, lê ew candar û mirovên ku wan masiyan dixwin nexweş dibin. Ji ber wê her çawa ku ava paqij çavkaniya jiyanê ye, ava pîs jî mirin û nexweşiyê bi xwere tîne. Weke çawa ava paqij keskatî, bedewî û gulên xweşik li pey xwe tîne, ava pîs ku maddeyên kîmyawî tevlî wê bûne, wêranî û hişikbûnê li pey xwe tîne.

Ava pîs çi bandorekê li ser tenduristya mirov dike

Av çavkaniya sereke ya jiyanê ye, bê av jiyan berdewam nabe, tekez mebest ava paqije, ji ber ku ava pîs yek ji çavkaniyên jinavbirin û rawestandina geşekirinê ye. Mirov bo ku bijî û zindî bimîne pêdivî bi ava tendurist û paqij heye.

Nîtrat yek ji wan maddeyên jehrî ye ku di nav ava pîs de heye û rê nade ku Oksîjen bigihêje nav laşê mirov ku ew rewş bo zarokan û kesên nexweş gelek metirsîdar e.

"Qurşûn an LEAD an Sirb" duyemîn maddeya metirsîdar a di nav ava natendurist de ye ku dibe sedema kêmkirina temenê girovekên sor ên xwînê û pirsgirêkê bo gurçikan û dilê mirov çêdike.  Sirb di nav zarokan de dibe sedema paşkeftina geşekirina zarokan.

Herweha di nav ava pîs de eger heye ku gelek bakteriyên cuda hebin ku dibe sedema derketina gelek nexweşiyan di nav  Gede û Rûvîyan de.

Ji aliyê din "Karbon" ku di nava xwezayê de gelek heye û dema ku tevlî maddeyên nav avê de bibe, magnezyum carbonate û Calcium Carbonate çêdike ku ziyana wan bo gurçikan heye.

Pîsbûna avê li ser astê cîhanê di çi qonaxekê de ye?

Li gorî amaran xuya dibe ku nêzîkî yek milyar û niv kes li cîhanê ji ava vexwarinê ya tendrust bêpar in û her sal kêmtir ji 5 milyon kesan li ser astê cîhanê ji ber ava pîs û nexweşiyên girêdayî bi ava pîs dimirin.

Bêhtir ji %70 ya ser rûyê erdê av e, avrêj û pîsiyên girêdayî petrolê, gefeke mezine li ser deryayan û gelek berav ji ber wê yekê pîs bûne. Ev pîsbûn gefê li candaran dike û wan ji nav dibe, bandoreke rasterast li ser jiyana mirovan dike

KURDŞOP
733 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!