Serkeftina zarok û ciwanên me tê wateya serkeftina welatê me

Girîngiya hesta xwebaweriyê û her wiha girîngiya serkeftina zarok û ciwanên me hişt ku ez li ser vê mijarê bigerim. Divê em ji bîr nekin ku serkeftina zarok û ciwanên me tê wateya serkeftina welatê me.

Roj Qadirî

Yek ji pirsgirêkên sereke yên piraniya ciwanên Kurd nebûna xwebaweriyê an jî lawazbûna hesta wan a bi xwebaweriyê ye, lewma gelek caran di karên xwe yên rojane de, di xwendin û domandina xwendina xwe de, di peydakirina karên guncaw de û heta di hilbijartina hevjîna paşeroja wan de jî rastî pirsgirêkan dibin.

Ev yeka bi xwe dibe sedem ku her tim li her warî de têkçûyî hîs bikin. Ji aliyek din ve, dagirkerên Kurdistanê her tim bi awayekî sîstematîk hewl dane ku zarok, ciwan û mirovê Kurd ji xwebaweriyê bêpar bihêlin, da ku wan bindest bihêlin û bi hêsanî ji bo xwe li ser wan desthilatdariyê bikin.

Girîngiya hesta xwebaweriyê û her wiha girîngiya serkeftina zarok û ciwanên me hişt ku ez li ser vê mijarê bigerim. Divê em ji bîr nekin ku serkeftina zarok û ciwanên me tê wateya serkeftina welatê me.

Serkeftin û hesta xwebawerbûnê

Piraniya mirovên ku di jiyanê de bi ser dikevin, xwediyê xwebaweriyek bilind in. Di heman demê de, ji bo ku tu bixwazî di jiyana xwe de te hêviyek hebe, divê ti hewl bidî ku wê hestê ango hesta xwebaweriya xwe bilind bikî.

Mirovek bi xwebaweriyek saxlem û xwezayî, dikare xwe xweş hîs bike, nirxa xwe bizane û ji bona şiyan û serkeftinên xwe jî hest bi rizamendiyê bike.

Lêbelê, kesê ku hesta xwebaweriya wî tinebe an lawaz be, wisa hest dike ku kes wî qebûl nake, ti mirovek jê hez nake û nikare tiştekî baş encam bide.

“Guman” berhema vê ew e ku wî bawerî bi xwe tine ye. Dema ku tu bi xwe bawer nekî, çawa bendawarî dikî ku mirovek din bi te, bi raman û şiyanên te bawer bike?!

Ji bo ku hûn pirsgirêkên li hember xwe de biser bikevin, divê hûn xwedî hestekî xwebawer bin. Ji ber wan sedeman mirovên tirsinok bi ser nakevin. Ji ber vê yekê, mirovên ku xwediyê xwebaweriya hewce nebin, ji hêla zehmetiyên derve ve têne şikandin.

Mirovên serkeftî qet ji astengiyan bawer nakin û bi berdewamî hewl didin ku ji wan astengiyan derbas bibin. Ti kes xeynî we nikare we ji serkeftin, pêşkeftin û tiştê ku hûn dixwazin encam bidin, astengiyan li pêş ve bixwe çêbike.

Naha dema vê ye ku hûn gumanên li ser xwe û şiyanên xwe bavêjin û bi berdewamî hewl bidin ku bigihîjin serkeftinê û ber bi pêş ve gavan havêjin.

Xwebawerî yek ji bingehên pêşkeftinê ye û eger hûn bikarin wê bingehê di xwe de pêş bixin, hûn ê bigihîjin cihên ku hûn lê nafikirin.

Her kes dikare bi hin rêbazên guncaw û hewildanên erênî hesta xwebaweriya xwe zêde bike. Gava ku hûn her gav li ser vê rêyê bavêjin, bê guman hesta we ya xwebawerî dê geş bibe.

Hesta ji xwebawerbûnê

Di navbera hesta xwebawerbûnê de cudahî heye. Hest di demekê de ye ku hûn ji aliyê xwe ve dest bi pozbilindiyê bikin; Di demekê de ku bawerî hebûna bixwe, tê wê wateyê ku hûn di encamdana karên xwe de bi xwe bawer bin.

Bi gotineke din, xwebawerî bi hewldanê tê bidestxistin û yên ku xwediyê vê şewqê ne, mirovên hişyar in. Bînin bîra xwe ku gava hesta xwebaweriya we di ser şiyana we de bilindtir derbas bibe, hûn pozbilind dibin û di navbera her duyan de cudahî heye.

Rastî û hesta xwebaweriyê

Bingeha xwebaweriyê li ser pozîsyona rastiyan hatiye avakirin. Ji bo ku hûn xwebaweriya xwe zêde bikin, divê danaberhevek hûr û rast a we bixwe û şiyanên xwe hebe.

Ger hîn jî kom xalên lawaz li hundirî we hebin, ji bo çêtirbûnê plan bikin û rêyek bibînin ku bandorên neyînî kêm bikin.

Bînin bîra xwe ku balkişandin li ser xalên lawaz an bihêz nîşandana van xalan e ku ti alîkariyek ji bo ji holê rakirina wan nake.

Gotina "na" û hesta xwebaweriyê

Lêkolînek ji Zanîngeha Kalîforniyayê diyar kiriye ku herçend ku gotina “Na”ji bo we dijwartir be, egera vê yekê heye ku rastî diltengî û xemgîniyê bibin, û evên han zêdetir dibin sedema daketina hesta xwebaweriyê.  

Mirovên ku ji xwe bawer in, dizanin ku gotina "na" bi qezencê wan e; Dema ku wextê gotina “na” tê, hevokên wek “Ez nebawerim ku ez dikarim encam bidim” an jî “Ez guman dikim” bikar naynin.

Ev mirovên bi baweriya xwe dibêjin "na". Ev fersendê dide wan ku bi xeyalek rehet erkên xwe yên berê pêk bînin.

Serketinên biçûk û hesta xwebaweriyê

Mirovên ku xwebaweriyeke baş hene bi berdewamî xwe diceribînin û li hemberî mirovan de xwedî moralek “hevrikî” ne, her çend ev hewldan ji bo bidestxistina serketinên biçûk bin jî.

Serkeftinên biçûk ruh û motîvasyona baş ava dikin. Gava ku hûn rêzek serketinên biçûk bi ser bixin, hesta xwebaweriya bilind, dê ji bo demek dirêj bi we re be.

Hevalên baş û hesta xwebaweriyê

Mirovê xwedî ezmûn û jîr ku riya rast nîşanî we dide û we teşwîq dike, dikare bibe hêzek ji bo hesta xwebaweriya we. Di heqîqetê de, piştgiriyek baş wekî eyne ango neynûkê tevdigere û dîtingehekê dide bi we ku divê ji bo xwebaweriyê were hesibandin.

Ji bîr nekin ku hişmendî dê hesta xwebaweriya we zêde bike. Fêrbûna ku hûn di her kêliyê de di kîjan pozîsyonê de ne dê di encama xebatê de baldarî û bandoriya we zêde bike.

Spor û hesta xwebaweriyê

Ji aliyek din ve, lêkolînan nîşan daye ku mirovên ku bo heyama 10 hefte û hefteyek du caran sporê dikin, di warê civakî, derûnî û bedenî de xwedî şiyanên zêde ne.

Spor kirin bilî wê ku şiyana bedenî ya we zêde dike, di heman demê de xwebaweriya we jî zêde dike. Spor morala we baş dike.

Cilûberg û hesta xwebaweriyê

Her weha hûn bixwazin û nexwazin, awayê kinc  an jî cilûberg li xwe kirina we bandorek erênî li ser dîtina xelkê li we dike. Reng û cureyên kincên ku hûn li xwe dikin, li ser awayê ku hûn bi mirovan re mijûl dibin behsa cura reftarên we di gel xelkê de dike. Her tim kincên paqij li xwe bikin, baş binêrin û encaman bibînin.

KURDŞOP
703 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!