Roj Qadirî
Kurdshop – UNESCOyê heta naha çar caran ji bo xwandinê pênase lidar xistiye, ku yekemîn pênaseya wê “xwandin û nivîsîna bi Zimanê Dayîkê” ye. Ev xala girîng wisa kir ku li ser vê mijarê hûr bim, da ku emê Kurd zêdetir balê bikêşin li ser xwe û zimanê xwe. Herwaha nabe ji bîra me here ku hewldan bo jinavbirina zimanê me heya naha jî ji aliyê dagirkeran ve dom dike û zimanê me gefa jinavçûnê li ser e û pênase bo pêşxistina zêdetir a zimanê me û bo vegeşîna zêdetir, dibe bi micidî bixebitin.
“Pênaseya xwandewar bûnê”
Renge ji bo we balkêş be ku bizanibin pênaseya “xwandewar bûnê” di sed salsalên derbasbûyî de, pir guhertin bi ser de hatiye û ev mijara ku hûn dibînin, çaremîn pênaseya xwandewar bûnê ye ku ji aliyê UNESCO yê ve bi awayê fermî hatiye weşandin. Bi kurtasî û li gorî pênasê, mirovek xwandewar e ku bikarbe bi mifahwergitin ji warê xwandin û hînbûnên xwe ve, di jiyana xwe de guhertinan çê bike.
Di berdewamiya vê behsê de û xwandinek kurt derbarê pênaseya xwandewariyê de, li destpêkê heya îro, kom xalên derbarê drustkirina cudahiyan di jiyanê de li ser bingeha agahî û rêçareyên gihîştin bi vê mijara girîng pêşkêş dikin.
Pênaseya yekem; şiyana xwandin û nivîsînê
Yekem pênaseya xwandewariyê ku li destpêka sedsalên 20î de hatiye pêşkêşkirin, tenê bo şiyana xwandin û nivîsîna zimanê dayîkê bûye. Li gor wê pênaseyê mirovek xwandewar tê hesibandin ku şiyana xwandin û nivîsîna bi Zimanê Dayîka xwe hebe.
Pênaseya duyem; zanîna xebitîn bi kompûter û zanîna xebitîn bi zimanek din
Di dawiya sedsalên 20î de, Saziya NY pênaseya duyem a xwe pêşkêş kir. Di vê pênaseya nû de xeynî ji şiyana xwandin û nivîsîna bi Zimanê Dayîkê, şiyana xebitîn bi kompûterê û hînbûna zimanek din jî pê zêde kiriye. Dema ku wisa ye, ji mirovekî re ku şiyana xwandin û nivîsîn, karkirin bi kompûterê û şiyana axavtin û fêmkirin li zimanek din hebû, xwandewarî hewce ye. Li gor vê pênaseyê heta piraniya xwandekaran û xwandekarên zanîngehê nexwandevan dihatin hesibandin, ji ber ku şiyana axavtin û fêmkirin li zimanek din tinebûn.
Pênaseya sêyem; zêdekirina 12 corên xwandinê
Saziya NY di dehkên duyem a sedsala 21an de, dubare di fêmkirina rast a xwandewariyê de guhertin pêk anî. Di vê pênaseya sêyem de, li ser hev naveroka xwandewariyê guhertin bi ser de hat. Dema ku wisa ye mirovek ku di yek warê zanîngehê de bi wergirtina bawernameya Doktoriyê serkeftî bûye, aliyê kêm xwandevan tê hesibandin. Ev xalên vê wiha ne:
1 - Xwandewariya dilovanî: Şiyana berdewam a pêwendiya dilovaniyê di gel malbat û hevalên xwe.
2 - Xwandewariya pêwendiyê: Şiyana berdewam a pêwendiyeke xurt di gel hemûyan û hînbûna reftarên civakî.
3 - Xwandewariya aborî: Şiyana rêveberiya aborî ya malbatê, zanîna kom rêçareyên paşkeftin û ragirtina balansa dahat û lêçûnê.
4 - Xwandewariyê hilbijêrin: Ya ku mirov bizanibe ku kîjan berbijêr xwediyê navdariyê ye û kîjan ne navdar e.
5- Xwendewariya perwerdehiyê: Şiyana perwerdekirina zarokan bi awayekî guncaw.
Xwendewariya kompûterê: Zanîna karê bi kompûterê.
Xwendewariya tendrustî: Agahiyên girîng ên derbarê xwarina tendrust û çavdêriya nexweşiyan.
8 - Xwandewariya zayend û netewe: Naskirina zayend û neteweyan li gor rêzgirtin û nedanîna cudahiyan.
9- Xwandewariya jîngenasî: Zanîna kom rêçareyan bo parastina jîngehê.
10- Xwandewariya şirovekirinê: Şiyana naskirina danaberhev û şirovekirina hizr û kom ramanên cuda û anîna kom sebebên mantiqî, bi bê nirvanbûnê.
11- Xwandewariya enerjiyê: Şiyana birêveberiya bikarbirina enerjiyê.
12- Xwandewariya zanistî: Xeynî hebûna xwandewariya zanîngehê, şiyana besh kirin û rêçareyên dosyeyan bi kom rêçareyên zanistî û hişmendî hebe.
Di vê demê de ku, xwandewarbûn bi hînbûna xalên han girêdayî ye, dema ku wisa ye pergala perwedehiya welatan jî dibe weke wan xalên jorê şêwaza xwe biguhere.
Pênaseya çarem; zanistê di gel kiryarê wate heye
UNESCO careke din pênaseya xwendin û nivîsandinê guhert. Di vê pênaseya nû de, şiyana çêkirina cudahiyê cih girtiye. Ango mirovek ku bikaribe bi perwerde û hînbûna xwe di jiyana xwe de guhertinan çêbike, xwendin tê hesibandin. Di bingeh de, ev pênaseya berê temam dike, ji ber ku zanîna mijarekê nayê wateya kiryarê.
Ger xalên ku li jor hatine behs kirin û hînbûn dikare di jiyanê de cûdahiyek çêbike, wê demê em dikarin bibêjin, mirovek perwerdekirî ye an na.