Li Rojhilatê Kurdistanê cureyên nan

Li Rojhilatê Kurdistanê bi giştî dikarin çend tiştî li ser nan bibêjin ango weke pênaseya nanê Kurdî behs bikin, herçend dibe niha di bin bandora cihên din yên Îranê de û heta asteke kêmtir welatên din û herwisa bi sebeba bikaranîna teknolojiya û bi bazarkirina nan, gelek tiştên din, “nan” an jê ra tê gotin ku li nanên berê, ev pênaseya mirovê berê yê Kurd e ku weke nan zaniye dûr be.

Kurdshop – Nan ji berê ve herî xwarina serkî ya kurdan bûye, di welatê Kurdevarî de, cura nan pêka cihên cuda bûye û di dem û serdemên cuda de jî renge nanek li nanê din berfirehiya vê zêdetir bibe. Herwisa ya ku ji çi tiştekê re nan tê gotin û çi tiştek di rêza nan de hesab  nayê kirin û bi tişteke din tê hesabkirin cihê danûstandinê ye, lê renge sereketirîn pênaseya nan ev yeka bibe ku li ard hatibe drustkirin. Xwarina sereke bibe wate li hemû tiştekê zêdetir pêşiya birçîbûnê pê bê girtin û piraniya deman jî digel pêxwarinekî din li ser xwe danîbe.

Li Rojhilatê Kurdistanê bi giştî dikarin çend tiştî li ser nan bibêjin ango weke pênaseya nanê Kurdî behs bikin, herçend dibe niha di bin bandora cihên din yên Îranê de û heta asteke kêmtir welatên din û herwisa bi sebeba bikaranîna teknolojiya û bi bazarkirina nan, gelek tiştên din, “nan” an jê ra tê gotin ku li nanên berê, ev pênaseya mirovê berê yê Kurd e ku weke nan zaniye dûr be.

Ji berê ve li ard ê gemin û ceh û herzinê hatiye çê kirin, kepeka ard kêmtir hatiye cuda kirin, lê ardek ku kepeka kêmtir hebe xwaştir û baştir bi nav kirine. Piraniya deman nan li ardê genim hatiye çêkirin, lê ji ber nebeledbûn û di demên hewce de nanê ceh gelek kêmtir ji nanê herzin jî hatiye xwarin, dibe ku di dema birçîtiyê de û hewce bibe li tiştên din jî sûd wergirtin bin, bo mînak di zozan û li daristanan de li ardê Berrû, ger bi tevlîhev jî bibe.

Dikarin li ser çar bingehan, nan rêzbendî bikin û bi nav bikin:

Li çi tiştekê hatiye çêkirin: Genim, Ceh, Herzin, Genimeşahî …

Çiqas stûre

3 – Tiştên din tevlî dikin an na

4 –  Li ser çi tiştekê hatiye pêjandin

Lê, ya herî zêde pênaseya nan û ya ku weke nan bê naskirin, cem xelkê Rojhilatê welat, ev yeka ye ku li ardê genim hatibe çêkirin, nazik be wate naneke pankirî û ziravkirî û piştre lêdabin û pêjandibin.

Ev nanên ku li Rojhilatê Kurdistanê gelek bikar tên

 Nanê tendûrê

Berfirehtirîn û belavtirîn nan li heyama salên borî de li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê, nanê tendûrê bûye ku naneke nazik û zirav bi stûriya 1 bo 2 mîlî metran û herî zêde bi awayê çargoşe û hin caran jî girover e. Ger li her cihekê nanpêjxane jî berçav nekevin dikarin cem kebabçiyan bibînin. Ev nana bi hinek cudahiyan li warê ziravbûn û şêwe û tevlîbûna ard û kepekê di gund û bajaran de tê xwarin. Li cihên din yên Îranê de nanê levaş jêra tê gotin; “Levaş” di bingehê de peyveke ermeniye û ev nanê han li Ermenistanê jî pirr bikar tê. Pêktê li ard, av, hevîr û xwê pêktê. Zêdetir mîna vî nanî ye ku li malan û li gundan li ser Sacê tê pêjandin.

Nanê Maşînî

Heman nanê tendûrê ye, lê di nav tendûrê de nayê pêjandin û zêdetir karê amadekirina hevîr û girêk û pankirin û redkirin û xistina ser an di nav amûra pêjandinê de bi makîneyê tê çêkirin ne bi dest. Pir xweş û wek nanê tendûrê û dest çêkirî bi tam nîne.

Nanê Sebûsê

 Sebûs heman kepeka nan e. Niha ew bêtir populerbûna xwe peyda kiriye û ji ber nexweşiya tansiyonê û bo tendrustiyeke baştir xelkê bera xwe dane bi xwarina vê. Ya ku bave tenê bi makîneyê tê çêkirin, wate naçe nav tendûrê û xelk di bin bandora Fars de zêdetir jêra dibêjin nanê Sebûs an Sebûsdar. Bi giştî naneke ku kepeka vê digel be pir baştire.  

Nanê Sengek

Cure nanike ku ji berê ve di Kurdevarî de belav nebûye, lê di bajarên Îranê de xelk pir jê hez dikin. Naneke 6-7 mîlîmetran stûre û dirêje ku bi ardeke taybet tê çê kirin û di nav tendûrê de an kûreyeke mezin li ser kevirên hûr û gerim û bi germê tê pêjandin. Kesek hevîr bo amade dike û li ser texteyekê destedar a dirêj pan dike û piştre bi şîşê li kûre û tendûrê der dixe; zêdetir li nanê spî yê tendûr û maşîn, kepekê tevlîkirî, zêdetir li gel nanê sibêdehê an firavînê tê xwarin.

Nanê Berberî

Ev jî li navçeyên din yên Îranê hatiye û li Îranê dibêjin Tirk li hemûyan zêdetir nanê Berberî dixwen. Naneke heta 2 santîmetran stûr e.

Nanê Bagêt an nanê Sandwîc

Heman Semûne ku xelk zêdetir li dukan û markêtan dikirin heta li nanpêjxaneyan jî, zêdetir weke nanê ser sifrê nayê hesab kirin û zêdetir li Sandwîc firoşan tê bikar anîn.

KURDŞOP
768 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!