Hin pêşneyarên ji bo pêşxistina hiş û mêjiyê zarokan

Ji bo pêşketina hiş û mêjiyê zarok, li gor lêkolînên zanistî reftarên dayîk û bav û helwêstên wan di pêşketina hişê zarok de gelek bi bandor e.

Şadî

Kurdshop – Ji bo pêşketina hiş û mêjiyê zarok, li gor lêkolînên zanistî reftarên dayîk û bav û helwêstên wan di pêşketina hişê zarok de gelek bi bandor e.

Li gor lêkolînvanên zanistî hiş û mêjiyê zarokan ne li gor faktorên genetîkî, li gor reftar û helwêstên dayîk û bav pêşdikeve û ev yek xwedî roleke giring e.

Hiş û aqil di her ferdekî de heye. Kes, ji dayîk û bavê xwe tiştên ku werdigre li gor wê ava dibe, ango bandore devrûber, xwarin û vexwarin û bandorên derve çend baş bin, çalakbûna mêjî jî li gor bihêz dibe. Herçend faktorên genetîkî jî bi bandorbin, lê ew potansiyel dernekeve derve an jî helwêstên ku hiş kov û paşve dikşînin dibe sedem ku hişê zarokan nerênî an jî xirab bandor bibe. Di zarokan de temenê 2 heta 3 saliyê divê baş bê nirxandin û ev yek di pêşketina hiş û mêjiyê zarokan de bandorên erênî yên mezin dike. Ew heyam  eger baş neyê nirxandin, dibe ku ji bo salên piştre jî ew hewldanên ji bo pêşxistina mêjî û hiş wekî ku tê xwestin bi bandor nebe. Her pitikekî ku nû ji dayîk dibe pêvajo û qonaxa fêrbûnê ji bo wî destpê dike. Her hewldanekî erênî û pozîtîf bi taybet di pêşketina hiş de gelek giring e. Li ser vê yekê Pisporê Nexwaşî û Tenduristiya Zarokan ê Navenda Tenduristiya Anatolia Dr. Kemal Akpinar derbarê hem pêş ducaniya jinan û piştî velidandinê jî mezin kirina pitik û zarokan û tevdîrên ku bên wergirtin û ji bo pêşxistina hiş û mêjiyê zarokan, ji bo bav û dayîkan divê reftarên wan çawa be, vê derbarê de hin pêşneyaran dike.

1 – Di pêvajoya ducaniyê de awayê xwarin xwarina dayîkê, ji bo tendurustiya xwarin

û hişê zarokê bêguman pir girînge. Lê belê niha ne tenê di dema ducaniya dayikê de, berî ducanî bibe jî, ferhenga xwarinê xwedî girîngiyeke mezin e. Xwarina bi hevseng û têrê bike ya dayikê, girtina vîtamînên pêwîst, di pêşketina mêjiyê pitik an jî zarokê de, pergala hiş a navendî de gelekî bi bandor e. Bi taybetî kêmasiya hin vîtamînan dikare bandoreke neyînî li tenduristiya mejî bike. Kêmasîya folîk asîd ku ji van a herî girîng e, dibe sedem ku hin nexweşîyên binyadî yên mejî, yên bi navê kêmasîyên di zik de çê bibin. Ev yek jî rewşeke ku yekser di mile neyînî de bandorê li ser mejî dike Ji bo pêşî li pêşketina mejî di ware neyînî bê girtin, pêwîste ku mirov xwe ji xwarin û vexwarinên ziyandar ên beriya ducaniyê bên terk kirin. Ger ku adeteke we ya cigarê hebe, berîya ducanîyê divê herî kêm 3-6 mehan hun dev jê berdin.

2 – Pêvajoya ducaniya xwe bi tendurust derbas bikin

Ji bilî ferhengekî xwarinê ya bi tendurist, egzersiz kirina di dema ducaniyê de, ji ber ku wê herikîna xwînê ya zarokê zêde bike, wê di pêşketina hiş û mejiyê zarok de jî bi bandor be. Her wiha kontrolên bi rêk û pêk ên di dema ducaniyê de, ji bo tespîtkirina pirsgirêkên gengaz ên dikarin yekser bandorê li mejiyê zarok û destwerdanên pêwîst bikin, xwedî girîngiyeke mezine.

3- Ji bo hiş û mejiyekî saxlem laşê xwe saxlem bigre

Ji bo di zarok de ew potansiyelê hiş xwe diyar bike ew yek di zarok de yekser bi pêşketina mejî ve girêdayî ye û pêşketina mejî jî yekser bi tenduristiya sîstema laş yên din ve têkildar e. Di vê wateyê de, şert û mercên hawirdorê yên zarok, enfeksîyonên zêde, xureka neguncaw dikare bandoreke neyînî li tenduristiya laş û tenduristiya mêjî bike.

4-Nebêjin di genetîkê de heye

Her çend teoriyeke klasîk a weke; Zarokek ji dayîk û bavên xwedî mejiyê bilind re çê dibe, xwedî mejiyekî bilind e û  tê gotin jî, divê neyê jibîrkirin ku mejî cewhereke veşartîye. Ango ji bo derxistina hole ya potansiyela mejiyê zarok, di vê piştî ji dayîkbûnê zarok di milê erênî de were piştevanî kirin. Bingeha genetîk tenê têrê nake. Di lêkolîneke li ser vê yekê de; Yek ji cêwiyan ji hêla dayîk û bavên di şertên hawîrdorê yên guncaw de mezin bûye; ya din jî ji alîyê dayîk û bavekî din ve di rewşên hawîrdorê yên neguncaw da hat mezinkirin. Her çend potansiyela genetîk a her duyan yek be jî, hatiye destnîşankirin ku asta wan a mejî ne yek e.

5 -xwarina xwazayî

Dema ku durbûn ji xwarinên xwazayî pêk bê, hiş û mejiyê zarokan jî ji vê di aliyê neyînî de bandor dibe. Hin rûn û lêzêdekirinên ku di xwarinên amadekirî de tên bikaranîn, dibe ku bi awayekî neyênî bandorê li ser tenduristiya mêjî û tenduristiya laş jî bike. Di vê wateyê de, bi awayekî xwezayî xwarina zarokan gelekî girîng e. Di nava xwarinên ku divê bikevin nava bedenê de masî û rûnê masiyan derdikevin pêş. Lê belê, hêjayî rastkirina têgihiştina şaş e ku rûnê masiyan tenê di masiyan de ye; Di rastiyê de omega 3, omega 6 û asîdên din yên rûn di hemû cureyên xwarinên xwezayî de hene, bi taybet gûz, hêk, zeytûn û rûnê zeytûnan. Bi awayekî rêk û pêk masî bi kar anîn, di pêşxistina hiş û mejî de pir zêde bi bandortire.

6- di hilbijartina xwarinên hazir yên zarokan(mama) de li gel bijîşkê xwe bişêwirin

Kompanyayên hilberandina xwarinên hazir bi çend berhemên wekî asîdên cuda yên rûn ku piştgirîya pêşvebirina mejî dikin, maddeyên bi navê nukleotî yên ku divê bi zorê bên dayîn û proteîn piştgirîya xwarinê dikin. Lê belê dema xwarina li tesîsên pîşesaziyê tên hilberandin bi vî rengî zêde dibe, hin pêvekên di berheman de dibe sedema reaksiyonên alerjîk ên li zarok û bandorên neyînî li pêşketin û mezinbûna zarok dikin. Ji bo vê jî di hilbijartina xwarinê de şêwirandina bijîşkê zarokan kêrhatî ye.

7 – Helbijartina pêlîstokan ji bo zarokên xwe bihêlin

Malbat bi taybet ji bo pêşketina hiş û mêjiyê zarokên xwe pêlîstok û lîstokan meraq dikin. Lê pitik dema xwe nas dike û şûnde ji xwe tiştên ku derdora wî hene meraq dike û eleqê nîşan dide. Ango pir pêlîstokên rengîn bala wan nakşîne. Yekem car mitbexê de amûrên ku hene, kevçî, hiskû, qoşxane û hemû amûrên hene dixwaze keşif bike. Ango zarokê we dema çaydan digre û derê çaydanê datîne ser ew bixwe werzişekî zîhîn bixwe ye. Zarokê ku vê dike ji xwe egzersizên zîhîn dike.  

8 – Ew tiştên ku hiş û mêjiyê zarokê we kov dike jê dûr bigrin

Tiştên ku hiş û aqilê zarokan kov dikin divê ji wan dûr girtin hebe. Berhemên hişê bilind ên teknolojîk dibe sedem ku hişê zarokan kov bibe. Tablet, telefon, televîzyon û kompîter nimûneyên wê yekê ne. Divê zarok xwezayê, ajalan, sebze ji xwezayê bixwe nas bikin. Şêr, di tabletê de bibîne nabe perwerde kirina zarok. Herwaha di tabletê de lîstok ji bo zarokan daxistin nabe sedemê pêşxistina hiş û aqilê zarokan, berevajî wê kov dike.

9 – Berî hertiştî heskirina xwe nîşan bidin

Ji bo potansiyelê hiş û aqilê zarok derkeve pêş û ji bo pêşketina wî berî her tiştî divê heskirina xwe nîşan bidin. Dema pitik ji nû dayîk dibe ew heskirina ji dayîk û bav dibîne û piştre jî heskirina derdorê dibe sedem ku hesta heskirinê di zarok de jî peyda bibe. Ev yek nîşaneya pêşketina erênî ango pozîtîf e. Ango yek ji rawestekên herî serekî yê pêşketina hiş û aqil e. Zarokên bê heskirin mezin dibin, herçend potansiyel hebe jî lê hiş û aqil dereng pêşdikeve.

Ji aliyê din ve şîrê dayîk bê nîqaş ji bo pitikan tişta herî serekî ye. Zarokên bi şîrê dayîkê tên mezin kirin pêşketina mêjî û hiş û aqilê wan bileztir û di asta bilind de ye. Di nav şîrê dayîkê de hin made û faktorên ku pêşketin û hişyariya mêjî pêşdixin hene. Herwaha li ser bandorên şîrê dayîkê yên di pêşketina mêjî û hiş de gelek lêkolînên zanistî hatine kirin û bê nîqaş şîrê dayîkê di pêşketina zarok de tişta herî serekî ye.

KURDŞOP
1015 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!