Cîhana zarokan di temenê navbera 3 bo 4 salî de

Di destipêka 3 saliyê de zarokek bi coş herdem di tevgerê de ye, ku dizane berî niha nedikarî wisa bilez  tev bigere, ji ber wê dixwaze bi bazdan, serkeftin, ajotin û lîstika bi topê û bi giştî tevgerên zevlekên xwe kar bike lê hê jî negihaye asteke baş, ji ber wê pêwîste rê bidî wî zarokî heta ku bi dilê xwe bilîze, lê dema ku tiştên tîj weke miqes û kêr bikar tîne haydar be û rê nedê  ji ber ku hê jî temam nebûye, li vir em dixwazin hinekê behsa jiyana zarokên temenê sê bo çar sal bikin.

Kurdshop - Di destipêka 3 saliyê de zarokek bi coş herdem di tevgerê de ye, ku dizane berî niha nedikarî wisa bilez  tev bigere, ji ber wê dixwaze bi bazdan, serkeftin, ajotin û lîstika bi topê û bi giştî tevgerên zevlekên xwe kar bike lê hê jî negihaye asteke baş, ji ber wê pêwîste rê bidî wî zarokî heta ku bi dilê xwe bilîze, lê dema ku tiştên tîj weke miqes û kêr bikar tîne haydar be û rê nedê  ji ber ku hê jî temam nebûye, li vir em dixwazin hinekê behsa jiyana zarokên temenê sê bo çar sal bikin.

Ziman

Dema temenê zarok sê sal be ew 250 heta hezar gotinan dizane û dema ku 4 salên temenê xwe temam kirin wê demê 2000 gotinan dizane.  Destpêkê hevokên ku çêdike di navber 3 bo 5 gotinan de ne ji ber wê bi sebir guhdariya zaroka xwe bike, weke çawa ku dixwaze bilîze her wisa dixwaze biaxive, gotinên wî rast neke lê pêre bilîze bi laş û bi ziman û gotinan.

Mejî û xeyal

1-       Cîhana zarok a rastî û xeyal tevlihevin, dibe ku rengê esman bi pembeyî bibîne, yan pisîk li ba wî bifire

2-       Xwe weke hêla navend a cîhan û her tiştî dibîne ku çêdibe, wate ew sedema derketina rojê û barîna baranê ye.  Her xwe bi giring dibîne dema ku li zarokek din dixe tu jêre bêjî wisa neke, ma tu dixwazî ew jî li te bide ew vê gotinê fêm nake. Gelek pirsan dike, zaroka xwe hîn bike ku bifikire û hizir bike, çawa? Bersiva hemû pirsên wî nede bi kurtî bersivê bide, her tiştî jêre nebêje, yan bêjê tu çawa difikirî? Çima esman şîne? Nizanim tu çi dibêjî, ji ber ku ew bi rengê şîn hatiye reng kirin.

Hest û soz

Zaroka sê salî xweşî, xem, tirs û hêrsbûnê dizane, dema dibe çar sal hest bi xwegirtin û mezin zanînê, rijdbûn, cudaxwazî, pêvegirêdayîbûn û nêzîkbûnê dike, herweha dikare hevxemyê bike dema ku zarokek sava digrî dikare biçe û wê zarokê aram bike. Di warê zayendî de xwe nas dike û hêlên cudahiyê li cem xuya dibin, destpêkê ji dayîk û bavê xwe nêzîk dibe û dixwaze cihê wan bigre û bi kesên ji zayendên din re bilîze û hêdî hêdî ji wê tevgera xwe jî bêzar dibe

Lîstik: Deriyê derbazbûnê bo nav cîhana zarokan

Zarok di dema lîstikan de fêr dibin ku xwe nîşan bidin behsa xweşî û nexweşî û dilêşiyên xwe dikin. Hin zarok hene ku dixwazin çend hevalên wan ên herdemî hebin. Hin zarok jî hene ku tenê dema dilîzin hevalan digrin. Zarokan hevalên xeyalî hene ku dibe ne ji zayenda wan bin, mezin yan biçûk bin, eger dixwazî cîhana zarokan nas bikî û pirsgirêkên wan çareser bikî bibe hevalê wan ê lîstkê.

Tirs

Zarok bi taybet di navbera sê bo çar saliyê de ku bilez geşe dike, hest û sozên wî jîn dibin û laşê wî geşe dike, bêhtir derdora xwe nas dike û gelek tiştan bi çavê xwe dibîne. Hin tirs di jiyana wî de şînber dibin ku sedemên cuda hene weke mirina kesên derdora wî, guhertina cihê jiyanê yan her bûyereke nexweş bibe sedem ku tirsek di nava wî zarokî de peyda bibe.  Tarîtî tişteke berçave ku tirsekê di nav zarokan de çêke û ew jî ditirsin, hin zarok hene behsa tirsa xwe dikin û hin zarok jî hene ku  tirs bi ruyê wan ve xuya dibe, hin zarok jî hene ku neynukên xwe dikurujin, tiliyên xwe dimijin yan pora xwe diweşînin û wisa tirsa wan xuya dibe. Dayîk û bavên hêja , tirsa zaroka xwe bibîne û fêm bike, bi ti awayekê wî tepeser neke, himbêzke germayiyê bide zaroka xwe, sedemên mentiqî bo peyda neke, li gel bibe heval heta ku ew tirsa wî bidawî dibe yan bi awayekê çareser dikî. 

Xwezaya zarokan

Zarok bi ser 3 grupan de têne dabeşkrin.

Yên zû fêrdibin, Yên bi zehmet fêrdibin, Yên bi derengî fêrdibin.

Yên zû fêrdibin

Dilixweşe, serkêşiyê dike, bi hêsanî xwe rêk dixe, weke avê xwe bi her gilasekê re dike.

Yên bi zehmet fêr dibin

Her demekê  li ser hewayekê ne, gelek bi giranî razî dibin, bo karên weke xwarin, vexwarin, razan û ger û derketina derve bi dayîk û bavê xwe re pirisgirêk hene lê eger bi sebir û aramî pêre reftarê bikî dikare paşerojeke geş hebe, ev coreyên zarokan dikarin bibin  kesên dahêner û rêveberên xwedî şiyan.

Yên bi derengî fêrdibin

Tevgerên wan gelek hêdî ne, bi derengî li gel cih û kesên nû xwe rêk dixe û dereng hest û tevgerên xwe eşkere dike. Heta ku dikarî wî bo rewşên nû amade bike, yan alîkariya wî bike ku bixwaze derbasî jîngeyeke nû bibe, yan bi xwe re bibe ku bikare hevalên nû bibîne.

Zarokên bi şerm

Şerimkirin di xwezaya hin zarokan de tê dîtin em çi bikin?

1-       Zaroka şermin, di xwezaya xwe de şermê dike , qebûl bikin û loma li wî nekin.

2-       Fêrî karekî bikin ku têde serkeftî be û geşe bike weke spor, huner, yan hin karên din ku herkes nikare fêr bibe.

3-       Di jîngeyeke nû de hin tiştên nû jêre bibîne bila wan nas bike û pêre mijûl be.

KURDŞOP
758 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!