Nîşankirin:
Kurdshop - Di merasima nîşankirinê de diçûn destê keçkê maç dikirin û bo dema hefteyek an du hefteyan gustîlekî dixistin tiliya wê. Paşê diçûn marê dibirrîn û piştî marebirrînê, şirînî dixwarin. Digotin, eger şirînî hişk be, ji ber ku erzan e, hinek dirav jî ligel şirînî daynin. Eger dirav datînan, neçar nebûn nan bidin xelkê. Hinek dirav bo bûkê jî datînan, lê eger şirînî terr bûya, dirav nedatinîn. Merasim bi vî rengî bû û paşê nanek û çayek didan xelkê û kinc li bûkê dikirin. Êdî sal dozde meh, zavayê reben û mala bavê zavê, didin xebitandin, derew bi wan didan kirin, bax bi wan didin kolandin û ji wan re digotin gelekirin, gelekbax û geledar û karên bi vî rengî bi wan didan kirin. Merasima nîşankirin û dergîstîbûnê bi vî rengî bû û salekî dikişand.
Piştî derbasbûna salekî, di demsala payîzê de (şahî û dawet demsala payîzê dihat kirin), destek kincên bedew bo bûkê didrûtin û diçûn. Niha bo bûkan, kincên behar narinc didirûn, lê wan çaxan tenê kirasek û kofîiyek Sineyî bû, mexmel bû. Diviyabû jintîya bûkê, heft caran şala xwe bida serê bûkê û danîba bin piyên wê û bûkê jî piyê xwe danîba ser û bi ser de çûba. Digotin, ev resmek kevn e û bi vî rengî bûk li ber çavên jintî û jinên din şirîn dibû. Paşê kofî datînin serê wê û pêwîst bû jintîya bûkê, pênc caran kofî danîba serê xwe û paşê danîba serê bûkê. Kofî gilover bû. Paşê dihatin desmalek sor datinîn ser kofîyê û dibirin mala zavê. Zava diçû ser banê xanî û dema bûk derbasî nav xanî dibû, zava qend yan şekirok yan jî fêkîyek bi ser bûkê de davêt. Paşê şahî û govend dihat kirin û gazî zava dikirin û dibirin mal. Ew jî bi rengekî şermoko diçû xêliya ser çavên bûkê radikir.
Bûkbirin:
Di şahî û dawetan de, dayka bûkê yan jî dayka zava, du hêkan tînin û li ber deriyê mala xwe, yekê datînin bin piyê bûkê û yekê jî datînin bin piyê zavê. Debek din jî ew e ku dema bûk diçe derve, dayka zavê hindek tişt wek sêv yan şekirok û hinek xwarin dihanî û bi ser serê bûkê de dikir. Berê ji ber ku şekirok kêm bû, qend nav tiştekî de dipêçan û dixistin stûyê bûkê. Wateya wê jî ew bû ku bila bûk wek qend şirîn be. Dayka zavê jî helwa çêdikir û dixist nav nan û nan jî wek niviştan dipêça û 7 libên wisa çêdikir û dixistn bin lihêfa sor û lazim bû bûk heft caran bi ser wan nan û helweyan de hatiba û çûba, mebesta wan ew bû bûk wek wê helwayê şirîn be. Debek din jî hebû, ew jî dema bûk ji mala wê derdixistin û dibirin derve, bûk heft caran bi aliyê çepê de diket û heft caran jî bi aliyê rastê de diket, ji bo hem li ber çavên malbavana xwe şirîn be hem jî li ber çavên mala xezûrê xwe şirîn be. Dema bûk dihanîn, bi hespan diçûn pêşiya wê. Bi hespan li ber berbûkên bûkê de cirît davêtin û gelek kes diketin ber dest û piyên wan û digotin, lê binêrin! Birazava cirîtan davêjin. Êdî berbûk û jinên din neynikek û çirayek li ber bûkê digirtin û lawje digotin: Zawa Mizganî! Hawdemû Yawa (zava mizginî! Hevdema te hatiye)
“Zemaxwan” bi wateya sifreya zava
Şeva ku bûk dibirin, sibehê dayka bûkê radibû goşt û tiştên din sor dikir û ligel hinek nan û fêkî û hindek tiştên din, dişand mala zava, ji vê re digotin “Zemaxwan” heman sifreya zava. Dema zava sifre werdigirt, dirav dixist nav tasekî û dida destê kesên ku sifre jê re anîne.
“Kinaçeçirra”
Mala xezûrê bûkê wê şevê radibûn û şîv bo mala bavê bûkê dibirin û ji vê debê re digotin “Kinaçeçirra”. Dihatin heft jin û heft keçên derdora mala bavê bûkê li derdora bûkê kom dikirin û nan û xwarin bi wan didan belavkirin. Wan jî dewrîyek tijî gûz, mewîj yan jî hirmî û êdî çi ba, dikirin û desmalek davêtin ser û didan destê dayka bûkê û wê jî dixst nav sindûqa bûkê û bo taştêya bûkê radigirt. Bav û birayê bûkê jî hinek gore dikirrîn û dixistin nav sindûqê û wek diyarî bo mala zava û cîran û biravavayan dişandin.
“Serhorrane”
Dema di şahiyan de nan bipatana, du jin dibirin, yekê hevîr distira û ya din jî nan dipat. Dema diçûn torbê ard biçirrînin, yek ji birayên bûkê li ser torbe rûdinişt û nedihîşt biçirrînin û digot, heta dirav yan jî “berewhorrane” nedin min, ez nahlin devê torbê ard vekin. Ew du jinên ku diçûn bo nan patinê, jê re digotin “pawewe”. Berbûk diçûn bûkê bînin. Ji yekê re digotin berbûk û ji ya din re digotin “caş berbûk”. Wate, yek ji wan çûye hevîr bistirê û ya din jî çûye nan bipêje. Bi şev kade û bişî çêdikirin û bi roj jî nan dipatin. Roja dawetê jî pez û dewar serjêdikirin û dikirin xwarin bo mêvanan.
Deba Bawanî
Piştî ku bûk dibirin û dawet xilas dibû, piştî hefteyekî bûk vedigeriya mala bavê xwe û ji vê debê re jî digotin deba Bawanî. Bavê bûkê jî pezek yan golikek dida keça xwe û jê re digot, ev bawaniya te û para te keça min.