Necmedîn Baban
Bi bîrhînana serpêhatiyekê, em ê behsê civakê û rewşenbîrên wê bikin. Dibêjin dema ku tevgera xwendekarî ya Fransayê di kopîtka xwe de bû, û meşên xwendekaran eman nedida dewletê, digel xwendekaran, nivîskar û rewşenbîrên mezin ên Fransayê li refa herî pêşiya nerizayetî û meşan de bûn. Ji wan kesayetiyên ku navê wan hatiye, qala çend nivîskar û fîlsofên wek Sartre” û “Michel Foucault” û “Simone de Beauvoir” û … hwd hatiye kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Fransayê, yan bi gotineke din serkomarê wê demê yê Fransayê di gel fermandarên meydanî û bi armanca sirrkirin û nehêştina nerazîbûnan û agehdarbûna ji çawaniya aloziyan diçe nav bajarê Parîsê cihê destpêkirina aloziyan. Fermandarê meydanî dibîne ku êrîşa wê rojê a xwendekaran ji hemû rojên din bibandortir û tundtir in. Lewra rû li Fermandarê Giştî dibêjê: Ger hûn îznê bidin em ê wan bidin ber gulleyan û bikujin.
Fermandarê Giştî dibêje: Hûn kî bidin ber gulleyan? Ew hemû jî Fransî ne. Bizane kî li pêşiya meşvanan e. Dema lê dinêrin dibînin ku li pêşiya meşvanan “Sartre” û “Michel Foucault” û “Simone de Beauvoir” û … hwd mijûlî meşê ne. Îca ew qise çi rast be yan jî her wek remz û nîşaneyek di ber xwe de derxistibin, nîşana rastiyeke mezin e. Êrîşa li ser rewşenbîr û nivîskarên Fransî ji aliyê Fermandarê Giştî ve li ber Fransîbûna wan wek bezandina xeta sor û êrîşa li ser hemû Fransayê hatiye nîşandan.
Di vir de divê em vê pirsê bikin, ku wan nivîser û rewşenbîran divê çi rolek di civaka Fransayê de lîstibin û çi bandoreke wan li ser ciwan û xwendekaran hebûye ku hêzên çekdar wiha ew nas kiribin û ew wek Fransa bixwe navê wan rewşenbîran anîbe û newêrabin êrîşî ser wan bikin, û li ber çavê wan ew rewşenbîr hevber in digel hemû Fransayê.
Xuya ye ku hemû aliyek pile û payeya wan nivîseran di asta cîhanî de dizanin, lê cuda ji wê pile û payeyê, ew di nav gelê xwe de çawa derketine û çi roleke yekalîker tê de lîstine û çawa bûne cihê baweriya opozisyonê û bûne sedema tirsa pozisyona seqamgîr. Renge em bikarin gelek egeran raxin berçavan, lê bêguman li derveyî egeran û eva ku eşkere ye û bi zimanê xelkê asayî divê bihê gotin ew e ku:
Ew rewşenbîr tenê nivîserên kuncê malên xwe nebûn. Ew rewşenbîr ew kes nebûn ku taqmek kes bin ku di odeyên xwe de xwe mat kiribin û dinya û her tişt ji bîr kiribin û ji karê wan zêdetir tiştekî din ji wan re girîng nebe. Ew nivîser ne taqmbaz bûn û ne jî berçavteng. Ne li pey sazkirina kertê taybet bi xwe bûn û ne jî nehalîkirina civakê. Ew nivîser tenê nivîskarên kuncê malên xwe nebûn. Ew taqmek nebûn ku xwe avêtine nav odeyên takekesî ên xwe de, û dinya û her tiştê di dinyayê de piştguh xistibin û ji xwe û karê xwe zêdetir girîngiyê nedin ti tiştekî din. Ew nivîser ne taqimbaz bûn û ne jî berçavteng. Ew li pey sazkirina kertê taybetî ê xwe nebûn û nedixwastin ku civakê nezan bihêlin. Ew rihê bêzarbûyî ên civakê bûn.
Ew kesanek bûn li dijî deshilata xirab û feşel, lê piştî azadiyê jî nebûne bar li ser milê şoreşgeran û nexwastine bi gendelbûnê, û deshilatdariyê û heta bi riya demûdezgeh û çapemeniyan, perdeyekê di navbera xwe û civakê de bikêşin. Wan meirîfe û zanyarî bexşîne civakê û di kiryarê de jî bi riya hizir û meirîfe û gotara xwe pêngav hilgirtin. Ew nehatine ku gelê xwe ji meirîfeyê vala bikin, belku wan meirîfe ava kirin. Wan di hizr û fikirîn û rexnekariyê de afirandin kirin û behsê pergala deshilatê, beramberiya zanist û deshilatê, koknasiya deshilatê, mirovê îgzîstanisiyal, jin û regeza duyem kirin, û di vê çarçoveyê de nivîsîn û çalakî kirin û nexwatsin bi axaftinên kopîkirî û dizî ji filan û fîsar nivîser û rewşenbîrê berî xwe xelkê bixapînin.
Wan herwiha diruşm nedane û di piraktîkê de eva ku ji destê wan hatî kirin. Wan li hemberî hemû hêzên dijî azadî û serkutkar û nemirovî helwesta wan hebûye. Hizr û pênûsa wan xizmeta mirovê wan bixwe û cîhanê kiriye, lewra rûsorê dîrok û gelê xwe jî bûn.
Gelo rewşenbîrên bajarê rewşenbîriyê (Silêmaniyê) di bîst salên borî de çawa bûn. Ez li ber vê yekê vê mijarê naraxim ber çavan ku navê wî bajarê xweşik û tekane xirab bikim, belku li ber vê behs dikim ku di çend salên borî de çend bûyerên nebicî tê de rû dan ku digel dîroka pir ji şanazî a bajar yek nagirin û dixwazim di vê navberê de rola rewşenbîr û nivîserên hertim dijber lê niha bêdeng û lal ên Siêmaniyê binivîsim. Herwiha mebesta min ew helbestvan û nivîskar nînin ku her ji aliyê vê taqmê ji mafiyaya rewşenbîr ve hatine piştguhxistin û her awirekê jî li wan nadin. Eva di demekê de ye ku ew nivîser û helbestvan in ku mînaka kesên dilsoj û zimanzan û hunerafir ên Silêmaniyê ne. Gelek nav hene ku ez ê di nivîsên din de qala wan bikim û carê navê wan nahînim.
Di dîroka modern a Kurd de Silêmanî berdewam bajareke pêşeng bûye, û yek ji wan bajarên tekane ên Rojhilata Navîn e ku em dikarin bêjin berî hemiyan di kiryarê de sekolar bûye. Pêwendiya xelkê û rewşenbîr û xwendewar û jin û heta zanayên olî jî digel ayîn têkiliyeke binajoxwazane nebûye.
Em dikarin navê dehan melayên rewşenbîr û helbestvanên xwedîşiyan ên vî bajarî bînin ku hizra wan ya “dinyaya din”ê her tunebûne û belku li gor “vê dinyayê” hizir kirine. Kesên heya ser hestiyan cîhanî û sekolar bûn, û her ew yek jî bûye sedema vê ku Silêmanî bibe bajarek ku bingeha bîr û hizr û rewşenbîrî û vegeşîna azadiyê ye.
Hemû xelkê Kurd dizanin ku ew agirê ku sed salî berî niha ji aliyê Pîremêrd ve hate pêxistin, ew agir û Girê Yare û cihê hilkirina agirê newrozê ji aliyê Pîremêrd ve tenê nîşana hilkefteke sade a neteweyî nebûn, ew diyarde nîşana rawestiyana li hemberî debeke hezar salî ji kombûna li dewra hevdu û rêkxistina xelkê bû. Rêkxistina gel li ser xeta “vê cîhanê” û “sekolar” û tamdîtina ji jiyana dinyayî û vegeşandina jiyana urfî û vegeşîna civakê û …hwd.
Dîroka sedsalê borî ê rewşenbîriyê jî her ji çapxane û rojnameya Pîremêrd ve bigre heya digihîje rojnameya Gelawêjê û hebûna tîpên muzîkê û şanoyên cuda û stranbêjên navdar û şêwekar û peykersazên wê û … hwd her hemû vê rastiyê nîşan didin. Piştre jî sazbûna hêzên siyasî ên çep û Sosiyal Demokrat, hindey din Silêmanî kiriye îroyîn û zindî kiriye.
Lê di du dehikên borî de û bitaybetî piştî vê ku taqmeke nivîser û rewşenbîr bûne hevalbendê hêzên tundajo û ayînî, ew rastî derket ku beşek ji rewşenbîr û nivîserên Silêmaniyê û ên ku serdemekê xwe wek mînaka kesên radîkal di warê fikrî de didan nasîn, ketin bin damanê hêzên tundajo û siyasî-ayînî û her ji wir ve bajarê sekolar û sosiyal demokrat hêdî hêdî xwe ji bo hindek bûyerên tala made dikir ku mînaka herî dawiyê êrîşa li ser jinên azad û çavvekirî ên Silêmaniyê bû ew jî bêy ti hokarekê û tenê li ber jinbûna wan, ku sivikatî bi wan tê kirin û kerameta wan tê şikandin.
Pirs ew e ku gelo karvedan û bertek û rênîşandan û şîrovekariya bi nav rewşenbîrên zexim ên wî bajarî ji kîjan çavkanî û çirûsk û ekranê ve divê bê dîtin. Behsê wan nivîseran cuda ye ku ne dengê wan digihîje ti cihekî, û ne jî ti mecalek her ji aliyê wê taqmê ve bo wan maye. Çimku wan bi awayekî tewawiyetxwaz û totalîter piraniya navend û binkeyên mezin ên xwe her ji mêj ve ye ku xistine bin lepên xwe de.
Pirseke din ew e ku çawa ye ku her di nav gelên cîran ên wek Ereb û Fars û Tirk de ger di asta civakê de diyardeyeke kirêt dibe carr, berî hemû kesî, nivîser û rewşenbîrên wan neteweyan bertekan nîşan didin û dengê xwe bilind dikin.
Gelo çawa ye ku di deh salên borî de dehan û sedan bûyerên karesatbar ji bo Kurdên hemû parçeyan çêbûn, lê deng ji wan nivîser û rewşenbîran derneket. Ew hemû bûyerên siyasî û civakî ji bo Kurdên her çar parçeya çêbûn, di çend salên borî de heta nivîserên Fars jî bo berevaniya ji Kurdan anîne ziman.
Wek mînak di “Şoreşa Jîna”yê de bi dehan nivîserên Fars û Ewropî jî mijar nivîsandin û hevdilî kirin û agehdariya xwe ji rewşê nîşan dan, lê wan pênûsbidestan wek wê ku ne ba hatibe û ne jî boran, pênûsa xwe nederxistin.
Gelo ka helwest û nivîsên wan nivîskaran? Ger Rojhilatê Kurdistanê li derveyî selîqe û şiyana şiroveya wan de ye, lê Herêma Kurdistanê çi? Ger hemû herêmê bi ya xwe nizanin lê Silêmanî wargeh û bajarê hezkirî ku bi heq serdemekê paytexta rewşenbîriyê bûye çawa? Jixwe ew der zageha wan e.
“Sartre” û “Michel Foucault” Kurd li şeqamên Silêmaniyê dernakevin, ez jî nizanim çima?