Kurdshop – Yelda şeva ji dayîkbûna sembolên herî ciwan ên dîroka herêmê ye. Qadeke ku di dirêjahiya dîrokê de birîndar bûye û van sembolan hêviyên xwe dane ser hev û bi evîna xwe careke din birînên herêmê derman kirine û ji hezaran riyên asê û metirsîdar rizgar kirine.
Ew hêmayên dîrokî ku ger beşek ji wan çîrok û pêşîneya bav û kalên xwe vedibêjin, beşek ji wan jî ew çavkaniya bibandor in ku di pêkhateya peykerê nasnameya neteweyên wê herêmê de ciwanîbexş û watadar in.
Xuya ye ku Yelda û behsa li ser şeva Yeldayê, herwiha hokarên girîng ên wê dem û wextê taybetî zêde behshilgir e û mirov dikare di gelek biyavan de li ser biaxive. Biyavek ku mirov dikare pêdagiriyê li ser bike, biyavê nasnameyî a wan rêkeft û hilkeftan e ku gel ji bo xwe peyda dikin û dikin derfetek bo sazkirina komdengiya civakî û siyasî û kulturî di civakê de. Ew tiştên ku yekdengî li ser pêk tê, piştre deb û resma taybet bi wan jî tê çêkirin û xelk divê wan deban bi rê ve bibin.
Bi awayekî giştî herwek ku civaknas dibêjin, rêkeft an bone û hilkeftek dibe xwediyê şêwazeke taybet bi xwe, wate yasa û rêsaya taybet bi xwe bo birêvebirinê. Ew ayîn û deb û resm li gor taybetmendiyên zimanî û civakî û dîrokî, li her herêmekê ji herêmên girêdayî erdnîgariyeke berfireh, dibe xwediyê hindek taybetmendiyên hûr, û bi neteweyeke taybet ve tê girêdan. Helbet hindek taybetmendiyê hevpar jî digel neteweyên din ku bawerî bi wan deb û resman hene ji bo wan têne pênasekirin. Bi awayekî giştî dibe beşek ji nasname yan yek ji kevirên avahiya nasnameya wî gelî.
Ger neteweyekê jî ew kevirên hûr û dîroka hûr û hêmayên hûr tunebe, eva bêguman nasnameyeke sist û lerzok heye. Pirsek ku dikare bê kirin ew e ku, gelo hekî ew fakterên hûr ên nasnamesaz tunebin, dikare avahiya nasnameya xwe çawa pêk bîne? Ew yek hemû mîratên derbazbûyî ne û em jî neteweyeke xwedî derbazbûyî ne.
Em xwediyê edebiyat û dîrok û deb û resm û hemû wan fakteran in ku dibêjinê nasnameya neteweyî. Lewra berdewam nivîskar û bîrmend û heta xelkê me yê asayî jî fêr bûne ku pêdagir bin li ser parastin û dewlemendkirina wê mîratê pêşînan. Her wek ku “Agost Kont” dibêje: Pêşînên me di warê çêkirina civakê de pişka wan zêdetir e ji xelkê niha, “ew yek jî tê vê watayê; neteweyek ku wê pêşîneya xwe nas neke, neparêze, pilan jê re tunebe û wê nevegeşîne, bêguman lawaz dibe û heta metirsiya wê yekê li ser heye ku ber bi têdeçûna nasname û guherîn û dorandina nasnameyê pêngavan bavêje.
Niha ger em bilez li ser bingeha nivîsên dîrokzanan awiran bidin Yeldayê û Yeldayê wek yek ji wan bone û hilkeftan şîrove bikin, divê em qala wan xalên jêrîn bikin:
Hezar û sêsed salî berî Zayînê Arî dibin çend deste. Desteyek berê xwe didin felata Îranê, desteyek jî berê xwe didin welatê Hindûstanê, yên ku têne Îranê bi karûbarê pezdariyê mijûl dibin, lê ew Ariyên ku diçin Hindûstanê, ji riya nêçîr û talankirina gelên din ve jiyana xwe derbas dikin, û ew yek jî dibe beşek ji edetê xirab ê wan. Ew serederî dibin sedema tirsandina Ariyên beşa Îranê ku hewcehiya wan bi aramî û ewlehiyê li çêrgeh û nav zewiyan hebû, çimku Ariyên Hindê erdê wan dagîr dikirin û serweta wan zeft dikirin, û pez û ajelên wan talan dikirin.
Di wê serdemê de ku ew girjî û nexweşî û bergirî di navbera wan du sînoran de heye, derheqê aliyê serkeftî de Xwedayê piraniya wan neteweyên ku di erdnîgariya Îranê de dijiyan “Ehûra Mezda” bû, û Xwedayê wan îzedek bû ku digotnê “Dêo”.
Dijminatiya di navbera wan du aliyan de wiha kir ku Îranî li hemberî wê hêza derekî de ku li dijî wan bû, û serederî û boçûna wê digel wan yek nedigirt, û heta berevajiyê wan bû, helwestê bigre û hewl bide ku di astê kulturî û zimanî de berengarî wan bibe. Lewra wiha kirin ku xelkê wan bixwe peyva “Dêo” ji bo dijmin bi kar bînin û piştre peyva “Dêw” ji bo neyar û dijmin bi kar dibirin.
Her bi vî rengî Ariyên Hindê hêza aliyê hemberî xwe wate alîgirên Ehûra li dijî xwe dinasandin û nefret li Ehûra dikirin.
Lê xala balkêş ew e ku herdu alî baweriya wan bi îzedê “qewl û peyman” hebûn, ew îzed îzedê tavê bû. Xwedayek ku di deq û nivîsan de cuda ji wan pesnan, bi navê din wek “Mîsre” an “Mîtra” bi nav dikirin. Lewr Ariyên Îranê dema ku peymana aştiyê digel talançiyên Hindê girê didan, ew Xweda wek şahid digirtin û erd û zewiyên xwe û ajelên xwe diparastin.
Îzedî (Mîtra) ku hem îzedê tavê û hem jî îzedê şervantiyê bû, bi baweriya neteweyên Îranî di dawî şeva payîzê de ku şeva herî dirêj e, di şikeftekê de ji dayîk dibe.
Lewra ji wê demê şûnda ew îzed bitaytbetî li cem pezdar û werzêran ku Kurd jî li xwe digirtin gelek pîroz bû. Bi awayekî ku hindek kes Ehûra ji bîr dikin û tenê wî îzedî diperistin, wek Îzedî û Kakeyî ku tav li ba wan gelek pîroz e.
Her wek ku min got, Mîtra Xwedayê şervantiyê jî bû. Çimku di şerên serdema Eşkaniyan digel Romiyan ku zêdetir li herêma rojavayê niha yê Kurdistanê çêdibûn, zêdetir Îranî bi ser diketin. Romiyan hewl dan ku Xwedayê şerê Îraniyan biperistin. Lewra hêdî hêdî şeva jidayîkbûna Mîtrayê li ba wan jî bû şeveke pîroz û dikirin cejn û piştre êdî Yelda di nav kultur û zimanê Siryanî de ku ew wê demê jêrdestê Romiyan bûn bi wateya şeva jidayîkbûnê bû.
Eva ku em bêjin Yelda merasimên wê tenê ên Kurdan in an na? pirseke tewaw nîne. Çimku Yelda a hemû wan neteweyan e ku di erdnîgariya felata Îranê de jiyane. Lê bêguman em wek Kurd para me jî pê ve heye, û me jî di warê watabexşîn bi wê dem û wextê taybetî de, rol hebûye, û bo vedîtina wê bandor û karkirinê gelek belge hene û yek ji wan ew e ku heya niha jî hêmaya “Mîtra” wate tav ji aliyê Îzedî û Kakeyiyan ve tê peristin.
Yelda her wekî me got ne tenê ew dîroka kevnar li piştê ye ku berbirûyê deshilatên dîroka Asiyayê bûye, belku watayeke din jî dide ku ew jî “jidayîkbûn” e. Jidayîkbûna bedewiyan. Her wekî me behs kir di zimanê Siryanî de ew wata heye.