# Nav Mane
1 Maçan Pirjimara peyva maç.
2 Madam Ku wiha bû. Madem waye.
3 Mahnûs Navê bajarokekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê, ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê bi tawana şîebûnê hemû hatin derkirin û ew bajar hate teirîbkirin.
4 Maje Ji malbata zerdeştiyan.
5 Majel Maziya piştê.
6 Makoke Cihê pir ji gul û giya. Çiyayekî herêma Bîtwênê ye li Başûrê Kurdistanê.
7 Malmal Hemû xaniyên malan. Mal bi mal. Navê qehremana beyta Nasir û Małmał.
8 Malûwan Gundekî Başûrê Kurdistanê ye. Navê wê alavê ye ku zeviya kêlayî pê saf û teraz dikin.
9 Mamîsa Mamîşa. Navekî siryanî ye. Giyayekî bejnbilind e ku dişibhe xeşxaşê û gulên zer dide û di nav gula wê de toveke reş a hûr heye. Gundekî Badînan e.
10 Mana Çiqeke kevn a Kurdan e ku li xwar gola Urmiyê jiyane û dema bûne deshilatdar, paytexta xwe birin bajarê Zîwiye (Îzîrtû) li 50 km a Seqizê. Herwiha ew dewlet, dewleta herî kevn a Rojhilatê Kurdistanê bûye.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!