| 81 |
Kevok |
Kevûk. Kavûk. Kavok. Kabûk. Kotir. Bi zazakî dibe “Boran”. Serbendê straneke kevn a kurdî ye ku Hesen Cizîrî xwendiye. |
| 82 |
Kevot |
Dareke qahîm e. |
| 83 |
Kewê |
Bi rengê kewê. Wek kewê. |
| 84 |
Kewela |
Sewzepoş. Keskpoş. Serî heya binî kesk. |
| 85 |
Kewend |
Çadir. Reşmal. Kon. Çadira ku ji tûkê hatibe çêkirin. |
| 86 |
Kewij |
Arezû. Awat. Hêvî. Meraq. |
| 87 |
Kewîj |
Zemanê berê digotne wê pîvana ku bo pîvana genim û dan û ... hwd bi kar dibirin. |
| 88 |
Kewjîn |
Bêzûkirdin. Ew uşiyê tirî ku bi darê ve hişk dibe û dimîne. |
| 89 |
Kewkew |
Ev nav di bingeh de “Kokeb” a erebî ye bi wateya “stêrk” ku bi kurdî kirine kewkew. |
| 90 |
Kewmal |
Serûbinkirina malê û geriyana li pey tiştekî. (Hemûman “kewmal” kird, hîçman nedoziyewe, wate me mal hemû serûbin kir, lê me ti tiştek nedît). |