71 |
Heyvîn |
Hêja û hezkirî. |
72 |
Heywê |
Bisk. Kezî. |
73 |
Hêzan |
Bihêz. Xwedîşiyan. |
74 |
Hezare |
Hatûçûna kerwîşkê li ser berfê. Kevirê qît ê lêva hewzê. Xewherimîn û xeyalên dema razanê. Bîreweriyên hezar salî ên mirinê yan jî jidayîkbûna mirovên navdar, wek (Hezareya Selahdînê Eyûbî). |
75 |
Hîdîka |
Aram. Li ser hemdê xwe. |
76 |
Hîwa |
Hêvî, Umîd. |
77 |
Homa |
Humay. Bi zazakî wate: Yezdan. Xwedê. Xweda. Perwerdigar. Dilgirêdan bi karê baş an xirab. Strana ku bo razandina zarokan bi kar tê. Navê teyrekî ye ku li gor metolojiya Îranê ger siya wî teyrî bikeve ser serê her kesî, ew kes dê bibe paşa. Gundekî Kurdnişîn e li herêma Birûcirdê. |
78 |
Hona |
Dengê xweş. Dengê bisoz. (Be honayekî xoş destî pê kird). Hêşta jî. |
79 |
Honiya |
Xoniya. Di zaravayê pehlewî yan kelhorî de wateya xweş û awazê dide. |
80 |
Hore |
Derdor. Singekî stûr e ku dixin nav qelîşteka darê, û piştre bi bivirê dişkînin. Seyrangeh. Cihê zêde bilind. Soz û narenar. Sirûda ayînî a ehlê heq (yarsan)an girêdayî serdema Zerdeşt ku hewayekî kevn e û di merasimên ayînî de hatiye gotin. Hore gelek kevn e û bi zaravayê kelhorî û cafî tê gotin. |