# Nav Mane
61 Kejê Belek. Dureng. Sernav û navbenda çend stranên kurdî ye.
62 Kejîn Desmal an parçeyê ku ji awrîşmê hatibe çêkirin.
63 Kejok Berê giyayekê ye ku rengê pemboyê dide û spî ye. Awrîşma xaw.
64 Kejos Kajos. Çiyayek e li herêma Bêtwînê.
65 Kema Giyayekî bilind e ku ajal dixwin û digel giyayê din tê hişkkirin û di demsala zivistanê de bi ajalan tê dayîn.
66 Kemere Kember. Navqed. Cihê bangder li ser minareyê. Gaşeberd. Navenda topa erdê.
67 Kenêre Kenêr. Kenêrê. Navê du cureyên daran e, ku yek ji wan strî (kelem. qelem) hene û yek jî bê strî ye. Giyayek e ku pelgên wê rengê giyayê Unce (Yûnce) an jî nefelê dide, bejna wê stûrtir e û gulên piçûk ên zer derdike. Bi terî kêmtir pez û heywan dixwin, lê ji bo tifaqa zivistanê baş e.
68 Kenî Keç. Kina. Kenî û Kina du peyvên hewramî ne.
69 Kenîle Keça piçûk. Sernavê straneke hewramî ye.
70 Kepkan Kepkan û Ser Kepkan. Navê gund û herêmekê ye li rexê Raniye ya Başûrê Kurdistanê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!