# Nav Mane
51 Xoşeng Xoşeng e (Her bixwe bedew e. Bedewiya xwerisk).
52 Xoşîk Çiyayek e li rexê çiyayê Bemo, ku kaniyeke xweş jî li wir e bi navê Qeman.
53 Xoşîn Navê rêberekî ayînî yê yarsaniyan e. Xwerisk. Piştî baranê.
54 Xoşnav Kesê ku xelk jê hez dike. Kesê ku navê xwe bi başî û qenciyê derxistiye.
55 Xoybûn Maneya wê serbixweyî, xweserî û "serxwebûn" e. Dema partiya Xoybûnê li Sûriyê hate avakirin, hinek Kurdên soranîaxêv jî amade bûn. Loma bi vî awayî navê partiyê hate danîn, jiber ku "xo" bi devoka soranî heman “xwe” ya devoka kurmancî ye. Komeleya Xoybûnê li sala 1927an li “Bihemdune” bi alîkariya Ermenan û di mala “Vahan Papazyan” de hatiye damezirandin.
56 Xozge Xwezî. Hêvîxwastina tiştekî.
57 Xulya Arezû. Hezkirin li tiştekî. Xeyal.
58 Xûnav Şewnim. Aweng. Awing.
59 Xunçe Pişkûj. Gula ku hêşta nepişkiviye.
60 Xunçesor Pişkûja sor.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!