# Nav Mane
31 Maznê Mezin. Gewre. Gundek e di navbera Mêrgesor û Balekiyan li Başûrê Kurdistanê.
32 Mêgir Jiwangeha keç û kuran. Çavkaniya ava Rewanduzê ye li quntara çiyayê Kurê.
33 Mehabad Peyva Mehabadê di çîroka Weys û Ramîn de navê kevn ê Nehawendê bûye ku digotnê Mahdînar. Bi kelhorî jî li cihê peyva “bajar” peyva “mah” bi kar dibirin, ku ereban peyva mah guherîne û kirine mahdîn û medîne. Di zimanê pehlewiya avestayî de jî gotine bajar “mah”. Herwiha gotine Nehawendê “Mah Besre”. Gotine Dînewer jî “Mah kûfê”. Mehabad an Mahabad navê pêxemberekî bûye ku berî Zerdeşt li xwar gola Urmiyê hatiye dinê. Peyva Mad jî li dewrana Sasaniyan bûye May û piştre bûye Mah.
34 Mejîr Koçer. Reben.
35 Mêlaq Uşiyê tirî ku li banê xaniyan vedikin bona ku di demsala zivistanê de bi kar bînin.
36 Melo Qewdeke gulê ku dikin diyarî. Koşeke giyayê ku hatiye dirûn.
37 Memiyan Mendok. Giyayek e. Kesê giran û xwedî exlaq.
38 Mendane Mendok. Mendê.
39 Mendê Giyayek e dikin nav jajî û penîr û hindek risqên din de.
40 Menîce Paqij.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!