| 21 |
Sare |
Şefeq. Sibezû. Spêdeyeke zû. |
| 22 |
Sarema |
Berdana karik û berxikan bo şîrxwarinê di dema şefeqê de berî dotina şîrê dayîkên wan. |
| 23 |
Sarî |
Peyva hezkirinê ye bo bangkirinê. |
| 24 |
Sarîna |
Wargehê bilind û hênik. |
| 25 |
Sarîsa |
Mînoriskî ji zimanê Torodangînê zimanzan ve dibêje: Li welatê Kurdoîn sê bajar li ser rûbarê Dîcleyê hebûn ku navê wan Sarîz (Sarîsa), Stalka û Pinyaka bûn û Kardoxî lê dijiyan. Straboyê rojhilatnas jî dibêje: Kurdoîn bi herêmên çiyayî ên di navbera Mûş û Diyarbekirê (Amed) ê dihate gotin. |
| 26 |
Sariya |
Navê çiyayekî ye li herêma Hekariyê li Bakûrê Kurdistanê. |
| 27 |
Sarme |
Berê giyayekê ye ku wek derman tê bikarhînan û gelek binirx e. Dolmeyên pelgan. Cureyeke “hirmî”yê ye. |
| 28 |
Sarome |
Navê çekekê ye. |
| 29 |
Satme |
Litimîn û ketin. |
| 30 |
Sava |
Sawa. Zaroka sava. Her tiştê ku nû çêbibe, wek mirov, ajal, giya. |