11 |
Manay |
Herman. Jinavneçû. Di gatayên Zerdeştê de ku bi zaravayê kelhurî û hewramî û nîvezaravayên cafî û sineyî hatine nivîsîn, wateya perwerdigar û yezdan dide. Navê zozanekî ye li Hewramanê. |
12 |
Mandan |
Kolikên ku bi tenê li çiya û zozanan têne çêkirin. Navê keça Ejdehakê paşayê Mad û navê diya Kuruşê Hexameniş bû. Navê gundekî ye li herêma Barzan li Başûrê Kurdistanê. |
13 |
Mandana |
Mandan. Navê jina Kembûciye paşayê Fars û diya Kuruşê paşayê Hexamenişî bûye ku keça Ejdehakê paşayê Mad bû. |
14 |
Mane |
Hembane. Tûrik. Hewane. Mana. Wate. Hêcet. Navê gundekî ye li Xurasanê. |
15 |
Mangîle |
Heyva ku taze hiltê. Şiklê heyvê di nav alayê de. |
16 |
Mangrû |
Dêm wek heyvê. |
17 |
Mapare |
Bedew wek heyvê. |
18 |
Maral |
Peyveke tirkî ye bi wateya zirav û nazik. Bedew. |
19 |
Maraw |
Ronahiya heyvê. Fîşengeke agirdar e. |
20 |
Mariya |
Şervanên eşîra Mîtan an Manayî ku Kurd bûne. |