# Nav Mane
91 Kewmil Amaje ye bi keçên gerdenqaz. Serbendê straneke kurdî ye.
92 Kewrîn Kevrîn. Berdîn. Embara dex û dan. Bizna spî. Gundek e li bin çiyayê Zozik li herêma Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê.
93 Kewrû Rûmetê wê wek yê kewê ye. Amaje ye bi keçên bedew.
94 Kewxal Bedew wek xala kewê. Amaje ye bi dilbera bedew û şox û şeng.
95 Kewyan Tîreyeke Kurd in ku li derdora Şirnax a Bakûrê Kurdistanê dijîn. Seqamgirtû. Cihgirtî. Cihê sar û çiyayî.
96 Kewyar Yara wek kewê şilûmil.
97 Kewzan Kizwan. Şînok.
98 Keylan Mînaka bedewiyê. Mînaka şeng û şepaliyê.
99 Kezîn Kezan. Keskan. Qezwan. Xemilandin.
100 Kezîzer Pirçzer.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!