| 1 |
Maçan |
Pirjimara peyva maç. |
| 2 |
Madam |
Ku wiha bû. Madem waye. |
| 3 |
Mahnûs |
Navê bajarokekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê, ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê bi tawana şîebûnê hemû hatin derkirin û ew bajar hate teirîbkirin. |
| 4 |
Maje |
Ji malbata zerdeştiyan. |
| 5 |
Majel |
Maziya piştê. |
| 6 |
Makoke |
Cihê pir ji gul û giya. Çiyayekî herêma Bîtwênê ye li Başûrê Kurdistanê. |
| 7 |
Malmal |
Hemû xaniyên malan. Mal bi mal. Navê qehremana beyta Nasir û Małmał. |
| 8 |
Malûwan |
Gundekî Başûrê Kurdistanê ye. Navê wê alavê ye ku zeviya kêlayî pê saf û teraz dikin. |
| 9 |
Mamîsa |
Mamîşa. Navekî siryanî ye. Giyayekî bejnbilind e ku dişibhe xeşxaşê û gulên zer dide û di nav gula wê de toveke reş a hûr heye. Gundekî Badînan e. |
| 10 |
Mana |
Çiqeke kevn a Kurdan e ku li xwar gola Urmiyê jiyane û dema bûne deshilatdar, paytexta xwe birin bajarê Zîwiye (Îzîrtû) li 50 km a Seqizê. Herwiha ew dewlet, dewleta herî kevn a Rojhilatê Kurdistanê bûye. |