Hevkariya helbest û felsefê - Beşa 3yem

Kamran Simo Hedilî

 

Beşa duyem a vê gotarê li vir bxiwînin

Victor Hugo dibêje; “Felsefe mîkroskopa ramanê ye.”

Feylezof bi wê mîkroskopê ramanên xwe dibîne û dihûne. Bi gelek mînakên cuda her li peyitandina rastiya ramanên xwe digerin. Helbestvan jî bi wê mîkroskopê hest û ramanên xwe di nav hev de dihûnin û piştre pêşkêşî xwendevanan dikin. Heke carinan hest di helbestên wan de li pêş were dîtin jî, ramanên wan piştre tên. Helbestvan ji kûrahiya hestan û ji bilindiya ramanan helbestên xwe bi xweşik kirina ziman dinivîsin. Ji bona helbestvanan, raman ne tiştekî pûç û mirî ye. Raman û nêrînên helbestvanan hestên wan tînine coşê û bi wê coşa hestan helbestên xwe dinivisînin. Helbestvan hest û ramanan ji kûrahiya nav xwe derdixin û di xeyalê de li jiyana bêdumahî û bextewar digerin.

Helbest hem berhema navenda zanîna helbestvanan e, hem berhema xeyalên we ye û bi hestên nazik tê gotin e. Yanî helbest hem kakilka zanînê ye, hem qalikê wê ye. Ji ber wê ye tê gotin, ‘‘helbest bi gavekê li pêş felsefê dimeş e.’’

Di helbestê de ramana bêyî hest bi tena serê xwe dîn e û hesta bêyî ramanê bi tena serê xwe kor e. Helbestvan raman û hestan bi bilindiya jiyanê ve hişk girê didin û heta ji wan tê herduyan bi hev re pêşkêşî xwendevanan dikin. Helbestvanên mezin jiyana li nav hest û ramanan ji xwe re dikin war û li wî warî dijîn.

Ji bona helbestvanan, helbest ne tenê hûner e. Li nav herika jiyanê carinan weke çavneqandina yaran e. Carinan hevala siran e. Carinan bibîrnanîna kevnedostan e. Carinan cihê veşartina gazin û rondikên bi dizî ye. Carinan jî denge serhildana rizgarî û azadiyê ye.

Bi hizir û ramanên Feylezofî, bi hest û xeyalên helbestvanî helbestên xwe dihûnin. Di helbestên xwe de cih didin her duyan jî, ne dilê hestan dihêlin û ne yê ramanê. Ev dike, helbestên wan, ne sînorên dewletan, ne parzemînên cîhanê yên cuda, ne astengkirina ol û îdeolojiyan, nikarin rê li navberî wan û xwendevanan bigirin.

Helbestvan jî mîna Feylezofan afirînerên pêşerojê ne û mafê wan e, raboriyê rexne bikin. Mirov her tiştî deyne aliyekî, helbestvan jî temaşevanên dema xwe û yên vê jiyanê ne. Temaşevan qet nebe, leyîstike lê dinêrin ecibandin, an ne ecibandina leyîstikê mafên wan e. Dibe leyîstik li xweşa wan biçe an neçe. Dikarin bikin niçe niç û ofe of, an jî ji bona kêfxweşiya xwe nîşan bidin li ser piyan çepikan lêxin û biqîrin. An ji bona leyîstikvan baş neleyîstine pirsan ji wan bikin û rexneyên xwe bînin ziman. Ev rexne û dadgerî jî mafê wan e.

Tê zanîn, pirskirin karê feylezofan e. Ew bi pirsan dixwazin bigihên armancê. Felsefa xwe li ser bingehê pirsan ava dikin. Lê helbestvan jî, mîna feylezofan pirsan dikin û dixwazin bersiva pêşerojê bidin. Ez kî me? Ez çi dikim? Di cîhanê de cihê min çi ye? Erka min çi ye? Ji bona çi têgihîştina me têra têgihîştina gerdûnê nake? Çima temenê mirov wisa kurt e? Di vî temenê kurt de mirov çi ji hev dixwazin? Çima di nav aştiyê de nikarin bijîn? Û weke van pirsan gelek pirsên din ji xwe dikin. Helbestvan û feylezof li nav pirsan digerin û dixwazin bersivekê bibînin. Li xwe dinêrin û li civata bêxem dinêrin. Him pirs û bersivên xwe tînin ziman û him ji civata bêxem re dibêjin: “Serkaniya nexweşiyan di van pirsan de ye, hûn jî bi min re li wan bigerin.” Carinan pirs û bersivên helbestvan nayên fêhmkirin. Ji bona him bi dengê bilind dipirsin û him ser pirs û bersivên xwe dinixumînin. Heta ji wan tê bi sembolan tiştên dixwazin bêjin, tînin ziman. Helbestvan û feylezofê Romayî Tîtus Lucretius Carus berî vêga bi du hezar û sed salî ji bona têkiliyên felsefê û helbestê wisa dibêje; “Felsefe şerê Tîtanan e, (Ehrîman e) helbest jî, di afirandinê de bi Ezdanan re di pêşbirkê de ye.”

Li nav meşa mirovahiyê, felsefe û helbest bûne navên hezkirina pêşveçûnê û hunerê fêrbûna zanînên nû. Ji bona zanîna hezkirinê, pêwîstî bi hizir û ramanê heye û ew jî bi karanîna hest û hiş dibin.

Ji ber felsefeya helbestê qêrêna hatina bêdemî ya li dijî demê ye û bi wêrekî ji bêmirinê bawerî ye. Helbestvan, helbestê û felsefeya jiyanê ji xwe re dikin baxçeyê deriyê wî ji ber xwe ve ji wan re vedibe. Tîrêjên ronahiyê ji wî baxçeyê jiyanê dirêjî hest û hizirên helbestvanan dibe. Kêliya çirûskên pêşxistina mirovahiyê di nava xwe de hîs dikin, dest bi hûnandina helbestê dikin ji bona nîşanî hevçerxên xwe û yên li pey wan tên bikin. Li ber pencereya ronahiyê rûdinin, li jiyanê dinêrin, sitranan disitrên, diqîrin, digirîn, dikenin, deng, hest û ramanên xwe dikin nav tirs û şadiyên çaxên xwe. Ji ber dizanin, ji baxçeyê jiyana wan û wê de hin kesên hunerhez û zanînhez dê li wan guhdar bikin. Ev dibê di serdema jiyana wan de bibê, an ev yek paşî hezar salî bibê. Lê tiştê xweş ew e, dema helbestvan dibêjin; “ez jî heme, an jî ez hebûm” û zanibin vê bêjin. Li dervî vê rê, riyeke din a karibe bêjin, ez heme an ez jî hebûm nîn e.

Ev rêzika helbesta helbestvanê Grêkî Yannîs Rîtsos her tiştî aşkere dibêje; “Ji helbestê, ji evînê û ji mirinê bawer dikim, ji ber vê yekê ji bêmirinê jî bawer dikim. Rêzikê dinivîsim, cîhanê dinivîsim û dibêjim, ez heme, dinya heye...”

 

KURDŞOP
247 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!