Hevkariya helbest û felsefê - Beşa 2yem

Kamran Simo Hedilî

 

Beşa yekem a vê gotarê li vir bxiwînin

 

Helbestvan Feylezofê Hest, Xeyal, Xewn û Ramanên Xwe ne

Helbestvanên hest û ramanan bi hostatî di nav tevna helbestê de dihûnin û digihine felsefeya helbestvaniya xwe. Bêyî wê ne pêkan e, helbestvan li hola helbestvaniyê karibin xweş bileyîzin. Ne pêkan e, karibin helbestên ji civakê re bibin ronahiya pêşxistinê binivîsin. Li vir mebesta min û tiştê dixwazim bêjim, helbestvanên helbestên wan sînorên welat û serdeman nas nakin, helbestên wan bi hezaran salan têne xwendin û ji helbestvanên her serdemê re dibin çavkaniya hûnandina helbestê ye. Ne helbestvanên, helbestên wan di demeke kin de têne jibîrkirin in. Hin kes dikarin helbestê bi wî awayî binivîsin, lê helbestên wan dê ne helbestên bi sedsalan werin xwendin bin.

Alfred de Musset dibêje; “Welatê hunermendên mezin tune ye.”

Helbestvan cîhanê welatê xwe dizanin, xwe erkdar dibînin hemû astengiyên li pêş pêşveçûna mirovahiyê dibin asteng, aşkere bikin. Hatina mirovahiyê ya herî pîroz di şikandina çemberên teng de dibînin.

Helbestvanên bi vê zanînê helbestê binivîsin, mirov dikarê ji wan re bêje, ev helbestvan feylezofê hest, xeyal, xewn û ramanên xwe ne.

Lê li vir aliyekî nazik û hesas heye, divê werê zanîn. Li nav hevok û beşên helbestê jixwe felsefeya helbestvanan ya dixwazin bêjin heye. Her çi qasî helbestvan di helbestên xwe de sembolên felsefê bikar bînin jî, ji ber bi metaforên pirwateyî tînine ziman felsefe di nav helbestê de tê veşartin. Weke tê zanîn helbestvan rasterast tiştên dixwazin bêjin, nabêjin. Heke welê bêjin, helbest ji helbestbûnê derdikeve û dibe corekî dinî nivîse.

Lê helbestvan û feylezof hevalên hev yên rêwîtiya dîrokê ne. Ew qasî nêzîk bi hev re meşîne, mirovan gelek caran ji helbestvanan re gotine feylezof û ji feylezofan re jî gotine helbestvan. Mirov dikare peyamberan (pêxemberan) jî tevlî vê meşa helbestvan û feylezofan bike. Peyamberan jî hemû peyamên xwe yên olî bi peyv û sembolên helbestwarî gotine û nêrînên xwe weke feylezofan anîne ziman.

Di rastiyê de ol jî şirîka felsefê û helbestê ye. Ji ber ol bixwe jî bi helbest û felsefê re derketiye holê. Lê mijara me, ne li ser têkiliyên helbest, felsefe û peyamên olî ye. Mijar li ser têkiliyên helbestê û felsefê ye.

Helbest û felsefe du amûrên ji destpêka mirovahiyê ve, mirovan hiş, raman û xeyalên xwe bi wan bi pêş ve birine. Bi pêşveçûna mirovan re, hizir, daxwaz û meraqa mirovan jî pêş ketine. Bi nûjeniya mirovan re helbest û felsefê jî xwe nû kirine û bûne du çavkaniyên pêşketina mirovahiyê. Ji serdemên pêşî heta roja me, mirovan bi saya helbestvan û feylezofan hizir û ramanên xwe nû kirine û kirinên nû li kirinên xwe yên kevin zêde kirine. Gelek kirinên xirab ji jiyana xwe derxistine û li cihê wan xisletên xirab yên qenc danîne.

Bi zanîna vê nêzîkiya têkiliya helbest û felsefê re jî, hê hin kes felsefê ji helbestê cuda dikin. Bi peyvên hişk û ziwa felsefeya xwe tînin ziman, xwendevan di xwendina felsefê de diwestin. Hin jî helbestê ji felsefê cuda dikin û helbestê bêmebest, tenê bi peyvên xweşik nîşan didin. Di nêrîna min de ev nêrîn gelekî çewt in û zerarê didin xwendevanên felsefê û helbestê. Ez dihizirim, feylezof û helbestvan her riya jiyana xweş, şad û serkeftî nîşan didin. Ji ber erka felsefê û helbestê çanda mirov, bîr û ramana mirov bi pêş ve birine.

Helbestvan û feylezof têgihînan hemûyan bi hev re dibêjin. Lê di felsefê de pêşî aqil tê û di helbestê de hest tên. Her du jî, di noqta giştî de li zanîna tiştan, sedem û mebestan dinêrin.

Em dizanin, zanist beşên pîşe û tiştan ji hev cuda dike û dide naskirin. Lê feylezof û helbestvan mijaran bi giştî digirin destên xwe. Bi hûrlênêrînê li sedeman dinêrin û pirsa mebestan dikin.

Li vir divê ev jî were gotin, bi wekheviya wan re, cudabûna wan jî heye. Helbest sitrana hestan e û felsefe ya hiş e. Helbest tevgera hestan dide destpêkirin û giraniya lept û daxwazên hestan li ser xuya dikin. Felsefe, tiştan dide naskirin, ji hev cuda dike, wan tênê hemberê hev, didarizîne û digihê zanîna dawî.

Divê ev baş were zanîn, helbest û felsefe du curên têgihîştinên cuda ne. Yek navê beşekî hunerî ye, ya din navê hizirkirina bipergal û zanîsta giştî ye. Helbest û felsefe bi xîzikên tûj ji hev cuda nebin jî û gelek layên wan weke hev bin jî, du beşên cuda ne. Ev mijar, gelek caran tê ber çavên mirov. Di helbestê de huner li pêş be jî, di gelek helbestên helbestvanan de felsefe xwe derdixe pêş. An jî huner û felsefe bi hev re di nav helbestên wan de dimeşin.

Helbestvan jî, mîna feylezofan pirsan ji yên berî xwe dikin û bersiva yên li paş tên didin.

Freidrich Schîller ji wan feylezofan e, felsefeya xwe bi ziman û hestên helbestvanî aniye ziman. Li ser bi hev re hûnandina hest û ramanên xwe wilo dibêje; “Aqilê min her bûyerê sembolîze dike. Dikeve riya afirandinê, ez bi têgîn û rastî, bi prensîp û hestan, bi serekî teknikî li navberî xeyal û hêzê dudil im... Dema dixwazim felsefê bihizirim, helbestvanî derdikeve pêşberî min. Dema gotina helbestê pêwîst be, ramanên feylezofî dertên pêşberî min… Ev rewş gelek caran derdikeve pêşberî min e...”

Li vir mirov dikare bêje, helbestvan feylezofên hest, xeyal, xewn û ramanên xwe ne. Feylezof jî, helbestvanên çîroka gerdûna em tê de dijîn in. Helbestvan serê xwe li ser hûnandina bûyeran diêşînin. Feylezof jî, serê xwe li ser hebûn û rewşa cîhana me diêşînin. Ava hizir û daxwaza her duyan bi hev re di coyekê de diherike. Li vê rêwîtiyê feylezof dipirsin û bi riya pirsan dixwazin bûyerê vekin û nîşan bidin û li peyitandina hizirên xwe digerin. Helbestvan bi dengê bilind dikin qêreqêr, qêrînên wan geh hawara serhildanê ne, geh gaziya cejn û şadiyê ne, an jî bi girî û gazincan daxwazên xwe tînin ziman. Ji ber wê tê gotin, “xwendevan li çawa gotina helbestvan û çi gotina feylezof dinêrin.’’ Lê karê her duyan jî felsefeya jiyaneke bi rûmet û bextewar e.

KURDŞOP
256 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!