Dîrok û peydabûna wêjeya zarokan - beşa 5em

Evîn Teyfûr

 

Beşa çarem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Celadet Bedirxan jî ji bilî beşa “Stûna Zarowan” a ku di Hawarê de ji bo zarokan amade kiriye, ji bo kurê xwe Cemşîd û qîza xwe Sînemxanê bi serenava “Reşbelek-2” nivîseke ku behsa koçeriyê û zozanan dike nivîsandiye. (BEDIRXAN Celadet (1998), “Reşbelek 2” Cild 2, j. 48, 1051-1053 rr.)  Celadet Bedirxan di kovara Ronahiyê de jî beşa Reşbelekê dewam kiriye. Di hejmara 19emîn a Ronahiyê de bi serenava “Reşbelek-4 Ji Eta Cemşîd Re” behsa axaftina xwe ya bi qîza xwe Sînemxan Bedirxanê dike. Hema di bin wê nivîsê de jî behsa pirtûkeke gramerê ya bi navê “Pitûka Sînemxanê” ya ku ji bo zarokan amade kiriye dike. Paşê qismeke wê pitûkê di kovara Ronahiyê de weşandiye. (Bavê Cemşîd (1943), “Kitêba Sînemxanê” Sal: 2, j. 19, Çiriya Pêşîn, 11-12 rr.) Celadet Bedirxan pirtûka Bryan Guinness ya bi navê “Conî û Cimêma” ya ku ji çîrokên zarokan pêk tê, ji Fransî wergerandiye Kurdî.

Mehmet Emîn Bozarslan ji bo zarokan alfabeyek amade kiriye. Pirtûkên wî yên bi navê “Kêz Xatûn” û “Mîr Zoro” jî di nav pirtûkên zarokan de tên nîşandin. Herwiha Mahmûd Baksî jî ji bo zarokan pirtûkên bi navê “Zarokên Îhsan” û “Keça Kurd Zozan” nivîsandiye.

Kemal Burkay ji bo zarokan bi navê “Aliko û Baz” pirtûkeke zarokan nivîsandiye. Ev pirtûk ji hêla weşanên Roja Nû ve hatiye çapkirin. Paşê wergera wê ya almanî û swêdî jî hatiye kirin. Firat Cewerî bi navê “Zarokên Me” di kovara zarokan a “Hêvî” yê de hatiye weşandin. Herwiha Weşanxaneya Nûdemê ya ku berpirsyarê wî Firat Cewerî ye jî di salên 1980î de gellek pirtûkên zarokan ên ku ji zimanên din hatine wergerandin, çap kiriye. Çend pirtûkên Astrîd Lîndgen, Hennîng Mankel û Per Nîlson ên ku wergera wan a Kurdî hatine kirin, ji hêla weşanxaneya Nûdemê ve hatine çapkirin.

Ji vir û pêve êdî hin kovar û rojname jî ji bo zarokan derketin. Weşanxaneyan li hember çapkirinên xwe yên ji bo mezinan êdî cih dane berhemên zarokan. Berhemên zimanên din bo zarokên Kurdan wergerandin û berhem bo wan nivîsandin.

Li Swêdê jî Weşanxaneya Apecê ji bo zarokan gellek berhem hatine çapkirin. Paşê Çend rewşenbîrên kurd Amed Tigrîs, Mahmud Lewendî, Hesenê Metê, Seyîdxan Anter û Ali Çiftçi hatine li cem hev û di sala 2004an de bi navê “Ansîklopediya Zarokan” ansîklopediyek di weşanxaneya Apecê de weşandine.

Di salên dawîn de jî 2014an Zinarê Xamo di weşanxaneya Rûpelê de antolojiyeke çîrokan a bi navê “Hebû Tûnebû Antolojiya Çîrokên Zarokan” weşandin.

Li gorî agahiyên di teza Türkan Tosun de; Zinarê Xamo, Murad Ciwan, Mahmûd Lewendî, Mahmut Baksî, Kemal Burkay, Haluk Öztürk, Firat Cewerî, Mehmet Emîn Bozaslan ên ku li Tirkiyeyê koçî Swêdê kirine û li wir cih bûne ji bo zarokan helbest, fabl, çîrok û pirtûk nivîsandine. Van rewşenbîran ji bilî berhem nivîsandinê, werger kirine, kovar derxistine û pirtûkên ku di dibistanan de zimanê Kurdî hînî zarokan dikin, amade kirine. Kovarên zarokan ên Kurdî “Hêlîn”, “Hêvî”, Kulîlk”, “Hêviya Me” û “Koçer” ji hêla van rewşenbîran ve hatine weşandin.

Li gorî ku Ebid El-Mecîd Qasim li Sûryayê û Rojavayê Kurdistanê Wêjeya Zarokan di sê Qonaxan re derbas bûye. Ya yekem kovara Hewarê ye. Ya duyem; berhemên hin nivîskaran di rojname û kovarên Kurdî yên navxwe û derve de. Yê herî girîng jî Cegerxwîn e. Qonaxa sêyem; peydabûna hin serpêhatiyên ji salên nodî yên sedsala bîstan ve, ku di wan de komek wêjevan û nivîskaran dest bi meyleke cidî ji bo zarokan kirine. Ku bi derxistina komek berhevokên helbest û çîrokan bûne sedema veguhestina vê wêjeyê bo qonaxeke nû. Ji wan kesan: Ebdurrezaq Osî / Rezo, Dr. Mihemed Ebdo Necarî û helbestvan: Konê Reş Ferhad Içmoç û Rêwî.

Destpêka derketina vê kovarê ji Celadet Bedirxan, malbata xwende yên ku ji destpêka salên sî yên sedsala borî ve ji Bakûrê Kurdistanê koçî Sûriyê kirine û bi saya wan tevgera çandî, rewşenbîrî û wêjeyî ya Kurdî bi giştî çalak bûye. Di Hewarê de rûpelek bi navê: "Stûna Zarowan" re veqetandibû. Vê rûpelê rûberiyeke taybet ji bo nivîsandina ji bo zarokan çêkir. Ev rûpel tenê çend hejmaran berdewam kir, lê weşandina nivîsên ji bo zarokan heta hejmarên dawî yên kovarê ranewestiyan.

Di warê helbestê de di 1993an de Konî Reş berhemek bi navê "Sîpan û jîn" derxist. Paşê di sala 1996an de, berhemeke din bi navê "Şagirtê Bedir-Xan im" derxist. Helbestvan Ferhad Içmo jî di sala 1998an de dîwaneke helbestan bi navê: "Landik" ji bo zarokan derxist û li pey wê re dîwaneke duyem bi heman navî derxist. Di sala 2003an de helbestvan Rêwî berhevokek bi navê "Nazê û Diyar" derxist.

Di sedsala bîst û yekê de jî, Bavê Serbest dîwanek helbestan ji bo zarokan, bi navê: "Hola Biçûkan" derxist. Kony Raş dîwana xwe ya sêyemîn bi navê "Helbestên Zarokan" derxist. Paşê Salihê Heydo ku pirtûkxaneya Kurdî bi gellek berhemên wêjeyî ji bo zarokan dewlemend kiriye, du dîwanên helbestan "Sirûdên Bilbilan di nav Baxên Gulan" û "Şewq û Fener" çap kirin. Paşê Dilêrê Kurd du dîwanên helbestan bi navê "Fîxan" û "Şîlan" derxistiye.

Di warê çîrokan de, di sala 1991ê de, nivîskar Ebid Rezaq Osî û Rezo du pirtûkên ku çîrokên gelêrî yên Kurdî ji bo zarokan derxistina çapa yekem bi navê "Dîk, Dîko" û çapa Duyem bi navîê "Libhinarê" bû. Her wiha di sala 2005an de, sê berhemên din ên ji bo zarokan ên van her du nivîskaran derket. Ku çapa sêyem bi navê "Bavê hepûn" û ya çarem bi navê "Şengê û Pengê" û ya pêncem, bi sernavê "Finda Şemal" bû.

KURDŞOP
384 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!