Dîrok û peydabûna wêjeya zarokan - beşa 4em

Evîn Teyfûr

 

Beşa sêyem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Hin mînak ji bêjeyên vê ferhengê ev in: Axaftin, êwergeh, êwerîn, pizdan, guhan, bijwîn, bêdadî, bêwecî, pişk, cirrenix, çekme, xanîmal, daberistin, dirav, mezaxtin, suba, solbend, qlopanik, qîvar, lêb, lêbandin, lêbok." ( PERTEV Ramazan (2012), Mîrsad’ul- Etfal (Şahranê Kûdekan), 24-27 rr.)  

Piştî van her du berheman Luxetnameyî Ehmedî ya Şêx Marûfê Nodeyî di sala 1790î de derket. Marûfî Nodeyî wek alim û zanayekî Kurdan tê nasîn ev berhem bi zaraveya soranî wek ferhengeke Kurdî û Erebî ji bo hînkirina zarokan a li dibistanê amedekiriye. Marûfî Nodeyî ji bo kurê xwe Ehmed ev ferheng nivîsandiye û sedema nivîsandina vê berhemê wiha tîne ziman:

 "Der în rîsale be Kurdî zeban

Kunem zîban-î Ereb ra beyan

Ta kî ferzendem Ehmed bê te’eb

Şewed danay-î luxatî Ereb (YILDIRIM (2008), Çîrok di wêjeya zarokan de 96 r.)

Kadri Yıldırım wiha behsa vê berhemê dike: "Çapa duyem a Luxetnameyî Ehmedî ya ku di destê me de ye û tarîxa wê Senendec 1379 e, 51 rûpel in. Evdirrehîm Mehmûdî wêneyên vê behremê xêz kirine. Di berhêmê de qasî 1500 peyvên Erebî û meneyên wan ên Kurdî hene. Berhema nivîskar destpêkek û ji du beşan pêk tê. Destpêk bi besmeleyê dest pê dike û ji 13 malikan pêk tê. 4 malik bi temamî Erebî, 9 malik jî temamî bifarisî ne." (YILDIRIM (2008), Çîrok di wêjeya zarokan de 97 r.)

Ji wan berheman dîtir Mîrsadu’l-Etfal (Şahrahê Kûdekan) a Şêx Mihemed Kerbelayî û Eqîde ya Mewlewî di wan serdeman de hatine nivîsîn. Berhema Mîrsadu’l-Etfal (Şahrahê Kûdekan) ji hêla Şêx Mihemed Kerbelayî ve Kurdî û Farisî di sala 1912an de li gundê Axtepeya girêdayî DiyarBekirê hatiye nivîsandin. Mîrsadu’l-Etfalê de vegotina destpêkê bi temamî Kurdî ye. Beşa dawî pirranî bi hevokên Kurdî û hinek jî bi Farisî ne. Şêx Mihemed Kerbelayî di vê berhemê de dibêje ku wî ev ferheng ji bo hemû zarokên Kurdan, lê bi taybetî ji bo birayê xwe Muhemmed Eskerî û biraziyê xwe Neqşibendî nivîsandiye. Ramazan Pertev di berhema xwe de wiha berhemê dide nasîn:

"Destxet bi temamî 42 rûpel e. Mîrsad bêjeyeke Erebî ye û wateya wê “cihê çavdêriyê”ye. Etfal jî bêjeyeke Erebî ye û pirjimara tiflê yanî zarokê ye. Her du bi hev re tên wateya “cihê çavnêriya zarokan” an jî “nêrîngeha zarokan… Kerbelayî, di destpêka berhemê de, piştî besmele, hemd û selewatan bi awayekî eşkere nav û sedema amadekirina berhemê diyar dike. Kerbelayî, dûre behsa girîngî û taybetiya zimanê Farisî dike. Li gorî wî zarokên ku bi zimanê Farisî zanibin dê di warê zanistî û edebiyatê de gellek serkevtî bin. Di dawiya destpêkê de hêvî dike ku kesên ku dema li ser vê ferhengê dersê dixebitin, bila jê re dia bikin û wî ji gunehan xelas bikin.(PERTEV (2012), Mîrsad’ul-Etfal (Şahranê Kûdekan), r. 24-27)

Eqîdeya Mewlewî ew jî berhemeke ji bo zarokan hatiye nivîsandin. Rêwaz Ehmed van agahiyan li ser berhema Eqîdeya Mewlewî dibêje: "Eqîdeya Mewlewî (1806-1882) yek ji berheman e ku bo zarokan hatine nivîsandin. Ev berhem ji bo mindal û zarokên hucreyan yanê feqêyan bû, di navenda sedsala 18`emîn de hatiye nivîsandin".(EHMED Rêwaz (2005), Seretayek Der Barey Serhildanî Edebî Mindalanî Kurd, 8 r.)

Ji bilî berhemên ferhengî hîn nivîskar û helbestvanên mîna Pîremêrd, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan, Kamiran Bedirxan û Celadet Bedirxan, ji bo zarokan çîrok, fabl û helbest nivîsandine. Xema sereke ya van nivîskaran fêrkirina zarokên Kurdan bû, lewma her ku derfet bi dest wan diket ji bi bo wan dinivîsandine.

Helbestvan û parêzerê Kurd Kamuran Elî Bedirxan du pirtûk ji bo zarokan bi navê “Elfabeya Min” û “Destpêka Xwendinê” nivîsandine. Herwiha çend helbest jî ji bo zarokên Kurdan nivîsiye ji wan "Dibistan". Cîgerxwîn jî ji bo zarokan û hînkirina wan gellek stran û helbest nivîsîne ji wan“Ji Biçûkan re” di hejmara 34 û 35emîn a Kovara Nûbiharê de hatiye weşandin. Herwiha berhemeke din bi navê “Cîm û GulPerî” nivîsiye.

Li gorî agahiyên di teza Türkan Tosun de, Osman Sebrî ji bo zarokan gellek helbest û fabl nivîsandine. Hin Fabilên wî di kovara Ronahiyê de hatibûn weşandin:

Çîroka Dîk û Rovî, di hejmara 5emîn de

Şêr û Kêvroşk, di hejmaran 6emîn de

Daweta Kêzê, di hejmara 7emîn de

Mih û Şêr û Gur, di hejmara 8emîn de

Ker û Heft Gur, di hejmaran 9emîn de

Gurê Pîr, di hejmaran 12emîn de

Kerê Dengbêj, di hejmaran 13emîn de

Herwiha helbestek bi navê “Zozan” di hejmara 20emîn de, nivîsiye. Osman Sebrî di Hewarê de ji çend helbest ji bo zarokên Kurdan nivîsiye:

Dibistan

Bihar

Tevdîra Mişkan

Ji bilî Osman Sebrî, hin nivîskar û helbestvanên din jî di kovara Hawarê de ji bo zarokan helbest, çîrok û fabl nivîsandine. Wek mînak, Mihemed Emîn Botî fableke bi navê “Çûk û Fîl” di kovara Hawarê de nivîsandiye.( TOSUN Türkan (2018), Edebiyata Zarokan a Kurdî li Bakur, 147-145 r.)

 

KURDŞOP
322 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!