Dîrok û peydabûna wêjeya zarokan - beşa 3yem

Evîn Teyfûr

 

Beşa duyem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Dîroka wêjeya Kurdî wek wêjeyên din bi destpêka mirovahiyê re dest pê kiriye û bi axaftin û pêşketina mirovan re bi pêş ketiye. Lê ji ber qirkirin, şer û pevçûnên ku Kurd di her serdemê de tê re derbas dibûn, ev wêje timî li rastî qedexekirin, qirikirin û tunebûnê hatiye. Ev şer û pevçûn di her serdemê de jî nehiştiye Kurdî bibe zimanê desthilatdarî û pêşketinê. Lê bi çi awayî be jî Kurdan ji beriya serdema klasîk û di wê serdemê û pê ve jî berhem dane û hewl dane ku ji nevî û ji kesên ji pey xwe û ji dîroka Kurdî re wan berhemên xwe bihêlin.

Kurdan ji ber wan sedeman û rewşên ku tê de dijiyan, wêjeya wan ya zarokan jî ji ya cîhanî li paş maye û dereng dest pê kiriye. Zarokên Kurd demeke dirêj ji wêjeya xwe ya nivîskî wek; pirtûk, kovar, rojname, çîrok û her çeşnên wêjeyî yên tijî reng û wêne, bêpar mabûn. Ta van serdemên dawî tu taybetî ji wan re nehatibû çêkirin ango zarokan bi zaroketiya xwe nizanibûn. Li gor ku Ebid El-Mecîd Qasim di gotareke xwe de behis dike wiha dibêje: "Derketina wêjeya zarokan di nav Kurdan de, li gorî jêderk, pêşketin û belavbûna wê di nav gelên cîhanê de, pirr dereng bû û ji ber gellek faktorên ku rê li ber wê digirtin, têra xwe guh neda wê, belkî ya herî diyar ev in: şert û mercên giştî yên siyasî, civakî û çandî yên Kurdan, belavbûna nexwendewariyê û neqîmetdayîna vê çeşna wêjeyî ya zarokan hîşt bi pêş nekeve."( QASIM Ebid El-Mecîd (2018), «Dîroka wêjeya zarokan»

Lê di nav lehiya modelên wêjeyî yên kevneşopî yên girêdayî wan, wek lîstok, dîlan, çîrok û çîrvanokên gelêrî, jiyan dikirin. An jî guhdarî berhemên hêsankirî ji wêjeya devkî ya ji bo mezinan, ku di nav civakên Kurdan de belav dibûn, dikirin. Her çendî wêjeya zarokan di nava Kurdan de bi nivîskî li paş ma be jî, zargotina Kurdî di seranserê dîrokê de gellekî dewlemend bûye. Zarokên Kurdan bi wê zargotinê giyan, raman û kesayetiya xwe têr dikirin. Zarokên Kurdan ji dê, bav, dapîr û bapîrên xwe çîrok, lorîk, zûgotinok, lîstok, serpêhatî, efsane û mamik guhdar dikirin, fêr dibûn û ezber dikirin.

Lê tevî van sedem û serdemên zordestî, aborî, siyasî û şer û pevçûnên ku Kurd tê de dijiyan, helbestvan û nivîskarên Kurd ji nivîsandina ji bo zarokan nemane û hin berhem ji bo zarokan pêşkêş kirine.

Berhemên pêşîn li gorî çavkaniyên heyî ferheng in. Zarokên Kurdan bi riya wan ferhengan re li dibistanan fêrî zimanê Erebî, Farisî û Kurdî û agahiyên olî bûne. Yek ji kevntirîn berhemên ji bo zarokan hatiye nivîsandin, berhema Ehmedê Xanî, Nûbihara Biçûkan e. Ev berhem bi şiklê ferhegeke ji 216 beytên mewzûn ku bi Erebî û Kurdî ji bo fêkirina zarokan hatiye amedekirin.

Berhema Nûbihara Biçûkan a Ehmedê Xanî wek yekem ferheng e ku bi menzûm û Kurdî û Erebî hatiye nivîsîn. Herwiha ev berhem wek yekem berhema ku ji bo zarokên Kurdan û fêkirina wan hatiye qebûlkirin. Ehmedê Xanî vê ferhenga xwe ya Erebî û Kurdî di sala 1683an dinivîse û di pêşiya ferhengê de dibêje ku wî ev berhem ji bo zarokên Kurdan nivîsandiye:

"Vêk êxistin Ehmedê Xanî

Navê Nûbehara Biçûkan danî

Ne ji bo sahibrewacan

Belkî ji bo biçûkê Kurmancan"(YILDIRIM Kadri (2008), Nûbihara Biçûkan Arapça-Kürtçe-Arapça Sözlük, Avesta Yayınları, İstanbul, 122 r.)

 Kadri Yıldırım derbarê vê berhema Ehmedê Xanî, Nûbihara Biçûkan de wiha agahiyê dide: "Nivîskar vê ferhenga ku bi pêşgotineke kurt, ji 13 qiteyan, 220 malik û qasî 1000 peyvên erebî û hemwateyên wan ên Kurdî pêk tê di 33 saliya xwe de nivîsandiye"( YILDIRIM (2008), heman berhem 40 r.)

Berhema din a ferhengî û bi mewzûn ku behsa wê jî tê kirin Gulzar a Îsmaîlê Bazîdî ye. Ev ferheng di serdema 18em de ji bo hînkirina zarokên Kurdan li dibistanan hatiye nivîsîn, lê mixabin ku gellek agahiyên berfereh li ser vê ferhengê tune ne. Ramazan Pertev li ser vê ferhengê wiha dibêje: "Derbarê Gulzarê de mixabin agahiyên tekûz û berfireh li ber destê me nînin. Li gorî agahiyên ku li ber dest in, taybetiyên Gulzarê bi vî awayî ne:

1) Ferhengeke Kurdî-Erebî-Farisî ya bi sêzimanî ye.

2) Di medreseyên Kurdî de wek pirtûkeke dersê hatiye xwendin.

3) Bi giranî devoka Hekarî û Bazîdê bi kar aniye.

 

Ev gotar dom heye..

KURDŞOP
345 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!