Dîrok û peydabûna wêjeya zarokan – beşa 2yem

Evîn Teyfûr

 

Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Îngîltere Piştî Fransa, bi wêjeya zarokan navdar bû û gelek çîrok ji Fransayê wergerandin. Ji wergêrvanê herî baş Robet Samper bû ku gelek ji çîrokên Charles Perraut wergerandiye. Li pişt wî Jonn Newbery hat û ew xwediyê pirtûkxaneyeke zarokan a mezin li dunyayê bû. Ji gelek nivîskaran xwest ku ji bo zarokan binivîsînin yan jî ji bo pêşketina hişmendî û asta mêjiyê zarokan pirtûkên mezinan ji wan re hêsan bikin. Di nav wan çîrokan de, çîroka wî a bi navê Robinson Crusoe a Daniel Defoe û Rêwîtiya Gulliver a Jonathan Swift bi hêsanî ji bo asta zarokan guncandin.

Weşanger û pirtûkfiroşê Îngilîzî Jonn Newbery li Îngîltere bibû bavê wêjeya zarokan.  Di dîroka wêjeya zarokan de bi çap û Firoşkarê pêşîn ê pirtûkên zarokan navdar bû. Ji pirtûkên wî berhemên wek And two good shoes (1765) û Cute Little Pocket (1744) ên herî navdar bûn.

Li gorî ku Ebdilfettah Ebo Meal di pirtûkeke xwe de ya ji bo zarokan dibêje ku: "Sedsala 20an ji bo zarokan wek serdemeke zêrîn hat binavkirin, ji ber ku di wê serdemê de gelek çapxane, weşanxaneyên taybet, pirtûk û pirtûkxaneyên ji bo zarokan hatin belavkirin."( EBO MEAL Ebdilfettah (2005), Wêjeya Zarokan û Şêweya Perwerde û Fêrkirina Wan, 92 r.)  Ji xwe di vê serdemê de û şûnve gelek nivîskaran berê pênûsa xwe dan nivîsîna ji bo zarokan û gelek xebatên cuda ji bo wêjeya zarokan kirin.

Li Almanyayê nivîsên zarokan bi navê "Çîrok û Malên Zarokan" navdar bûn û ew çîrok li ser bingeha efsane û xeyalî bûn. Di sala 1816an de, Joan David Weiss pirtûkeke kurteçîrokan bi navê The Swiss Robinson family nivîsand. Wê nivîsê jî rê li ber berhemeke din a bi navê Lewis Carroll "Alice in Wonderland" vekir. Ew her du berhem jî ku tê de behsa keçeke gerok tê kirin ji bo zarokan hatin nivîsandin.

Li Danîmarkê nivîskarê navdar Hans Anderson derket holê. Wî helbest û çîrokên zarokan ên ku li dora cadûbaz û cinan dizivirin, nivîsandine. Di çîrokên xwe de hînbûn pêşkêşî zarokan kir û bi riya çîrokên xwe bi wan bo alîkar ku siberoja xwe nas bikin û qebûl bikin. Li Ewropayê Hans Anderson wek pêşengê wêjeya zarokan dihat dîtin. Ji berhemên wî:

The little Mermaid (1837)

Emperor's new clothes (1837)

Ugly duckling (1843)

snow Queen (1844)

The girl selling matches (1845)

Li Îtalyayê wêjeya zarokan a Îtalî bi girêdana xwe ya nêzîk bi rastiyê re hat cudakirin û yek ji navdartirîn çîrokên wêjeya zarokan a Îtalyayê çîrokên bi navê "Pocket in the TV Set" bû. Pinocchio jî yek ji berhemên Îtalyayê bû ku çîroka wê ji romana Carlo Collodi hatiye wergirtin. Navdartirîn nivîskarê berhemên zarokan li wir Gianni Rodari bû. Ew bi riya ew berhemên ku pêşkêşî zarokan dikir pêş ket. Ji nimûneyên berhemên wî:

Il Libro delle Filastrocche

Filastrocche in cielo e in terra

Gelsomino nel paese dei bugiardi

Gip nel televisore

 La freccia azzurra

La Torta in cielo

Il libro deqli errori

La grammatica della fantasia

Li Rûsya, Amerîkayê û paşê hemû welatên Ereban wêjeya zarokan û nivêsandina ji bo wan bi pêşketiye. Ew jî wek wê li cihên din ê cîhanê destpêkê bi çîrok û lorîkên gelêrî û paşê cara pêşîn referansên wêjeya zarokan ku ji zimanên firsanî û emrîkî li Mesrê ji aliyê Muhemed Elî hatine wergerandin, derket. Muhemed Elî ji ber zanîna xwe ya zimanên biyanî, gelek berhemên zarokan wergerandiye zimanê erebî. Ji wir jî êdî ew berhem û çîrokên ji zimanên cuda cuda wergerandî, derbasî nava meteryalên dibistanê bûn.

Li pişt wî nivîskarek bi navê Ehmed Şewqî hat û gelek pirtûkên çîrokan li ser zimanê nîçîrvan, çûçik û bilbilan ji bo wêjeya zarokan nivîsand. Li pey wan pirûkên çîrokan û gellek helbest jî ji bo zarokan nivîsand. Herwisa piştî Ehmed Şewqî gelek nivîskarên din hatin û gelek berhem bo zarokan nivîsandin. Li welatên din ên Erebî de mîna Libnanê berhemn wek Sopermen "Jerry S -Joe Shuster", Tarzan "Edgar Rice Burroughs" û gelek çîrokên din ji fransî hatin wergerandin û paşê li bajarên din referansên vê wêjeyê belav bûn.

Piştî van çend gotinan em dikarin vê dîrokê li gorî lîkolîneke Elî El-Hedîdî ku wêjeya zarokan di dema pêşkeftina xwe de di çend qonaxan re derbas dike re, vebêjin. Ji bo qonaxa pêşîn, "Ew di sala 1697an de bi çapkirina yekem pirtûka wêjeyî ya zarokan dest pê dike ku ji hêla helbestvanê fransî Charles Perrault ve hatiye nivîsandin."( EL-HEDÎDÎ Elî (1988), Di wêjeya zarokan de, 49-50 r.)

Piştî ku çîrokên "The Real Mother Goose." bi destê Charles Perrault hat nivîsîn û ji aliyê wergêrên welatan hatin wergerandin, tevgereke wêjeyî ya aktîf raxistin pêş çavan. Ev yekê jî hişt ku nivîskar li wêjeya gelêrî ya Ewropî lêkolîn bikin û bala xwe bidin çîrokên zarokan. Ji aliyê din ve, çîrokên "Hezar û yek şevan" piştî ku ji aliyê Antoine Galan ve di navbera salên (1704-1714an) de hatin wergerandin pirr bandor li çîrokên zarokan kirin.

Qonaxa din jî li gorî Elî El-Hedîdî wiha bû:

"Di dîroka wêjeya zarokan de qonaxa duyemîn jî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem derketiye holê û ev qonax bi lêkolînên sîstematîk ên li ser Psîkolojiya Zarokan hatiye kirin."( EL-HEDÎDÎ Elî (1988), Di wêjeya zarokan de 66 r)

"Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem qonaxa sêyem di meşa navneteweyî ya wêjeya zarokan de, dest pê kir û wêjeya zarokan di cîhana pêşkeftî de dest pê kir û gihîşte serdema xwe ya zêrîn. Êdî wêjeya wî/wê dixwîne û taybetmendî, rêgez û meylên zarok diyar dike ".( EL-HEDÎDÎ Elî (1988), Di wêjeya zarokan de 66 r)

Wêjeya zarokan piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, ji ber ku li welatên sîstema sosyalîst û hin welatên Ewropa û Amerîkaya pêwîstiya avakirina çandekê ji bo zarokan heye, geş bû. Armanca sereke ya li pişt van hemûyan meyla giştî bû ku nifşên piştî şer ava bike û mezin bike û bala xwe bide ser bilindkirina wê/wî û ji nû ve li gorî perspektîfeke zanistî ku bikaribe motîvasyona mirovî di reftarên zarokan de pêş bixin.

 

Ev gotar vê bidome…

KURDŞOP
391 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!