Enwer Kerîm Seîd
Ku em behsa wêjeya kilasîk ya Kurdî dikin rêzek stêrkên geş ji bin ewrên jibîrkirî ve derdikevin û esmanê edebiyata Kurdî dixemilînin. Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn, Nalî, Salim, Kurdî, Mahwî, Narî, Edeb, Herîq, Mewlewî, Bêsaranî, Xanayê Qubadî û bi sedan helbestvanên din ên navdar ku beşek in ji wan stêrkên şanazî yên neteweya Kurd. Wek tê zanîn berê li Kurdistanê hucre tenê çavkaniya perwerde, xwendin û zanyarî bûye û ew stêrkên geş û dehan serkirde û kesayetiyên zana û nîştimanperwer ji hucreyên mizgeftan ve serî hildane û xwe pê gihandine.
Yek ji wan stêrkên esmana wêjeya Kurdî mamoste Narî ye ku bi nasnavê helbestî yê “Kake Hemeyê Merîwanî” hatiye naskirin. Ew helbestvane sala 1874an li gundê “Kîkîn” ê ser bi Merîwanê ji dayîk bûye û di sala 1944an de li gundê Belû yê Xawmîrava yê ser bi Merîwanê jiyana xwe ji dest daye. Narî mamosteyekî olî yê nîştimaperwer û helbestvanekî hestnazik bûye ku komek helbestên pir ji bedewî xistiye nav edebiyata Kurdî. Ev helbestvane xwediyê gelek berhemên helbestî bûye û asta wêjeyiya bilind a helbestên wî nîşan dide ku wî gelek helbest hebûne, lê niha tenê dîwana wî ya helbestan ber dest e, ku tenê desteyek piçûk ji helbestên wî tê de hene.
Du sedem bûne sedema wê ku îro tenê ew beşa kêm ji helbestên wî helbestvanê li ber dest bin: Yekem şewitandina gundê Bêlû bi giştî û mal û pirtûkxaneya mamoste Narî bi taybetî li şerê di navbera eşîretên Merîwanê de; Duyem kêmtirxemiya navendên çapemenî bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ku piştî 40 sal ji koça dawiya wî ya mamoste Narî wate sala 1984an bo yekem car “Kakeyê Felah” helbestên wî kom kirin û di dîwanekê de çap kir. Beşa herî zêde ji helbestên dîwana Narî bo Şêx Mehmûdê nemir û kurên wî hatine nivîsîn, bi awayekî ku ji wê dîwana 150 rûpelî ku mamoste “Kakeyê Felah” çap kiriye, 19 parçe ji helbestên wî bo Şêx Mehmûd û kurên wî ne.
Eva wê yekê nîşanê me dide ku mamoste Narî hesteke kûr a netewî û nîştimanî hebûye û girîngî bi xebat û şoreşa Şêx Mehmûdê Berzincî daye. Lê di wan civat û kombûn û semînaran de ku heta niha li Rojhilatê Kurdistanê ji bo mamoste Narî hatine lidarxistin, tenê behsa aliyek ji kesayetî û helbestên wî helbestvanê hatiye kirin, ew jî aliyê îrfanî û oliya wî ye. Her çende naveroka helbestan wê yekê nîşan didin ku Narî sofiyek evîndar û arifî bûye, lê di heman demê de eşqa netew û nîştimana wî di derûna wî de hebûye û hezkirina serkirdeyê Kurdan wate “Melik Mehmûdê” nemir jî hertimî di nav hundurê wî de hebûye û hevdem ku sofiyek edîb bûye, rewşenbîrek netewî û nîştimanperwer jî bûye û helbestên wî di kovar û çapxaneyên serdema Şêx Mehmûdê nemir de belav bûne.
Şêx Mehmûdê Melik ku di sala 1922an de bû bi melik û hakimê Başûrê Kurdistanê û daxwaza mafên rewa yên Kurd û nîştimanek serbixwe dikir, yek ji wan kesayetiyane ye ku pileya wî li cem Narî gelek girîng bûye. “Stîvin Longrîk” di pirtûka xwe de (Iraq di 1900-1950an de) derbarê fermanrewayiya Şêx Mehmûd dibêje: Desthilata fermanrewayiya Şêx Mehmûd navçeyên Helebce û Silêmanî û heta digihîje Rewandizê bi dest xistiye û heyamekê jî Koye û navçeyek jî ser bi mîriyeka Şêx Bûn û bi dehan serok eşîrên Kurdî çûne bin desthilata wî û zimanê Kurdî bûye zimanê fermî yê desthilata wî û fermanber tevahî Kurd bûne. Her çend berjewendiya xwedan hêzên cîhanê bi wê yekê re nebû ku welatek ji bo Kurdan bê çêkirin û hikûmeta Melik Mehmûd gelek pê biçe; Lê di wê serdemê de tevgerek rewşenbîrî hate destpêkirin û komek helbestvan, nivîskar û rojnamevanên wek “Zêwer, Refîq Îlmî û Narî û hwd” serî hildan. Mamoste Narî û beşeke zêde ji edîb û nivîskar û rewşenbîr, pêwendiyek baş bi Şêx Mehmûdê nemir û hikûmet û şoreşa wî re hebûne û gelek hez ji wî rêber û serkirdeyê kirine û pişt wî heta dawî demên wê xebat û şoreşa netewî bernedane.
Pêwendiya mamoste Narî û Melîk Mehmûdê nemir bi qasekî germ bûye ku hertim bi helbest name bo hev şandine. Heta ev têkilî û hevaltî bi kurên Şêxê nemir yên wek “Şêx Reûf, Şêx Letîf, Şêx Babe Elî û Şêx Ehmed” re bûye. Ev pêwendî û xoşewîstiya mamoste Narî bo Melik Mehmûd û malbata wî vedigere bo sala 1910an ku piştî karesata Mûsilê û kuştina bavê Şêx Mehmûd bi destê desthilatdarên hikûmeta Osmanî, berê xwe dide Merîwanê û xelkê Merîwanê bi begzade û reiyet û şêx û mela ve heta ku karîn rêz ji wan girtin û gelek bi başî mêvandariya wan kirin.
Bûyerek din a dîrokî, vê pêwendiya hezkirî ya mamoste Narî bo Şêx Mehmûdê Hefîd ji bo me zêde eşkere dike. Li sala 1927an ku Îngilîzan di şerekî de bi top û balafir û ertêşeke mezin ve hêzên Şêx Mehmûd rastî şikestê anîn û ew jî bi neçarî ve çû aliyê Rojhilatê Kurdistanê û li gundê “Pîran”ê ma.
Spaha Şêx hate belavkirin û gelek bêdesthilat ma. Tirs kevte nav dilê hikûmeta Îranê û li Merîwanê pîlan ji bo wî darêtin û amadekarî kirin. Paşê heyamekê tirsa wê yekê peyda bû ku Îran hêzê bişîne ser Şêx Mehmûd. Melayên Merîwanê û xelkê neteweperwer bi serkirdayetiya mamoste Narî bi xwe ve hatin û hêzeke mezin pêk anîn û ji bo parastina Şêx li çiyayên derdora Pîranê hatine damezrandin. Beşek ji wan çûne çiyayên gundê “Dole Bê” û beşek din jî li çiyayên “Serdoş” û pişta Pîranê hatine damezrandin û ew hêzane heta ku ew metirsiye nema li wir man û ew serkirdeyê Kurd parastin. Spaha Îranê ku agehdarê wê hêzê bibû êdî ji pîlanên xwe û êrîşkirin bo ser Şêx Mehmûd poşman bû.
Ku wisa ye pêwendiya Narî û Şêx Mehmûdê nemir xwedanê sê rehendan bûye: Ji aliyekê ve herduyê wan hogirê helbest û edebiyatê bûne û bi hev re behsa wêjeyê kirine. Ji aliyek dinê ve wan pêwendiya malbatî hebûye û Narî li cem Şêx û kurên wî pêgehek bilind hebûye û dostatiyek germ di navbera wan de hebûye. Ji hemûyan girîngtir xebat û şoreşa netewayetî ya Şêx Mehmûdê serkirde ye ku mamoste Narî bo aliyê Şêx rakêşaye û kiriye bi yek ji rêrewên wî û pêwendiyek neqirtayî bi hev re hebûne.