Biwêj û nixman bi mînakên ji devoka Kobaniyê

Diyar Hemî

 

Kobanî herêmeke di zargotina xwe de pir dewlemende, ji gotinên pêşiyan, biwêj, zûgotinok serpêhatî û hwd, ev edebiyeta devkî ya ku civakê bi hezarê salan di mêjiyê xwe de tomarkiriye û tevger, rabûn û rûniştinên bi wan xemilandiye, hêja ne ku yeko yeko derbasî nivîsê bibin û ji nemanê bên parastin.

Cudahiya di navbera biwêj û nixmanê de

(bi mînakên girêdayî canê mirov)

Biwêj:

Gelek kes hin caran di navbera biwêj û nixmanê de tevelehev dibin, ji ber ku herdu jî aliyekî wan yê veşartî û mecazî heye û hin kes ev herdu huneran yek dibînin, lê ya rast ew e ku tenê hin taybetmendiyên wan yê hevpar hene.

Biwêj ew çend peyvin ku ji aliyê civakê ve pêkhatin e, ji bo ku gelek bûyer û teybetmendiyan bi awayekî rêk û pêk û ne yekser derînin. Her wiha hûnerên wêjeyî yên mîna; manandin, kesandin û piroleyê jî rolek girîng di pêkhatina wan biwêjan de dilîzin. Pir caran dibe ku biwêjek gelek axftin û şayesandinê bi kurtasî derîne. Biwêj di hundirê xwe de wateyeke kûr û fereh dihewînin û divê ew wateyeke cudayî ya ku pê hatiye gotin bide, ango wateya wê ya mecazî û veşartî.  

Gelek beşên bikaranîna biwêjan hene; mîna biwêjên derbarê lawiran, canê mirovan, hest û rewşên taybetî xwezayî û hwd… di heman demê de mirov dikarê ji her nixmanekê re biwêj bibêje, lê nikare ji her biwêjekê re bibêje nixman. Mînak; dema kesek zewicî be û ji bilî hevjîna/ê xwe li jin an mêrên din mêze bike ji wî re "çavlider" tê gotin. Hin mînakên din:

Ar bi hundirê min xist:

Mebest ji vê biwêjê ne ew e ku rast ar bi hundirê wî kesî ketiye, ji ber ku di rastiya de ar bi hundirê mirov nakeve, wateya vê biwêjî ew e ku xemîn bûye ji bo rewşa mirovekî an ji bo bûyereke taybet.

Ez ker û gêj kirim:

Tê wateya ku ew tengezar kir, Ji bo kesekî gelek diaxive û axavitinên wî di derbarê tiştên vala vala de ne. Herwiha ji bo dengên din yên bilid jî tê gotin, mîna dengên lawiran û hwd.

Istûna mala min e:

Tiştê bingehîn yê ku xaniyek an avahiyek li ser disekine, ew bingeh û stûna ku li ser ava bûye û eger ew stûn bê ruxandin, ew avahî jî bi wê re tê ruxadin. Mebest ji vê biwêjê jî miroveke ku malbata wî hêviyên mezin di hebûna wî de dibînin.

Nixman:

Nixman hûnerek ji hûnerên wêjeyê ye, ew gotinên neyekser û axafinên nerastûrê ne, ku ew herî kêm xwedî du wateyanin. Nixman cudayî biwêjan, divê him wateya xwe ya rast him jî ya mecazî bê parastin. Lê da ku ev hûner temam bibe divê wateya wê ya xazayî bê mebest kirin. Sedema bikaranîna nixmanê ew e ku mirov gelek caran naxweze wateya peyvan bi awayekî yekser raghîne, ji ber vê xwe dispêre gotinên sergirtî û pir wateyî, ku ev gotinên wiha hêz û bedewiyake cuda didin wê axavtinê an havokê. wek mînak; çongên min şkestin. Mebest ji vê biwêjê ne ew e ku rastîn çongê wî şikestin, lê belê tê wateya ku ew rastî tirseke mezin hat di encama bûyerekê an agahiyeke nebaş. Herwiha gengaze ku di rastiyê de jî çongên wî şkestibin. Hin mînakan ji zargotina Kobaniyê em dikarin rêzbikin:

Te pişta min da dîwaran:

Mebest ji vê hevokê ne wateya xwe ya yekser û aşkere ye ku ew li ber dîwar daye rûşkandin, lê belê dema ku mirovekî giranbûha qezayek bi ser de hatibe an mirî be tê gotin. Mebest ji vê biwêjê jî ew e derbirîna xemgînî û neçriyê ye û tê wateya ku mirovek wek hêz li pişta wî bû û niha ji bilî dîwaran kes pişta wî nema.

Lingê min kir soleke (pêlavek) teng:

Dema mirov lingê xwe dike pêlaveke teng, ew pêlav lingên wî diêşînin û nikare bi wan baş tevger bike. Mebest ji vê biwêjê jî ew e dema kesek li kesek din hin tiştan bixwaze û wî bilezîne, û derfeta wî mirovî tune be ji bo ku wê tiştî pêkbîne ev biwêj tê gotin.  

KURDŞOP
447 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!