Leyla Zemanî
“Cîhan Ara Paweyî”, keça Mela Neş`etê Paweyî, li sala 1895an li bajarê Pawê ji dayîk bûye. Malbata wê her di bingehê de malbateke çandî û zanisperwer bûn û li cem desthilatdarên wê serdemê rêz ji wan hatiye girtin û pileya wan a civakî li serê bûye. Cîhan Ara li cem bawê xwe û mamosteyên şareza yên wê serdemê perwerdeya xwe dîtiye û şarezayî di wêjeya Erebî, Farsî û Kurdî de hebûye.
Herwisa bi xwe jî dest avêtibû bi helbestnivîsînê û bi zaraveyê Hewramî helbestên bedew belav kirine. Di helbestnivîsînê de jêhatî bûye û tam di asta jinên helbestvan ên wê serdemê de û hin caran di asta serê de helbest nivîsîne û hewleke baş daye. Herçiqas mixabin helbestên wê di çarçoveya dîwanê de nehatine komkirin, lê beşeke zêde ji helbestên wê bi navê wê ne û di pirtûk û nivîsên wê serdemê de hatine behskirin û herwisa beşeke zêde jî li ser zimanê xelkê Hewramanê mane.
Helbet di wan zûyane de “Ednan Muradî” piştî têkoşîneke zêde helbestên Cîhan Arayê kom kir û weşand û ew yeka kareke gelek guncaw bû. Ew ji xeynî wê ku di warê ciwançakî, jêhatî û zanayî de navdar bû, ji wan jinên Kurd bû ku tevî resm û adetên dijwar ên xelkê wê serdemê ku astengiyek mezin bûn ji bo pêşketina jinên Kurd, hewleke gelek zêde ji bo geşeya kesayetiya xwe û xwe pêgihandina xwe daye. Xatûn “Cîhan Ara” di pêş de bi kurê meta xwe yê ji malbata Erdelan yê bi navê “Şerefûlmulk” re dizewice, lê dema ku Şerefûlmulk dibe hakimê Erdebîlê û kiçekê ji tayfeya Qacaran a desthilatdariya wê serdema Îranê dixwaze, Cîhan Ara jê dûr dikeve û dilê wê dişkê û jê cuda dibe.
Cîhan Ara ev helbeste bo wê serdemê nivîsiye:
Qîblem demaxim qîblem demaxim
Nemenden nîyenberzî demaxim
Dûr ce tu perdey derûn dax daxim
Zencîr teqdîr kerden yasaxim
Kem kem kerden kem somay çiraxim
Pejmerden xunçey gulaley baxim
Piştî vê xemê, Cîhan Ara bi “Hebîbulah Xanî Can” re dizewice û ji vê zewacê kurek wan dibe. Lê ji helbestên wê re xuya ye ku nevbera wê bi mêrê wê yê duyem re xweş nebûye û hestên wê yên nazik bi Xanî Caf re hevseng nebûne.
Helbestên Cîhana Ara şanoya evîna jinan û hesta nazik a jinane ne ku bi şiroveya jinane û bê tirs ji lomeya serdem ku vegotina wê ya evîndariyê ji bo jinê li cem pesend nebû, hesta xwe ji bo evîndarê xwe nîşan dide.
Qîblegay ezîz roy rozgarim
Ezîzim refîq dostî nazarim
Leylê hey mecnûn min mecnûnî tom
Zulêxa yûsif her memnûnî tom
Şîrînim xesrew min şîrînî tu
Ce şîrîm beter tejney dîn tom
Du kelîme şerih silametî wêt
Binûse perêm serim ha nerêt
Ji xeynî vegotina evîndarî, herwisa Cîhan Ara di beşek ji helbestên xwe de, gilî û gazine ji cih û pêgeha jinan heye ku ewa li gorî ramanên jinên helbestvan ên wê serdemê ye, wekî wê ku di wê demê de hêdî hêdî ji asta nizim a pêgeha jinan fam kiribûn.
Cîhan Ara xemên xwe derheq vê mijarê bi dileke xemgîn ve vedibêje û wisa tê xuya ku wê rewşê bandorek zêde li ser hestên wê danîbe.
Mestûre Erdelan
Ger em berhemên Cîhan Arayê bi deqên helbestvanên beriya wê û yên piştî wê re bidin ber hev, em têdigihin ku naveroka berhemên Cîhan Ara ji van helbestvanan jinantir û heta hunerîtir e. Lê mixabin berhemên wê gelek dereng hatin belavkirin. Wê di sedsala 19an de jiyan kiriye.
Helbestvanên beriya wê, bo mînak “Mestûre Erdelan” kêmtir kariye hestên xwe yên jinane wekî wê nîşan bide, belkî dengê piraniya kesên nav berhemên wê helbestvanê, dengê mêrekê ye ku mijûl e dipeyve û bîr û ramanên xwe nîşan dide. Herçiqas li wan beşê ku ew jî behsa Xusrewê Minêrdirî di derbirîna jinaneya xwe de dike, bêpar nîne. Ji helbestvanên piştê wê jî eger em di nav Farsan de “Perwîn Î`itisamî” wek mînakê bînin, ji gelempera berhemên wê helbestvanê taybetmendiya deng û şiroveya mêrane pê ve diyar in. Perwîn Î`itisamî di nav Farsan de navûbangek gelek zêde heye, lê deqên ku ew vedibêje, dîtingehek fêrkarane ya civakî ye, ku helbestvaneke jin di bin maskeya zimanekî mêrane de mijûl e berdengên xwe dipeyvîne. Lê eger em tenê mînakekê ji helbesta Cîhan Arayê bixine ber behsê, cudahî bi rohnî têne xuya. Ew helbestvane ji dema cudabûn ji mêrê xwe yê yekem, helbesteke bilind nivîsiye ku tê de hemû hestên jineke evîndar a têkşikestî têne xuya, hem ziyenek ku tê behskirin, jinane ye û hem deng û şiroveya helbesta wê jî. Heta di bangkirina berdeng de, xwîner fam dike ku kesê bêjerê deqê, jin e û berdeng mêrek bêwefa û têkderê evînê ye.
Perwîn Î`itisamî
Em dikarin bêjin ku ew taybetmendiya Cîhan Ara heta qasekî zêde wê ji tev bivêjên jin ên beriya xwe cuda dike û ew jî bûye sedema wê ku deqên wê wekî heyveke çîrîser e di nav gelempera deqên Hewramî yên wê serdemê de derbikeve û bê naskirin û heta niha jî deqên wê girîngiyeke ciwannasî ya taybeyt hene. Helbesta wê jî deqeke xweş e ku evîneke bi êş û heta xemeke jinane ya cuda nîşan dide ku di serdemekê de ku jin nekaribû ne evîn û ne xema xwe eşkere hebe û ji ber astengiyên civakî neşiyan bûye. Lê wê hem hezkirina xwe û hem jî nerazîbûna xwe ya li hemberî dozexa jiyana xwe bi dengê lehengên jinan aniye ziman:
Erê kerem dar aga we kul hal
Tu wêt elîmî habîm we zûxal
Xo min ce seng nîm şay muşkul guşad
Ce rûy merhemet biyawem we dad
Ce xezaney xeybit tu çêş mebo kem
Perwane şad bo şad we şoley şem
Yarî azîzim şay tîr endazan
Her cew wextewer min wêm şinasan
Derûnim ce eşqê balat qeqnes bê
Ruhim çenî ruh pakit peywest bî
Ta be rûy merden yek la û yek dînim
Vizane giyanim, giyanî şîrînim
Mawam germesêr eger êlaxen
Demaxim we boy halay tu çaxen
Ne mayil we zewiq, ne eyîş û şadî
Zewqim her tunî cey dunyay badî
Xeyr ce şêwey tu we ban gul da
Wîrden ta perê ne baxçey dil da
Henî ce mexloq ta we rûy merden
Şemal hem xew guzer nekerden
Qesem her bew şay ferd feriyad res
Sîway tu kesim newanan we kes
Xeyr ce tu kesim we kes newanan
We yadit qesem şay newcwanan
Tunî azîzim, tunî xemxwarim
Her tunî yagey gişt qewim û karim
Her ba ce alem waçan bê kesen
Meyil tum tenxway gişt kesim wesen
Xatûn “Cîhad Ara” di sala 1911an de koça dawî dike û li bajarê Ciwanroyê bi axê tê spartin.