Dîroka Alfabeyên Kurdî li Ermenistana Sovyetê de (1921-1991) – beşa 2yem

Têngîz Siyabendî

 

Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Me di beşa yekem a vê gotarê de bi awayek kurt behsa dîrok û destpêka berhevkirin û amadekirina alfabeyên Kurdî kir li Ermenistana Sovyetê, ku bi çi qonaxan de derbas bûye û bi ser çend qonaxan de tê dabeş kirin. Di vê beşê de em berdewam dibin li ser nasandina qonaxên alfabeyên Kurdî.

Alfabeya Latînî ya E. Şemo û Î. Marogûlov (1929)

Di sala 1925an li Lenînakana Ermenistanê de ji bo Kurdên ji welatên wek Azerbaycanê, Gurcistanê, Turkmenistanê we derbareyê jiyana civakê û her wekî din konferans tên lidarxistin û tê de li ser çend mijaran gotûbêj tê kirin. Di biryarnameyên kongreyê de her wiha pêwîstiya rakirina nexwendewariyê û şandina keçan bo dibistanê jî hatiye destnîşankirin. Kongreya jorîn biryar dide ku ji hukumeta Ermenîstanê daxwaz bike ku alfabeya Kurdî ya li ser bingeha tîpên Ermenî were rakirin û alfabeyeke din li ser bingeha tîpên Latînî were çêkirin. Alfabeya Lazo ya bi navê Şems ku li ser bingeha tîpên Ermenî di sala 1921an de hatibû amadekirin, heta sala 1928an di dibistanan de dihate bikaranîn. Lê belê divê em destnîşan bikin ku hin kêmasî û şaşiyên wê pirtûkê hebûne. Ji ber wê yekê jî daxwaza alfabeyeke nû tê kirin. Hikûmeta Ermenistanê ew pêşniyar red nekir û ferman da ku alfabeya nû were amadekirin. Di sala 1926an de Erebê Şemo û Îshaq Morogûlov projeyek nû ya alfabeya Latînî ava dikin. Ev jî di sala 1929an de li Bakûyê tê pejirandin. Di heman salê de, pirtûka “Xo-Xo Hinbuna Xondьna Nvisara Kуrmançi”(Xwe bi xwe hînbûna nivîsandina Kurmancî) tê çapkirin û weşandin. Êdî ji sala 1930an û vir de gelek pirtûkên wêjeyî, perwerdeyî, zanistî, felsefî û hwd têne çapkirin.  Ji sala 1929an li Ermenîstanê dibistanên Kurdî dev ji alfabeya Kurdîya Ermenî berdan û bi fermî alfabeya Latînî pejirandin. Ev alfabeya nû herwiha di dibistanên Kurdî yên komarên Sovyeta berê Azerbacan, Tûrkmênistan û Gurcistanê de jî cihê xwe girt. Şagirtên Kurd bi alfabeya latînî dest bi xwendin û nivîsandinê kirin. Gelek pirtûk bi tîpên latînî hatin çapkirin. Ji Adara sala 1930î rojnama “Riya Teze” bi vê alfabeyê tê çap kirin. Ew di 1937an de tê qedexekirin, piştî mirina Stalîn (1955) cardin dest bi weşanê dike êdî bi tîpên krîlî. Li vir pêwîst e destnîşan bikin wekî rojnama “Riya Teze” beriya kovara “Hewar”ê (1932) ya Celadet Elî Bedîrxan bi tîpên Latînî derçûye.

Alfabeya Kîrîlî ya H. Cindî, E. Evdal, W. Nadirî (1944)

Piştî demekê ji hêla Stalîn ve alfabeya Latînî ya Kurdî tê qedexekirin û li şûna wê alfabeya kirîlî cih digire. Di sala 1941ê de hikûmeta Ermenîstanê biryar dide ku alfabeya Kurdî bi kirîlî bê amadekirin û bo vî karî jî Heciyê Cindî tê peywirdakirin û di sala 1944an de alfabe tê amadekirin, ku bi dehan sal xwendekarên Kurdî bi vê alfabeyê hatin perwerdekirin. Di vî karî de nivîskarên Ermenî G.Xapantsyan, H. Açaryan û hinek ên din û herwiha nivîskarên Kurd wek mîna W. Nadirî,E. Evdal û N. Maxmûdov jî bûn alîkar. Heyanî di van salên dawîn de jî pirtûk bi tîpên Kîrîlî dihatin çapkirin.

Encam:

Bêguman dîroka kurdên YKSS-ê (Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan) di nav tevahiya dîroka Kurdan de xwedî cihekî, xwedî rolekî taybet e. Piştî şoreşa 1918an Împeratoriya Rûsya tê hilweşandin û Komara Sovyeta Sosyalîstan tê avakirin. Di salên 20-î de gelek derfet û destkeftiyên mezin ji bo neteweyên kêmjimar bi taybetî ji bo Kurdan peyda dibin.

Divê em bi şahî diyar bikin ku sedsala 20an ji bo gelê Kurd bidestxistineke nû di gel xwe anî. Beşek ji Kurdan ji welatê xwe dûr li Ermenistanê di tevahiya dîroka Kurdan de roleke mezin lîstin. Bi alîkarî û piştgiriya dûgela Ermenistanê Kurd bûn xwedî alfabeyê. Kîjan jî bû sedema  pêşxistina zimanê zikmakî û herwiha parastina dîrok, çîrok, zargotin, stiran, destan, wêje û hwd. Kurmancîaxivên Sovyeta berê ya Ermenistanê devoka xwe ya devkî ne tenê ji tunebûnê parastin lê herwiha kurmanciyeke pêşketî û standard jî bidest xistin.

Di nav YKSS-ê  de ji salên destpêkê (1922) bigre heya hilweşîna Sovyetê (1991) gelek bi Kurdî gelek xebatên wêjeyî, dîrokî  û çandî hatine çapkirin û weşandin. Enstîtûyên ku avabûne de li ser Kurdnasiyê qadro gîhîştine û berhem dane. Ev dem hem ji bo edebiyeta Kurdî û hem jî ji bo Kurdnasiyê demeke gelek girîng e. Divê bi hemû hêlan ve pêşî nimûneyên van xebatan ji bo Kurdên parçeyên din bên transkirîbekirin û li ser van lêkolîn bên kirin. Mînak salên 1921 – 1937an, ji bo pêşveçûna çanda Kurdî û pêşketina rewşenbîriyê, mirov dikare wek demek girîng binirxîne. Di dibistanan de perwerdehiya zimanê zikmakî hebû. Di otonomiya Kurdistanê de, pirtûk û rojname bi zimanên Kurdî hatin weşandin, dibistana mamostetiyê ya Kurdî vebû. Li Ermenistanê dibistanên Kurdî û saziyên çapemenî û weşanê hatin damezirandin. Şanoya neteweyî ya Kurdî vebû. Ev rûdan li Gurcistan, Ermenistan û Tirkmenistanê pêk hatin.

Bêguman Ermenistan ji bo Kurdan navendeke çandî bû. Hejmarek hêja Kurd li Ermenistanê hebûn. Li Ermenistanê gelek xebatên Kurdî dihatin kirin. Di navbera salên 1921 û 1929ê de bi elfebaya Kirîlî berhemên Kurdî dihatin weşandin. Li sala 1929ê bi biryara hikûmeta Ermenistanê alfabeya Latinî ya Kurdî hate bikaranîn. Li sal 1921ê pirtûkên gramera Kurdî hate weşndin. Li sala 1931ê de li Erîvanê ji bo perwerdehiya mamosteyên Kurd, akademiyek hate vekirin. Li sala 1922yê hejmara pirtûkên Kurdî 32 bûn ku hatine çap kirin. Lê êdî di sala 1937an de 70 pirtûkên giranbiha wek berhevok, çîrok, destan, roman, şano û hwd jî ji aliyê nivîskarên me ve têne nivîsandin û çapkirin. Xebatên edebî yên pêşî werger bûye, ji edebiyata Rûsî û Ermenî nêzîkî 15 kitêb tên wergerandin ku ev kar bêtir ji aliyê Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Qaçaxê Mirad, Cerdoyê Gênco, Ruben Drampyan û Erebê Şemo ve tê kirin.

Li sala 1930ê de bi navê Riya Teze (rojname) rojnamyeke hate weşandin.

Li sala 1931-ê de li Rewanê têxnîkûma mamostetîya Kurdî tê vekirin.

Li sala 1932-an de Yekîtîya Nivîskarên Kurd tê avakirin.

Li sala 1934ê li Erîvanê yekemîn Konferansa Kurdolojiyê hate lidar xistin. Wê demê kurmancî wek zimana wêjeyî ji bo Kurdên Yekîtîya Sovyetê hate hilbijartin.

Li sala 1938ê li Elegezê şanoya Kurdî hate ava kirin.

Her wisa bi navê Zare (1926) û Kurdên Êzdî (1933) film hatin çêkirin.

Li sala 1954ê radyoyay Kurdî dîsa serbest bû. Her wisa li sala 1955ê rojnameya Riya Teze dîsa dets bi kar kir.

Li Ermenîstanê 21 gundên Kurdan hene. Û di wan gundan de zarokên Kurd heyanî pola 12-an dersên zimanê Kurdî hîn dibin.

Ermenîstana Sovyetê de beşa Kurdnasîyê ya serbixwe hebûye,lê piştî hilweşîna Sovyetê ew hate girtin. Niha li Fakulteya Rojhelatnasîyê ya zanîngeha Rewanê de zimanê Kurdî wek ders tê derbas kirin.

 

Çavkanî:

1. X. Abovyan, "Kurd, Êzidî" (bi ermenî), 1986, Yêrêvan.

2. A.Û.  Derboyan, Çêkirin û Pêşketina Kurdiya Wêjeya  Li Ermenistana Sovyetê de (bi ermenî)

3. Hecîyê Cindî, Akademiya Zanistî ya Ermenistanê, Zanistên Civakî (bi ermenî)  № 5, 1962

4. V.A. Baybûrdyan, Peywendiyên Ermenî û Kurdan di Împaratoriya Osmanî de (bi ermenî), Yêrêvan-1989

5. X.M. Çatoyêv, Kurdên Ermenistana Sovyetê (bi Rusî), Yêrêvan, 1965

6. N.X. Maxmûdov,Gelê Kurd (bi ermenî), Weşana Dewleta Ermenistanê, Yêrêvan, 1959

7. K. Çaçanî, Dîroka Çapemeniya Kurdî  "Rya Teze" 1930-1955 (bi kurdî), Yêrêvan, 2008

8. Pirtûka «Şems» (bi ermenî), Êcmiyasîn, 1922

9. “Xo-Xo Hinbuna Xondьna Nvisara Kуrmançi” (bi ermenî) ,Î.  Marogûlov û E. Şemo, Weşanxaneya Dûgelî, Yêrêvan, 1929

10. L.G. Xaçêryan, «Teoriya Pêjdahatin û Pêşketina Ziman li gorî Vardan Arêvelsî»

KURDŞOP
596 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!