Ji civakê ve bo siyaset û wêjeyê - Ezmûnên Refîq Sabir - beşa 1em

Heta di çarçoveya helbesta nû ya Kurdî de jî, zimanê Refîq Sabir zimanek cuda bû ji wan ziman û awayên vegotin û hevoksaziyên ku helbestvanên serdema wî û beriya wî bi kar anîbûn. Wî hewl da bi lêhûrbûna di nav kûrahiya wateya ziman de, aliyekî nû ji wêjeya veşartî û şiyana ziman fam bike, peyda bike û cihê wê di nav helbestê de vebike. Ezmûnek ku beriya wî di warê helbesta Kurdî de nehatibû kirin.

Pirtûka “Di Pesna Jiyanê de” (Le Sitayîşî Jiyanda), nûtirîn berhema helbestvan, nivîser û bîrmendê Kurd “Dr. Refîq Sabir” e. Piraniya rewşenbîr û nivîserên Kurd Refîq Sabir wekî yek ji stûnên bihêz û diyar ên helbesta modern a Kurdî nas dikin. Ezmûnên wî di warê helbesê de, li komek helbestên “Rêjne” û “Pişkokan Degeşênewe” ku zêdetirî çil sal berî niha hatine çapkirin, nîşan didin ku ew helbestvanekî xwedan şêweyek taybet e di vegotin, wênesazî, cîhanbînî û teknîka helbestî de. Şêwazek ku zimanê wî ji dîskursa ku bi dehan salan li Kurdistanê li ser edebiyata Kurdî serdest bû cuda dike.

Heta di çarçoveya helbesta nû ya Kurdî de jî, zimanê Refîq Sabir zimanek cuda bû ji wan ziman û awayên vegotin û hevoksaziyên ku helbestvanên serdema wî û beriya wî bi kar anîbûn. Wî hewl da bi lêhûrbûna di nav kûrahiya wateya ziman de, aliyekî nû ji wêjeya veşartî û şiyana ziman fam bike, peyda bike û cihê wê di nav helbestê de vebike. Ezmûnek ku beriya wî di warê helbesta Kurdî de nehatibû kirin. Li cem Rafîq Sabir ziman û peyv tenê asteke di rû de nebûn, belkî kûrbûnek di dilê wateya ziman û peyvan de ye, vegerek e bo koka wan wateyane ku gelempera peyvan û tevlîheviya peyvan bi hev re di hevokekê de pêk tînin.

Bo mînak bila em vê helbestê binêrin ku bi navê “Werzî Seholbendan” e û li sala 1977an nivîsiye û di dîwana helbestên “Rêjne” de çap kiriye.

Legel kirîwey şewêkda hatim bo lat

Le katêkda qewarey birînekant

Be befrî sûr dadepoşê

Goranît dekir be wilat

Le katêkda hatim bo lat

Bzûwekant heres hênanî kêwêkiyan ragirtibû

Çawekant wek dû çiray nawkewêlî hejarekan

Le şewî zengî rayatda dadegîrsan

Hatim bo lat

Katêk çingt pir le agir û pişko bû

Demûçawî tarîkayî rûbarekant pê derşand

Le werzî seholbendanda

Helmî xwêntda degîrsand

Hatim bo lat

Ta birûske û goranî bikeyn be wilat

Diyar e em dema ku behsa sala 1977an dikin, divê ezmûnên hevşêweyên hevnifş û hevalên Refîq Sabir di wê serdemê de bînine berçavê xwe. Gelempera wan berehemane xwediyê zimanekî sadetir, şêweya hevoksazî ya sadetir û tevlîhevkirina peyvan bi hev re, di helbestên helbestvanên Kurd ên wê serdemê de, tevlîheviyek gelek sadetir bûn û dûr bûn ji wan zimanên tevlîhev ku di wê helbestê de Refîq Sabir pêk aniye. Diyar e ew helbeste bo şehîd “Ebdulrehmanê Xidirbaneyî” nivîsiye ku hevalekî karker ê helbestvan bûye û di girtîgeha “Rayat” di bin îşkenceyê de hatiye şehîdkirin. Ewa ku girîng e bo yekem car helbestvan ji şêweya vegotina tevlîhevî bo nîşandana bihzêbûna mirovekî bi şêweyekî cuda sûd wergirtiye.

“Katê hatim bo lat bazûwekant heresî kêwêkyan ragirtibû”. Pêwendiya renî û mirov, hertim pêwendiyek bûye ku tê de renî bi ser mirov de serdest bûye. Lê li vir ew pêwendiye berevajî dike. Di behsên berfirhbûna tarîtî de berdewam di deqên wî de tarîtî hertimî mirov veşartiye. Lê di vir de hevkêşe li cem helbestvan hatiye guherîn û pêwendyek cud bi derbirînek cuda ve aniye ber behsê. Lepê pir ji pol ê kesekê ku helbest bo hatiye nivîsandin, rûyê tarîtiyê ronahî dike. Berdeng û helbestvan bi hev re “birîqe û stranê dikin bi welat”. Gelempera hevoksazî û ew wêneyên helbestî yên ku diafirîne, ji hemû helbestên hevdemên wî nûtir in. Her çiqas ger navê şehîd Ebdulrehmanê Xidirbaneyî jî, jê bê derê, helbestek e ku dikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Helbestek li dijî zilm û zorê û pesna şoreşgerekî ku dixwaze girêk û tengasiya civakî bişkîne.

Eger ziman di helbesta hevdemên Refîq Sabir de xwediyê asteke riwaletî be û di gelek berheman de ji asta veguheztina wateyê dernekeve, lê ziman li cem wî vegera bo wate, dîrok, bîr û hemû xezîneyên wateyan e ku ziman bi xwe re hilgirtiye. Bi ser de jî, carna zêdetir giraniyê dixe ser wê alî û keşa nû, û jiyana nû ya peyvan jî di hevokên xwe de li ber çav digire.

Lewma ew ezmûne ciyawaz e, ji ber ku şêwazek ji sembolîzm û cîhaneke “surreal” ku bi rêya wênesaziyên xwe ve dixemilîne, ziman ber bi arasteyeke bilintir ji helbesta tevahiya Rojhilata Navîn ve dibe. Ezmûnên mîna zimanê Refîq Sabir heta di nav helbestên helbestvanên Îranî de jî bi kûrahî û giranî ve kêmtir tê dîtin. Helbesta wî ji Farsî, Erebî û hemû berhemên hevdemên wî yên di warê helbesta Kurdî de ku hevnifşên wî weşandine, keşeke cîhanîtir e. Wate dîtingeha wî bo diyardeyan, dîtingeheke yunîvêrsal û cîhanî ye, ne ku dîtingehek navçeyî û lokal be. Ewa nayê wê wateyê ku behsa nîştiman û netewe û herwisa tevlîkirina mirovê wê erdnîgariyê di nav deqê de, bibe behsek ku bi navçeyî bê hesibandin.

Çimkî heman ezmûnên ku em behs dikin ji bo helbesta helbestvanên biyanî jî rast dibe. Wate ger kesek wek “T. S. Eliot” di helbesta “Kawile Xak” de behsa taybetiyên wan cihane dike ku helbest jê dest pê dike, behsa ew lîstik û tevgeran dike ku li cîhana Rojava û li welatê wî diqewimin, ramanek mezin û cîhanî li piştî wê helbest, hevok, wate û biwêjên wî heye, ku behsa çand û qada herêma bicîhanî dike. Refîq hewl daye bi şêweyekî gilokalî diyardeyên navçeyî yên xwe cîhanî bike. Mînaka berçav ya wê hewlê di “Lawikî Helebce” de em dikarin bibînin.

Ji aliyeke dinê ve helbesta wî di asta helbesta navçeyê de adetî nîne. Bi wê wateyê ku helbesta Fars, Ereb û Kurd di navçeyê de zêdetir helbestek riwaletiya yek astî ye. Helbestek tevlîhev û bîrjêkirî ye ango wêjeya wê nîne. Wate helbestek xwedî pilan ku hilgirê cîhanek yan cîhanbîniyek taybet be. Helbesta Refîq Sabir, helbestek e ku kifşkirin, kedîkirin, tevlîhevbûn bi hûrdekariyên wateyî û formên wê re, pêwîstî bi ezmûnek edebî, rewşenbîrî û heta ruhiya taybet heye. Pêwîstî bi nasîna dîrokê û efsaneyên kevnar heye. Herçiqas di wê nivîsînê de em naxwazim îşareyekê bi helbestên Refîq Sabir bikin û min xwest ez wê yekê tenê wekî dergeheke ezmûniya helbestvan û nivîskarekî bînim ziman ku di pirtûka “Le Sitayişî Jiyanda” de em ezmûnên kesekê dixwînin ku zêdetir wek helbestvan hatiye naskirin. Helbestên wî di asta Kurdistan û cîhanê de hatine belavkirin û em ê lênihêrînek hûr û rexneyî û mijarane li ser helbestên Refîq Sabir bihêline bo derfetek dinê û di vir de me anî ziman ku Rafîq Sabir helbestvan e û em di vê pirtûkê de ezmûnên jiyana helbestvanekî dixwînin. Di berdewamiyê de em ê behsa wê yekê bikin ku ew pirtûke ji çi naverokekê pêk hatiye û hilgirê çi ezmûnekê ye.

KURDŞOP
412 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!