Girîngiya berhemanîna deqên Kurdî di nav torên civakî de

Roj Qadirî

 

Em hemû dizanin ku niha serdem serdema teknolojî, înternet û torên civakî ye. Bi sedan milyon kes li seranserê cîhanê destpêregihîştin bi înternetê hene û li ser torên civakî ên cur bi cur xwedî hesab û rûpelên xwe ne. Bi giştî niha înternet û torên civakî di jiyana xelkê de roleke sereke dilîzin û bûne beşeke girîng a jiyana takan.

Teknolojî, înternet û torên civakî bandorê li hemû aliyên jiyanê yên cîhanê kiriye: aborî, siyasî, civakî û saykolojiya û hwd. Bi kurtî jiyana niha ya mirovan di cîhanê de, çi li welatên di halê geşeyê de û çi jî di cîhana sêyemîn de, bi înternet û torên civakî re girêdayî ye. Di vî warî de mirov dikare bi hezaran mijar ji hezar aliyan ve hilbijêre, li ser wan biaxive û şîrove bike. Di vê gotarê de em ê li ser girîngiya berhemanîna deqan di torên civakî de, bi taybetî jî berhemanîna deqên Kurdî bisekinin.

Berhemanîna deqan di nav torên civakî de

Înternet û torên civakî derfeteke baş ji xelkê cîhanê re aniye holê ku bi zimanên xwe deqan berhem bînin û biweşînin. Di vî warî de zimanê Îngilîzî wekî zimanê teknolojiyê hatiye naskirin û di warê axavtinê de zimanê yekem ê cîhanê ye, ji hemû zimanên din baştir derketiye holê û herî zêde kar li ser hatiye kirin, wate di torên civakî de zêdetirîn deq bi zimanê Îngilîzî têne berhemanîn. Ev ne tenê çend aliyan li xwe digire, belkî hemû aliyekê li xwe digire. Bi gotineke din, di warên zanistî, siyasî, civakî û rojnamevanî û hwd de, zêdetirîn deq bi zimanê Îngilîzî têne berhemanîn.

Niha girîngiya vê gotarê di çi de ye? Berhemanîna deqê di her warî de (egre heta wareke pir sade wek henek an jî axaftina rojane ya takekesî be) û bi her zimanekî di cîhana înternetê û torên civakî de rasterast bandorê li wî zimanî dike. Yanî wî zimanî çalak dike, xurt dike û zindî dihêle. Bihêzî û zindîbûna her zimanekî jî tê wateya hêz û zindîbûna wê netewe û etnîkê ku pê diaxive. Wate ev yeka bandorê li ser nasnameya wê neteweyê dike û tekeziyê li ser hebûna wê li cîhanê dike.

Lewma berhemanîna wê di her warî de, tevî bandorên xwe yên civakî û saykolojî, bandorek rasterast li ser ziman û nasnameya netewe û etnîkî heye. Ku wisa ye ew ê ku xwendina vê meseleya girîng hebe, dikare ji derfetan bo berjewendiyên xwe û netewa xwe sûd werbigire. Wate karê baş û bi bandor li ser sereketirîn faktorbûn û nasnameya xwe (ziman) bike.

Berhemanîna deqên Kurdî di nav torên civakî de

Em ê Kurd xwediyê desthilatek xwe ya serbixwe nînin, ji xeynî wê ku av û axa me hatiye dagîrkirin, dagîrkeran hertim hewla asîmîlesiyon, dagîrkirina bîr û mijî û hiza me jî daye û di vî warî de mixabin heta radeyekê bi ser ketine. Ev asîmîlekirin, dagîrkirina mejî, qedexekirin û sînordarkirina zimanê me li hemû parçeyên Kurdistanê, bandoreke gelek neyînî li ser hebûna me di cîhana înternetê û torên civakî de daniye û bandorên vê zilma netewayetî li ser hebûn û beşdariya me di înternet û têrên civakî de ewqas zêde ye ku mirov dikare di dehan gotarên wiha de behsa wê bike û rohn bike û herwisa xisarnasî bike.

Dagîrkerên Kurdistanê hertim hewl dane ku me di nava xwe de bihelînin û bibêjin ku neteweyek bi navê Kurd û erdnîgarîyek bi navê Kurdistanê nîne û ya ku heye qewmek nehişyar û paremayî ye û bi navê Kurd li navçeyên Kurdnişîn yên çar welatên wek Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyê de dijîn. Wan bi qedexekirina xwendin û nivîsandina bi Kurdî li Kurdistanê, heta bi qedexekirina xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî jî, hertim ji bo lawazkirin û heta tinekirina zimanê Kurdî kar kirine. Tevî wan yekan, karek kirine ku xwedî Kurd jî, ji ziman û nasnameya xwe dûr bikevin, yanî ji aliyê netewî ve biyanî kirine ku nekaribin xwe di çarçoveya “Kurdistanîbûnê” de pênase bikin.

Bo mînak her li Rojhilatê Kurdistanê mixabin gelek in ku bi vî rengî xwe pênase dikin: “Îranî yan jî Kurdên Îranî”. Ev cure pênasane jî rasterast bandorê li ser danûstandina wan kesan bi zimanê xwe re kiriye. Bo mînak axaftin, nivîsandin û xwendina bi Kurdî yan bi şerm dizanin yan bi pêwîst û girîng nizanin. Her ew kesane di torên civakî de bi Farsî wek Farsekê derdikevin û piçûktirîn axaftin û biserhatiyên xwe yên rojane jî wek Farsekê dibêjin! Ew bi zanebûn yan jî ne agahane zirarê didine nasnameya xwe û zimanê Kurdî û li gorî berjewendiyên neteweya serdest tevdigerin. Di nav Kurdan de kesên wisa jî peyda dibin ku tevî wê ku şiyana nivîsîna bi Kurdî jî hene, lê agahane xizmetê bi zimanê dagîrkeran dikin û di torên civakî de bi wan zimanan deqan berhem tînin.

Lê nabe Kurdên xwedî helwest û nasiyonalîst vê qada girîng ji bêhiş, nezan û dagîrkeran re çol bikin. Heta nivîsandina yek hevok bi zimanê Kurdî di nav torên civakî de bandora xwe heye. Divê em ê Kurd di nav torên civakî de di her warî de deqên Kurdî berhem bînin û li ziman û nasnameya xwe xwedî derkevin. Merc nîne ku em tenê di warê siyasî de deqan berhem bînin da ku li ziman û nasnameya xwe xwedî derkevin. Belkî bi berheamnîna deqên Kurdî di warên “aborî, civakî, zanistî, sînema û wêje û hwd” de û heta di warê axaftina rojane ya vegotina biserhatiyan de jî, xwedîderketin e ji ziman û nasnameya me, tenê eger bi qasî yek hevokê be jî. Eva bi xwe li dijî tev pilan û pîlanên dagîrkerane jî ku li dijî ziman û nasnameya me darêtine.

Dawî axaftinên min ev e ku divê em bi hemû hêza xwe ve hewl bidin ku gelê xwe ji girîngiya vê mijarê hişyar bikin. Eva jî şêwazek e ji xebat û xizmet bi netewa me û dijayetîkirina dagîrkeran e jî.

KURDŞOP
590 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!