Di qesîdeya sed û nehem de ku bi “Şebçiraxê Şebê Kurdistanim”ê hatiye naskirin, taybetmendiyeke dinê ji gelempera dewlemendiya bedewnasî ya Melayê Cizîrî zêde dibe. Ew jî ev e ku Melayê Cizîrî rasterast navê welatekî bi navê Kurdistanê di helbestên xwe de tomar dike û evîndarê jineke Kurdistanê ye.
Dr. Azad Mukrî
Melayê Cizîrî û daketina ser erdê:
Weke ku hate gotin, Melayê Cizîrî di helbestên xwe de evîna erdî û mirovî aniye ziman, bo mînak ew qesîdeyên dûr û dirêj ên wî ku behsa mirovên asayî dike. Îcar ew mirove carinan jin, keç an xanimeke çeleng e û carinan jî mîr û emîreke bi şan û pêşeng e.
Qesîdeyek ku rasterast ji bo hezkirina jineke taybetî nivîsandiye û bi navê “Sebahelxeyr xanê min” hatiye naskirin, mînaka wan cure deqane ye.
Weke me got, Meleyê Cizîrî helbestên wisa jî heye ku rûyê wan hem li erdê û hem jî li mirovan e. Ev helbestane ji du beşan pêktên. Komek ku di edebiyata kurdî de mînakên wê kêm hene, ew jî adet û kevneşopiyek e bi navê “Medhiye” an jî nivîsîn û pesna şahan, ku beşeke zêde wêjeya neteweyên xwedan dewlet ên herêmê li xwe girtiye.
Bo mînak di edebiyata Farsî de, li sedsalên sê, çar, pênc, şeş û heta sedsalên piştre jî, beşeke herî zêde ji helbestên Farsî li ser pesn û mehtkirina padîşah û desthilatdaran bûye. Eşkere ye ku wekî naverok pesin û mehtbêjî ji bo kesayetiyan girîngiyek wisa nîne û ji hêla civakî ve ne mumkin e û nikare wekî kareke hunerî di xizmeta mirovahiyê de an jî di xizmeta bedewnasiyê de were hesibandin. Lê ew şêwaze gelek girîng e ku ger helbestvanên mezin ên Fars ên wekî “Rudekî Semerqendî”, “Enwerî”, “Xaqanî”, “Qaanî” û gelekên dinê, her çend ji beşa cidî ya helbestên xwe ve, helbestên mehtkirinê nivîsîne, lê ew helbest bûne sedema wê ku zimanê Farsî bê parastin û bê bikaranîn û rewan be. Di encamê de ew zimane dibe zimanek dewlemend.
Ewa ku di vê beşa helbesta Melayê Cizîrî de balkêş e, ew e ku Heta niha gelek hatiye gotin ku kurd xwediyê dîwanxane û padîşahan nebûye heta ku kevneşopiya mehtbêjî ji bo wan bibe resaneyatiyek li cem helbestvanan û aliyê kêm ji ber vê yekê ziman û wêjeya kurdî berfireh be û ev yeka heta astekê jî rast e.
Lê Melayê Cizîrî du qesîdeyên dirêj hene ku di pesna “Mîrê Botan” û “Mîr Şerefxan” de nivîsiye. Diyar e Mîrê Botan û Mîr Şerefxan du desthilatdarên mezin ên serdema Sefewiyan bûn. Serdemekê mîrê navçeyên Botanê bûn û serdemekê jî Bedlîs di destê wan de bû û serdemekê Şerefxanê Bedlîsî nivîserê Şerefnameya navçeya bakurê Îranê wek Tonekabûn bû.
Ewa ku balkêş e ev e ku Melayê Cizîrî Mîrê Botan û Mîr Şerefxan wekî padişahên Kurdan daye nasîn û ji ber ku Şerefxanê Bidlîsî jî pirtûka Şerefnameyê li ser dîroka Kurdan nivîsandiye, wisa xuya dike ku ew jî wek hakimek di serdema Sefewiyan de, wate bi qasî pênc sedsalan berî niha, bingeha kurdayetiyê ango bingeha xelkê kurd, dîroka kurd û zimanê kurdî bûye. Her lewma jî helbestvanekî wek Melayê Cizîrî bi hemû mezinahiya ramanî û zimaniya xwe ve, du qesîdeyên dûr û dirêj ji bo wî mîrî nivîsiye, ku yek ji wan qesîdeyan bi navê “Pesna Mîrê Botan” e û bi vê beytê ve tê destpêkirin:
Ew şahenşahî muezzem heq nîgehdarê te be
Soreya înna fetehna dûr û madarê te be
Ev qesîdeye, qesîdeyeke dûr û dirêj a bîst û du beytî ye. Di qesîdeyek dinê de jî bi navê “Pesna Mîr Şeref” ku ew jî qesîdeyeke bîst û du beytiyek dinê ye, bi rengekî dinê dîsan li ser meznahî û celaliya mîrê Kurdan dipeyive. Ew jî bi vê beytê ve tê destpêkirin:
Xanî xanan lami`ê necma te her pir nûr be
Keştiya bextê te ez badî muxalif dûr be
Mîr Şerefxanê Bidlîsî
Ev qesîdeye jî dîsa behsa mezinahî û rûmeta Mîr Şeref an jî Mîr Şerefxanê Bidlîsî dike ku mîrê Cizîrê û Botanê bûye. Diyar e ji xeynî Mîr Şerefxan, di nav Kurdan de gelek kesên din ên payebilind hebûne ku bi eslê xwe Kurd bûne ku li hin herêman desthilatdarî dikirin, lê pirs ev e ku çima helbestvanên din pesna wan nekirine? Bersiva vê pirsê ew e ku ev mîr tenê bi eslê xwe Kurd bûne, lê di praktîkê de bawerî bi Kurdayetî û zimanê Kurdî neanîne û girîngî pê nedane, lewma helbestvan ji wan dûr ketine.
Weke ku me berê jî behs kir, Melayê Cizîrî di sedemîn qesîdeya xwe ya bi navê “Sebahulxeyr Xanê Min” de ku bi şêwaza “tercî`i bend” nivîsiye, hemû sembol û nîşanên pîroz û serweyê dinyayê reş dike û her ji hevoka yekem ve bi mirovekî re dipeyive ku ev mirove canjiberek e ku me hemûyan jiyan û hezkirin pê re ezmûn kiriye û me dîtiye.
Wate zimanê wî ji zimanekî nezelal û tijî xwestek, sembol û nîşanan ve vediguhere bi zimanekî sade û bê girêk. Lewma ew helbeste zimanekî sadetir ji helbestên dinê heye. Bi mirovekî re peyiviye. Ew mirove komek wesfên mirovî heye. Her çend ew awir, nihêrîneke kevneşopî ye, ango ew aliyên jin û mirovan ên ku zêdetir pêwendiya wan bi bedewiya rû ve heye, têne dîtin, lê ya girîng ew e ku Melayê Cizîrî di wê qesîdeyê de ji kevneşopiya navberî ya evînê dûr dikeve û evîna mirovî diceribîne.
Sebahulxeyr xanê min, şehê şîrîn zebanê min
Tuyî rûh û rewanî min, bibêt qurban te canê min
Tealellah çi zatî tu, çi wê şîrîn sifetî tu!
Ne wek qend û nebatî tu, yeqîn rûh û heyatî tu
Heyat û rahet canim, sebahulxeyr ya xanim
Were bînahiya çehvan, bibînim bejin û balayê
Taybetmendiya sereke ya vê helbestê ew e ku ji xeynî wê ku arastekirina helbestvan ji esman ve ber bi erdê tê guherîn, zimanê wî bi xwe jî, ji zimanê aloz û dijwar ku Melayê Cizîrî di helbestên xwe yên îrfanî de ceribandî ye, gelek sadetir e.
Ji bilî vê helbestê di qesîdeya sed û nehem de ku bi “Şebçiraxê Şebê Kurdistan” tê naskirin, taybetmendiyeke dinê jî li ser dewlemendiya giştî ya bedewnasiya Melayê Cizîrî hatiye zêdekirin. Ew jî ev e ku Melayê Cizîrî rasterast navê welatekî bi navê Kurdistanê di helbestên xwe de tomar dike û evîndarê jineke Kurdistanê ye.
Pir ji dîna te xerîb im xanim
Ji te ser ta bi qedem heyran im
Her bi can teşnelebî lehlan im
Dil di benda giriha zilfan im
…..
Aşiqî nazik û mehbûban im
Tu mebîn bêser û bêsaman im
Gulî baxê iremî Bihtan im
Şebçiraxî şebî Kurdistan im
Ev helbeste ku di pênc beytan de hatiye gotin, dîsa behsa mijareke mirovî û evîneke Kurdistanî dike. Di vê nivîsê de hem Melayê Cizîrî û hem jî berdengê wî û hem cih û dema evîna wî xuya ye. Ev deqe bi evîneke ser erdê û xwdan rûyeke zelal re dipeyive û ew bê reng û rû û nexuya nîne.