Melayê Cizîrî ji esman ve heta erdê – beşa 1em

Edebiyata îrfanî di nav kurdan de, pêşîne û kevnariyek dûr û dirêj heye. Ev cure edebiyate di helbesta helbestvanê mezin ê kurd Melayê Cizîrî de dest pê dike. Em di xezel û qesîdeyên Melayê Cizîrî de evîna herî arifane û nêrîna romantîk ji bo diyardeyên serweyê sirûştê dibînin.

 

Dr. Azad Mukrî

 

Melayê Cizîrî û destbilindkirina ber bi esman ve:

Edebiyata watadar û îrfanî di wêjeya Rojhilata Navîn de, bi taybetî di nav Ereb, Fars û Kurdan de xwedî dîrok û pêşîneyek dirêj e. Di wê şêwaza edebiyatê de, helbestvan û nivîskaran berdeng û mijarên sereke ên wan hebûn ku di ti çarçoveyeke taybet de nayên wesfkirin. Belkî em tenê dikarin bihesibînin ku ew berdeng/mijara girîng, mezin, bêşaşî, bêkêmasî û rexnehilnegir e.

Bi giştî ew berdengê ku helbestvan bi eşq û evîndarî pê re dipeyivin û bi wan re nihênî û hewcehiyan gengeşe dikin, desthilateke serwetir ji mirovên asayî heye. Di demekê de jî çavkaniya hemû xweşî û dilxweşiya helbestvan e û herwisa bingeha hemû têkçûn û rojên wî yên reş e.

Ew berdengê tayet ku helbestvan pê re dipeyive û ji wesfa wê\wî têr nabe kê\kî ye?

Ne helbestvan dizane û ne jî ti xwîner û lêkelêr jî. Wate kesek taybet nîne û hemû kesek e jî. Hemû mînak  û şêweyek bedew û bêmînak e. Wekî ku Eflaton dibêje, şêweya her bilindahiyekî zatek afirîner e. Lê divê mebest ew jî nebe. Ew çavkaniya gotar, xweşî û êşê ye, pêyê wê li ser erdê hatiye birîn. Nabe “kes\nakesek”e wisa rûniştiyên her vî cihê be ku mirovên asayî lê dijîn. Ew mînaka bihêz bûye îlhama gelek helbestvanan û ew cure  evîne jî bi evîna îrfanî tê nasîn.

Edebiyata îrfanî di nav Kurdan de, pêşîne û kevnariyek dûr û dirêj heye. Ev cure edebiyate di helbesta Melayê Cizîrî helbestvanê mezin ê Kurd de tê destpêkirin. Di xezel û qesîdeyên Melayê Cezîrî de, em evîniya herî arifane û dîtingeha evîndarî bo diyardeyên serweyê sirûştê dibînin. Helbesta Melayê Cizîrî ji xeynî wê ku helbestek e di warê pêkhateyê de bihêz û qahîm e, di warê wateyê de jî hevrikiya helbesta helbestvanên herî baş ên herêmê dike. Bo mînak, xezelên wî dişibine xezelên Hafizê Şîrazî û wekî wê ku ew bi xwe jî îşareyê pê dike û wî ji ziman û ramana helbestî ya Hafiz hez kiriye. Lê şêwaza derbirîna evîn û sozê di deqa Melayê Cizîrî de, awayek gelek cudatir e ji helbestvanên kurd û helbestvanên fars jî. Evîna di helbesta wî de evînek e ku divê psporên edebiyatê lê bigerin da ku qada ku ev evîn pê ve girêdayî ye diyar bikin. Wate destnîşankirina erdnîgariya evîna Cizîrî renge bi awayê dijwar bê nîşandan. Helbest û qesîdeyên wî di warê îrfanî de jî, ew helbest û qesîde nînin ku dirûşm pê ve diyar bin. Belkî xwîner dikare bi rengekî remzî û sembolîk fam bike û bibîne ku Melayê Cizîrî di kîjan warî de helbest nivîsandiye. Axo evînek ku wî hilbijartiye yan arasteyek ku wî girtiye pêşiya xwe, arasteyê evînek mirovî ye yan evînek esmanî? Wate helbestên Melayê Cizîrî di navbera van du waran de, di hatinûçûnê de ne û xwîner pêka remz û nîşane û gelempera wan destewaje û wateyên felsefî û îrfaniyane ku di helbestên xwe de bi kar aniye, fam dike ku Melayê Cizîrî ji kîjan arasteya hizrî ve ew helbeste nivîsandiye. Axo helbesta wî helbestek îrfanî û rû li esman e yan helbestek erdî û rû li mirov e.

Destnîşankirina wê cudahiyê di helbestvanên navendî de karek hêsan e. Ji ber ku ev helbestvanane nikarin aloz binivîsin. Di heman demê de nikarin mebestê ji xwendevanan veşêrin. Belkî, wate û mebestê bi şiklekî dirûşmî vediguhezînin û xwîner fam dike ku helbestvan di kîjan warê de deq afirandiye. Lê helbestvanek jêhatî, bedewnas û bedewnivîs, herwisa bi awayekî sade deqa xwe ji dest nade. Wate û cewhera mebestê direng ram dibe û di nav şiklê dinyayek sembolîk û xwestekê de vedişêre. Her lewma xwînerên zana û hûrbîn pêdivî ye ku deqê ji hev hilweşînin da ku bikaribin li rexhevdanîna gelempera cudahiyên deqê, navenda watayî ya deqê peyda bikin.

 Mînakên herdu arasteyan ango arastekirina ber bi esman û ber bi erdê ve, em dikarin di gelek helbestên Melayê Cezîrî de bibînin.

Weke ku hate gotin, di rûttirîn helbestan de ku helbestvan dixwaze ji serî de deqê bide xwendevan, Melayê Cizîrî ev kare nekiriye. Bo mînak ji gelempera ew helbestên ku ji bo mehta pêxember têne nivîsîn, her çawa ku ji destpêkê ve helbestvan mebestê ji bo xwîner rohn dike, nabe vedîtina deqê ji bo berdeng pirsgirêkê çê bike. Lê di deqên Melayê Cizîrî de wisa nîne.

Wate Melayê Cizîrî heta di wan helbestan de ku bi şêweyekî adetî ji bo pêxember û Xwedê jî nivîsîne, hewl daye zêdetir ji wan destewaje û peyvane sûd werbigire ku bi awayê remz û sembol, cih û pêgeha kesayetiyekî beyan dikin, û bi şirovekirinê em dikarin tesbît bikin ku Melayê Cizîrî mebesta wî çi ye. Wek mînak di helbesta “Êxsîrê Evînê” de.

Îsmî te ye mektub dîwanî qîdem da

Herfek qelema ilm bitequym reqem da

Eşkal û xeten daîreya noxteya ilmin

Ew neqş û mîsal in de xeyalatê edem da…

Di vir de helbestvan behsa pêxember dike, lê bi ti awayekî hewl nedaye ku rasterat ew taybetmendiyên ku divê ji bo pêxember wekî kesekî pîroz bîne ber behsê, pêşkêş bike. Belkî wî ji dinyaya sembolîk û nîşanî û xwastekên îrafaniyan sûd wergirtiye. Wate ew nîşane û sembolane keseke pîroz nîşan didin. Ew hin sembolên ku di xeleka sembolên olî de hene, bikar tîne. Bo mînal fîdem, lewhî mehfûz, erwahê muqedes, şeva qedrê û hwd.

Li vir di nava destewajeyên wek (muqedes, şeva qedr, mîsbah, heram û hwd) de pêkhatin û rêkhatinek ecêb heye û ew pêwendiya ku di navbera peyvan de heye divê were dîtin da ku deq xwe peyda bike.

Behsa kesekê dike ku li dora wî dinyayek muqedes heye. Ev dinyaya muqedes, behsa şeva qedrê û heramê û gelek tiştên dinê tê de heye. Ev hemû komek peyvên sembolîk in ku kesekî wek Melayê Cezîrî ji bo ku xwe ji zimanê rût, asayî û klîşeyên pesnê xwe dûr bixe, bikar anîne.

Di rêza dawî ya helbestê de wiha dibêje:

Minet ji xwedayê ku bi ebdê xwe melayê

Êxsîra xemê îşq ne dînar û deremdad

Dîsan ew “êxsîra xema eşqê” ya ku ew behs dike, êxsîrek e ku nayê bidestanîn. Melayê Cizîrî hewl daye bi şêweyekî di qesîdeyên xwe yên dinê de jî, vê pêwendiyê berçav bigire. Wate ew şêwe evîna ku wî hilbijartiye, şêwe evînek e ku em dikarin îşareyê bi evîna serweyê sirûştê jê re bikin.

Lê Melayê Cizîrî tenê di wî şiklî de nemaye. Wî di helbesta xwe de behsa evîna erdê û mirovî jî kiriye ku girîngtirîn belge û nîşane ew qesîdeya dûr û dirêj e ku di mehta mirovekî taybet de nivîsiye.

KURDŞOP
823 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!