Ehmed Herdî, Arthur Rimbaudê kurdan e

Herdî di warê awayê nivîsîna helbestê de ango ji bo nivîsîna helbestê demekê dadine û nivîskar di wê de ziman û şêwaza nivîsandinê bi kurtî tîne û dest ji pênûsê berdide ku em dikarin digel Arthur Rimbaud helsengandinê bikin.

Dr. Azad Mukrî

Ehmed Hesen Ezîz, naskirî bi Ehmed Herdî, sala 1922yan li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya destpêkî li wir qedandiye. Nasnavê Herdî ji aliyê helbestvanên wê serdemê yên bi navên Mihemed Tofîq Werdî  û A. B. Hewrî ve pê re hatiye danîn. Sala 1941ê li dibistana destpêkî ya bajarê Silêmaniyê bûye mamoste. Sala 1967an yekemîn û dawî komhelbestên xwe bi navê Razî Tenyayî çap û belav kiriye. Serdemekê birêveberê Yekîtiya Nivîserên Kurd a şaxeya Silêmaniyê bûye. Sala 1973yan li koleja edebiyatê li zanîngeha Silêmaniyê mamosteyê rexneya edebê bûye. Di sala 1981ê de malnişînkirî bûye. Gelempera helbestên Ehmed Herdî ew şanzdeh helbest in ku di pirtûka “Razî Tenyayî” de hatine çapkirin.

Goran

 

Hereketa nûbûna helbestên kurdî li Başûrê Kurdistanê, bi çend navên diyarîkirî ve dest pê dike. Xuya ye ku piraniya wan navan bo lêkoler û xwînerên warê wêjeya kurdî naskirî ne. Ji Şêx Nûrî Şêx Salih heta Ebdulah Begê Goran, ji wan kesan in ku bandor li ser danasîna cureyeke cuda ya vegotina helbestê danîne. Rast e nûbûna helbestê li Başûrê Kurdistanê bi navê Ebdulah Begê Goran ve hatiye girêdan, lê gelek kesayetiyên din hebûn ku hevdem digel Goran helbest nivîsîne û di helbestên xwe de ji pîvan û yasa û adetên berê yên helbesta kurdî dûr ketine. Beşek ji wan helbestvanan hin kesên wek Şêx Nûrî Şêx Salih in ku bandora wan a herî mezin li ser nûkirina ramanê di helbesta kurdî de bûye.

Ji xeynî Şêx Nûrî, hin helbestvanên dinê hebûne ku bandora wan hem di nûkrina formê de û hem di nûkirina naveroka helbestê de hebûye. Şêx Nûrî komeke zêde ji berhemên helbestî hene ku piraniya wan berheman di warê form û naverokê de ser bi gotara helbestên klasîk ên kurdî ne û beşeke kêm ji berhemên wî weswese û dîtingehên nûxwazî tê de ne. Lê divê wek bingeh û destpêka hereketeke nû bêne dîtin. Hevdem digel Şêx Nûrî û Goran, Ehmedê Herdî kariye bi kêmtirîn qasa helbestê ve, bandoreke zêde li ser nifşeke xwendewar û helbestvanên kurd dane.

Herdî di warê awayê nivîsîna helbestê de ango ji bo nivîsîna helbestê demekê dadine û nivîskar di wê de ziman û şêwaza nivîsandinê bi kurtî tîne û dest ji pênûsê berdide ku em dikarin digel Arthur Rimbaud helsengandinê bikin. Ew helsengandin berawirdeke girîng nîne. Wate, em naxwazin bi berhemên wan du helbestvanan helsengandinê bikin. Lê hem Rimbaud û hem Ehmedê Herdî heyameke kurt helbest nivîsîn û dev ji nivîsîna helbestan berdan. Bi cudahiya ku helbestên Arthur Rimbaud li ser asta cîhanê helbestên qanûn-şikandinê bûn.

Ehmed Herdî

 

Ehmed Herdî di helbestên xwe de hewl daye ku ji yasa û adetên helbesta kurdî dûr bikeve û tê de jî serkeftî bû. Wî heta asteke zêde edebiyata rojavayî nas kiriye. Perawêzeke ku wî ji bo helbestên xwe nivîsandiye wê rastiyê derdixe ku ew ji helbestên gelek helbestvanên rojavayî baş agahdar bûye, her lewma wî hewl daye li ser rîtm û şêwaza hin ji van helbestan bi kurdî helbestan binivîse. Yekem dûrketina forman ji helbestên xwe, em dikarin bi van helbestan îşare bikin. Bo mînak, em dikarin di helbesta “Bê Aramî” de wê taybetmendiyê bibînin. Yan di helbestên wek “Tangoy Kurdî” yan “Le Yarewe” de ew diyarde tê dîtin. Lê ji xeynî wan helbestan, helbestên din ên Ehmed Herdî çarçoveya helbesta klasîk a kurdî tê de hatiye parastin.

Tenê ciyawaziyek ku helbesta Herdî ji helbesta klasîk a kurdî cuda dike, dîtingeha wî ya cuda ye ji bo diyardeyên civakî, mirovî û heta qatan jî. Em di wan helbestên Herdî de, zimanekî cuda ji zimanê helbestvanên berê dibînin. Zimanek ku heta asteke gelek zêde ji peyv, hevok û biwêjên nekurdî bêpar e. Ji bilî vê yekê sîstema bedewsaziya Herdî di wan helbestan de sîstemeke nû ye ku ji ti helbestvanên kurd, faris û helbestvanên biyanî naçe. Bedewnasiyeke ku em dikarin bêjin bedewnasiyeke taybet bi Herdî ye û li ser bingeha ew tiştên civaka kurdî hatiye avakirin ku li cem wî girîng in. Wî hewl daye di helbestên xwe de estetîka xwemalî keşf bike û binirxîne. Em wê diyardeyê dikarin di helbestên wek “Sit Fatime û Du Çeşn Dildarî” de û herwisa di helbesta herî bilind a “Dilêkî Têkşikaw” de bibînin.

Gelempera helbestên Herdî di du cildên pirtûkekê de bi navê “Razî Tenyayî”, di sala 1957an de hatine belavkirin. Ew helbest bi hejmar gelek kêm in. Helbestên cidî yên Herdî ji duwanzdeh helbestan derbas nabin, lê her ew duwanzdeh helbest nav û bangeke gelek zêde ji hejmarên helbestên wî ji bo Herdî di qada helbesta kurdî de bi dest xistine.

Em dikarin du sedeman ji bo nasîn û navûbangiya Herdî destnîşan bikin. Sedemek divê em di nav edebê de li pey bigerin, wate sedemeke navxweyî ye di warê edebiyatê de. Ev jî nûbûnek e ku Herdî di gelempera naveroka helbestên xwe de kiriye. Sîstema derbirîna nû jî, şêweyê dîtingeheke nû ye ji bo mirovan, evîn, şikest û bêhêvîbûna mirovan û pirsgirêkên çînayetî di civakê de. Ew şêweyên dîtingehê berê di edebiyata kurdî de kêmtir di warê helbestê de îşare pê hatibû kirin û wî bi awayekî gelek hunerî xemilandiye. Di beşa duyem a helbestên wî de ew helbest in ku form jî tê de hatiye nûkirin û hem muzîka helbestên wî muzîkeke rîtmîk e, bandor li ser xwîner û li ser berdengê edebiyatî heye û hem naveroka helbestên wî jî dîsan naverokeke nû ye. Lê sedema duyemîn ku Herdî wekî helbestvanekî pir jêhatî bi komek berhemên kêm tê nasîn, sedemeke derveyî edebiyatê ye.

Faktora ku em jê re dibêjin derve, ango faktoreke derveyî edebiyatê, vedigere bo aliyekî bi navê muzîkê. Gelempera ew helbestên baş ên Ehmed Herdî ku me behs kir, ji aliyê baştirîn muzîkjen û stranbêjên kurd ve awaz li ser wan hatiye danîn û bi dirêjahiya şêst salên borî civaka kurdî berdewam ew bihîstine. Ji aliyê stranbêjên wek Hesen Zîrek, Homer Dizeyî, Ednan Kerîm, Mihemed Mamlê, Tahîr Tofîq, Elî Merdan û gelekên din ve hatine gotin. Yanî ji ber sedemên derve yên edebiyatê û hundirê edebiyatê, Ehmed Herdî bi komek helbestên kêm ve di warê helbesta kurdî de nav û dengekî mezin bi dest xistiye. Li gor ew behsên ku hatine kirin, nabe behsa nûbûna hereketa helbestî di Kurdistanê de bê kirin, lê hewl û nûbûna Ehmed Herdî neyê berçavgirtin.

KURDŞOP
737 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!