Dr. Azad Mukrî
Di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de, hem li civaka Rojhilata Navîn û hem jî di wêjeya wê erdnîgariyê de, guhertineke mezin pêk hat. Ew guherînkariyên li Rojhilata Navîn, yek ji encamên hereketa cîhanbûnî yan globalîzasyonê bû. Eşkere ye ku cîhanbûnî hereketek bû ku ramanên hemû neteweyên cîhanê bo hevdu vediguhest. Ew proseya veguhastinê di wan welatan de, di warê medya, rojname, pirtûk, radyo û televîzyonê de, hereketeke bileztir hebû. Lê ji bo welatekî wek Îranê û parçeyekî wek Rojhilatê Kurdistanê ku di wê erdnîgariyê de bû, ji ber wê ku derfeta veguhastina zanyarî di asteke berfireh de nebû, menca cîhanbûniyê hinekî dereng ew herêm li xwe girtin.
Yek ji encamên wê menca cîhanbûniyê, nasîna şêwazeke cuda ji wêje û nemaze wêjeya siyasî ya navçeyê ye. Yûnis Rizayî di gotara “Hereketa Nûbûnê ya Ramana Helbesta Kurdî” de, bi hûrî behsa wê mijarê kiriye. Heta beriya wê bûyerê, wate pêş wê ku ramana rojavayiyan ji rêya rojname, pirtûk, medya û herwisa ji rêya rêwîngên geştiyar ên biyanî ve yan ji ber rêwîngiya geştiyarên navxweyî bo derve bê nav bîra civakê, naveroka wêjeya welatê Îranê bi giştî û li Rojhilatê Kurdistanê jî, naverokek bû ku girêdayî hezar sal adeta bîrkirina mirovê kurd û mirovê îranî bû. Ew bingeha ku wêje li ser hatibû avakirin pêk hatibû ji evîndarek serweyê sirûştê ku tê de mewdaya navbera dildar û evînê ewqas fireh bû ku mirov nedikarî wateya wê evîndariyê ku wêje û helbestan behs dikirin, li ser rûyê erdê bibîne. Wate edebiyat bi giştî pêyek wê di hewa de bû û kêmtir pêyê xwe li ser rastiyên civakê dadina.
Ji aliyekî dinê ve praktîk û xemilandin di edebiyatê de, wek karekî newêjeyî û dûr ji hunerê çav jê hatiye kirin, her lewma gelek kêm heye ku di edebiyata adetî ya kurd û faris de rûyê rastîn ê jiyan û rastiya civakê bê dîtin. Tevî ku hem di edebiyata farisî û hem jî ya kurdî de, mînakên degmen û awarte kêm têne dîtin ku helbestvan û nivîskaran tekezî li ser emirê rastîn kiribe û ew mijar kiribine hevîna deqê. Lê bi giştî ew araste nebûye bi gotareke adetî û serdest. Lê wekî hate behskirin ji dawiya sedsala 19an ve, edebiyata kurdî û farisî ji rêbaza berê hate derê.
Ji wê serdemê şûn de, edebiyatê kariye bi awayekî rasterast sûdê ji wata û çemka zanistên din û nemaze zanistên civakî û siyasî wergire. Nivîskar û helbestvanên kurd tevî nivîskar û helbestvanên Îranî, wate û mijarên siyasî û têgehên civaknasî yên xwe xistine nav helbestên xwe û ew hereket, hereketek bû ku bi hereketa “hişyarkirin” yan “agehdarkirin”a civakê hate nasîn. Çimkî helbestvan û nivîskaran, ji pileya kesanekê ku îlham ji bo wan tê û pêwendiya wan a serweyê sirûştê heye, hatine xwarê û wek rêberên pêşeng ên bîr û siyaseta civakê bangewazî kirine bo wan mijar û watayan ku di warê felsefe, civaknasî û siyasetê de berfireh bûbûn. Yek ji wan watayên girîng û pirnirx, wata û pêkhateya “komarîxwazî” di hember wate û sîstema paşayetî de bû.
Di nav helbestvanên faris de helbestvanekî ku îşare bi wataya komarîxwazî kiriye, helbestvanek bû bi navê Mîrza Ebulqasimê Kurdistanî naskirî bi “Mîrzadeyê Îşqî”. Mîrzade xwendekarek bû ku di zanîngehên Stenbolê de ders xwendibû, lê vegerîna wî bo Îranê hevdem bû digel destpêka guherînkariyên mezin di bîra mirovê Îranî de. Her lewma Mîrzadeyê Îşqî tekezî li ser pêkhateya siyasî ya Îranê kir. Her di wê serdemê de komek ji kesên siyasî yên Îranê hewl didan di hember sîstema paşayetî de ku desthilatdarî dikir, sîstema komarî ava bikin. Mîrzadeyê Îşqî di hember wan kesan de disekine û bi cihê wê ku kesayetî û şêweya dîtingeh, pêşîne û şiyana wan rexne bike, henekê xwe bi sîstema komarî dike.
Mîrzadeyê Îşqî ku xwe bi pêşengê nûbûna helbestên Îranê jî dizane, gelek bi neguncayî henekên xwe li kesên komarîxwaz dike û heta bi wê sedemê sivikatiya xelkê kurd dike ku alîgirên sîstema komarî ne:
Mîrzade di helbesta xwe de wiha behsa komarê dike:
“Ke basî komarî dekrê
Xelkê îran boy ker debin
Leberiyan deken giya û tifaq û
Wek ker hewsariyan le mil dekem”…
Bi kurtî ew helbestvanê farisîbêj, sîstema komarîxwazî bo kerkirin û xapandina xelkê dizane.
Her di wê serdemê de helbestvanekî kurd ê xelkê bajarê Mehabadê yê bi navê Mela Marifê Kokeyî ku ew jî, ji destê sîstema rizî û kevneperestî ya paşayetî bêzar bûbû, helbesteke cuda û mizgînîbexş û têgihîştinî derbarê sîstema komarî dinivîse. Helsengandina du helbestan ku di serdemekê de ji bo sîstema komarî hatine nivîsîn ji aliyê helbesvanekî navendnişîn wek Mîrzade Îşqî û helbestvanek ku li bajarek dûr li Rojhilatê Kurdistanê dijî, gelek tiştên nû ji me re rohn dike. Ji ber ku pêkhateya civaka xelkê Kurdistanê her beriya şorişa meşrûte ya Îranê pêkhateyeke siyasî bû, xelkê baştir gendeliya sîstema paşayetî fam dikirin. Di wê navberê de helbestvan û nivîskarên kurd pêşengê berfirehkirina ramanên modern ji wan raman û pêkhateyên siyasî yên nû di cîhanê de bûn.
Mela Marifê Kokeyî di helbesta “werin bîkeyn be cumhûrî” de, ne tenê henekan bi naverok û pêkhateya komarî nake, belkî di pêş de rûmeta welatekê dixemilîne ku di bin siya şevek tarî de gîr kiriye. Wate bi şêwazê dagîrkerî behsa wê yekê dike ku sîstema paşayetî sîstemek e ku mirov tê de di nav tarîtî, bêdesthilatî û nexweşî de dijîn.
Lê di dawiyê de Mela Marif daxwaza wê yekê dike ku ji bo rohnkirina wî welatî ku tarîtiya paşayetî bal bi ser de kêşaye, divê xelk bi hevdeng û hevahengî ve, dengê xwe bilind bikin û di pêkanîna sîstemek nû de beşdariyê bikin da ku ronahî welat bigire. Ew sîstema ronahîdar jî bi komarî yan cimhûrî dide zanîn.
“Bira bîrî çirayêkî biken, tarîke şew dadê
Qiyamêkî biken têkra, werin bîkeyn bi cimhûrî”