Fermo Şair

Rêzan Diljen

  Di helbesta kurmancî a modern da kêm helbestkar hene ku berhema wan a ewil tîr e, bi qelîte ye, dengekî wan bi xwe heye. Em Osman Mehmed, Kawa Nemir û Rênas Jiyan weke mînak dikarin bidin. Em ê jî di vê nivîsê da li ser serpêhatîya helbesta Rênas Jiyanî bisekinin.

  Di sala 1999an da bi “Janya”yê derîyekî nû, lirîk, melankolîk û têra xwe tîr li helbesta kurmancî vekir ku me kêm hay ji vî derîyî hebû. Êdî Janyayeka helbesta me hebû, divê ew mezin bibe, bibe dengek, rengek. Piştî Janyayê bi 21 salan, kitêba Rênas Jiyanî a helbestan a pêncan Berfwerîn    weşîya. Ka em hinekî serê xwe/we li ser vê pêvajoya helbesta wî biêşînin.

   Di Janyayê da têra xwe lirîzm heye jixwe, darîçav e. Melankolîk e, dîwaneka reş e. Lê reşeka tîr e, ew reşbûn xweşik hatiye teswîrkirin. Ha mesele jixwe ev e. Helbestkar, navê hestên xwe dibêje û jê diqere an wê bi awayekî poetîk rave dike? Rênas Jiyanî vê balansê baş emilandibû.

“porkura diya min

li ser dika malê

hîn li hêviya min e

hîn

wê li wir por spî kir

miin li vir jîn spî kir”

  Û helbet di Janyayê da ramanek heye, xemek heye, felsefeyek heye, lêgerînek heye -dibe ku li xwe jî digere-, şano heye, politîka heye, hêmayên xurt hene. Di dîwana duduyan da jî -Koleksiyona Çirûskan Mexzena Xwînê- kêm zêde ev hene. Lê piştre?

    Piştre DiêşiyaDîn û Şîn    û Berfwerîn. Ku şairek navbereka dirêj bide helbestê yan di lêgerîneka ecêb da ye, yan jî hubra wî çikîyaye. Rênas Jiyanî piştî Koleksîyona Çirûskan Mexzena Xwînê bi deh salan Diêşiya çap kir. Navê beşa sisêyan a Janyayê “êş” e. Kerem bikin ji we ra lêgerîn û encam... Nexweşîya qafiyeyab di Diêşiyayê da dest pê dike. Di van sê dîwanên dawî da hema hema gotiye bila qafiye hebe wate ne baş jî be, rêzik li hev nehatibin jî dibe.

“ji wê şeva bi şewbê

bêhna firîkên şewitî dihat ji çolê

çend xarên min winda bûbûn li newala waweylê

destmêja te û janê ji hevdu naşikê

hebhinarkê!..

min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê

wê gewriya te dil bide kêrê

li Kerbelayê

belê delalê”

  Ya rastî şair di Diêşiyayê da xwestiye tiştên nehatiye ceribandin biceribîne, asoyê firehtir bike, bircê bilindtir bike. Lê ne bi hêmayên xurttir, ne bi dengekî resen, ev tişt    bi helbestên geometrîk ceribandiye. Weke helbestên “helbest-matîk” û “helbest-stêrk”. Piştî Diêşiyayê dîsa berhemeka nêzî rengê wê -Dîn û Şîn- çap bû. Heman ger, heman xitimîn, heman êş û derd û kul di vê berhemê da jî darîçav in. Dawîya dawî Berfwerîn. Axir qelema ku tûj nebe bi kêrî çi tê? Ma dilê ku neke kupekup ko nabe. Îcar di Berfwerînê da kobûna dilî ewqasî darîçav e ku em bi çend mînakan dikarin guherîna asta hêmayan berawird bikin.

"lê tu bi dev û lêv, stû û rû

pêk tê ji senfoniyên çirçirkan ên nîvê şevê havînê"  (Janya, r.   11)

"min karibûya te bikira gundê xwe

û pê ji bîr bikira miriyê xwe"    (Berfwerîn, r.    13)

  Di Berfwerînê da xitimîn kifş e, hema hema di her rêzikê    da xuya dike. Êdî dev ji lêzêdekirinê berdin asta qelîteyê berjêr ve çûye. Jixwe di berhema Diêşiyayê da fragmana wê hatibû nîşandan. Diêşiya lêgerînek bû, Dîn û Şîn winda bûyîn, Berfwerîn jî xitimîn, xitimîna bi lîrîk û qafiyeyê.

"li çol û çiyan pezkoviyan ez ji xwe re kirim êm

di pozê zinaran de bûm xizêm

derim û têm

derim û têm" (Berfwerîn, r.    16)

  Hin klîşe, şablon, sînor hene. Hilweşandina wan zehmet e. Lê ka em dîsa jî hewl bidin. Bi kurt û kurmancî, gelo Rênas Jiyanî piştî Janya û Koleksîyona Çirûskan Mexzena Xwînê çi li helbesta xwe zêde kir? Tişteka cihê got? Dengê xwe bilindtir kir? Gelo ji bilî hejmara kitêb û rûpelan kevirekî li birca helbesta kurmancî zêde kir?    Gelo dibe ku Janyayê  xwe nekuştibe lê afirînerê xwe bi xwe kuştibe...

 

Çavkanî

Berfwerîn, Rênas Jiyan, weşanxaneya Belkî, 2020

Diêşiya, Rênas Jiyan, weşanxaneya Belkî, 2020

Dîn û Şîn, Rênas Jiyan, weşanxaneya Belkî, 2016

Janya, Rênas Jiyan, weşanxaneya Belkî, 2018

KURDŞOP
1014 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!