Hêza Peyvan

Mirov ewilî diaxive û gava diaxive nafikire ku tîp, kîte, peyv û hevok çi ne, ji bo ku li ser van bifikire hê wext heye; divê nivîs îcad bibe.

Ozden Demir

Peyv çi ye?

Beriya vê pirsê divê mirov ewilî bersiva pirsine din bide. Raman çi ye? Têgeh çi ye? Axaftin û deng çi ne? Axaftinê kîngê û çawa dest pê kiriye? Wekî din, ziman çi ye ku pirsa bersiva wê herî berfireh e. Bi kurt û kurmancî, berî ku em werin    ser nivîsê, ku peyv kereseya wê ye, gelek pirs hene divên bên pirsîn.

Ez li vir naxwazim bersivine ferhengî yan jî berbelav yên van pirsan bidim ku her kesekî têlefona wî heyî dikare bi lêgerînekê xwe bigihînê. A rast, dibe ku di dawiya vê nivîsê de min tu bersiveke zelal jî nedabe we, lê belê ez dîsa jî dixwazim hin pirsên di serê xwe de li vir pirs bikim û hewl bidim ku bersivên wan bidim li gorî bergeh û zerengiya xwe. Hewce jî nake ku ileh pirsinan bipirsim û li pey bersiva wan bikevim, hez dikim zanîna xwe ya zimanî/zimannasiyê biceribînim û asoya xwe fireh bikim; bi saya vê belkî sûda wê bigihîje we jî. 

Di serî de peyv hebû.

Di serî de peyv hebû yan gotin hebû?

Ya mantiqî ew e ku pêşiya peyvê, ango pêşiya nivîsê, gotin hebe. Gotin, hema hema bi qasî dîroka mirovatiyê heye; piştî ku Homo Sapiensan taybetmendiyên xwe yên axaftinê bi temamî bi dest xistin, gotinê dest pê kir ku ew taybetmendî piştî bidestxistina hin behreyên fîzîkî diqewimin -li gorî xebatên zanistî wan behreyan beriya cureyê Homo Sapiensê bi cureyên wek Homo erectus û Neanderthalan re dest bi perisînê kirine. Wek gewrî, ziman, têlên deng hwd. Ev mijara gotareke din a berfireh e ku pêwîstî bi lêkolînê heye. Jixwe li ser mijarên wiha lêkolîn hatine kirin, belam divê em wan çavkaniyan bidin hev û wergerînin kurdiya kurmancî û ji têgihîştina wan, di dawiyê de gotaran derxin holê ji bo xwe, xwendekar, xwendevan û pisporên bi vê qadê re mijûl in.

Mirov ewilî diaxive û gava diaxive nafikire ku tîp, kîte, peyv û hevok çi ne, ji bo ku li ser van bifikire hê wext heye; divê nivîs îcad bibe. Ew tenê bûyer û tişteyan di serê xwe re derbas dike û ji bo wan têgehan dadirêje, wan têgehan bi deng dike û bi derxistina dengan axaftin çêdibe. Peyv berginda têgehê ya di nivîsê de ye, lewma peyv encama nivîsê ye.

Meseleya peyvê, piştî îcadkirina nivîsê ye. Bêguman nivîsa pêşîn wek îro bi şêweyê xwe yê modern dest pê nake, bi sumeran re bi nivîsa mixî dest pê dike ku ji şiklan pêk dihat. Dûre bi hiyeroglîfên misirî berdewam dike û heta tê alfabeya modern a îro ji gelek rêyan re derbas dibe. Ew şikl, yekeya herî biçûk a biwate -peyvê- dinimîne, lewma me li şûna pirsa “tîp çi ye?” bi pirsa “peyv çi ye?” dest pê kir.

Ji bo ku têkilî bi zelalî pêk were divê hevokan saz bikî. Hevok jî bi peyvan ava dibe û hevoka herî kurt bi kêmanî ji kirde û lêkerekê çêdibe. Helbet her ziman li gorî binyadê xwe hevokan saz dike; li vir nikarim bibêjim ku her ziman ji bo heman hevokê pêwîstiya wî bi heman hejmara yekeyan heye, lê em ji zimanên ku dizanin şiroveyan bikin em dikarin bi rihetî bigihîjin encameke berdest.

Em ji nimûneyên ber destê xwe û hêza zanîna xwe bidomînin.

Bo têkiliyeke rast û tendurist, ji ber ku di axaftinê de pêdiviya me tenê bi dengan heye qesta me li vir têkiliya nivîskî ye, me tîp, kîte, peyv û hevok divên; her dengek tîpek heye, piştre bi wan tîpan kîteyan çêdikin, bi kîteyan peyvan çêdikin û bi peyvan jî hevokan ava dikin. Piştî ku me hevok ava kir û mebesta xwe anî ziman, em hinekî jî li faydeya têkiliyê binihêrin; ango piştre dibe çi?

Pêwîstiya me bi têkiliyê bêguman ji hebûna civakê ye. Ger tiştekî bi navê civakê tune bûya em ê hewceyî axaftinê nebûna, bes em ê bifikiriyana û me yê pêk bianiya. Nivîs jî bes dê kêrî me bi xwe bihata; ango dê kêrî wê bihata ku gava me ji bîr kir dê bi bîra me bixista, piştî mirina me dê bêkêr bibûya.

Nexwe, axaftin, kiryareke bivê-nevê ye bo mirovan, axaftin û peyre têkilî nebe nabe bo me? Ev pirseke gelekî xweşik e. Lazim e bersiva wê jî qene ew qasî xweşik be.

Bêşik, têkilî bo hewcedariyên du merivan ên herî biçûk jî bivê-nevê ye û axaftin tenduristtirîn rêya wê ye; lewra bi axaftinê re mirov jest û mîmîkan jî bi kar tîne û herwiha tona deng jî ew qasî hîkarî li ser mirovan çêdike di dema gotûbêjê de.

Wekî me di destpêkê de jî eşkere kir, em negihîştin tu encameke berbiçav lê qet nebe me devê tûrê birek mijaran vekir û em dikarin ji vê kurtenivîsê birek nivîsên din derxine holê; her hevokek her paragrafek wê berê me bide hêleke dîtir a lêkolînê, ji xwe mebesta vê nivîsê jî ew bû ku di serî de bi xwe re, piştre bi we re meraqan çêbike ku belkî gotar û nivîsên dîtir bi saya wê derkevin holê.              

KURDŞOP
927 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!